|
Kurdperwerekî bi nav û
deng bû. Mihemed Axa di temenê 63 saliya xwe de, dizewice. Di 22’ê Tebaxa 1930’î
de, -ji wê pîrekê- Ebdulrehman Qasimlo ji dayîk dibe. Di wê malê de, bi
hestê Kurdperwerî perwerde dibe. Xwendina xwe ya seretayî û navîn, li Urmiyê
kuta dike.
Li Urmiyê, temenê E. Qasimlo, wê hîngê negihabû panzdeh salî, xebata xwe ya
siyasî -bi hevalên xwe re - sala 1945’an bi avakirina Yekîtiya Ciwanên
Demokrat ên Kurdistana Îranê li bajarê Urmiyê dest pê dike û dibe endamê PDK
Îranê.
E. Qasimlo, di sala 1946’an de, ji bo xwendinê, berê xwe dide Tehranê û di sala
1948’an de, ji bo domandina xwendinê, li Parîsê bi cî û war dibe.
Piştî teqekirin li Şah li Tehranê, li Parîsê li dijî siyaseta desthilata Şahê
Îranê, civîneke xwendekarên Îranê li dar dikeve, di wê civînê de, E. Qasimlo, bi
hîz û berfirehî li dijî siyaseta rejîma Şah radiweste û li dawiyê nameyek ji wê
civînê ji Şah re tê şandin. Li wir, bi alîkariya hin xwendekarên Kurd, E.
Qasimlo Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa ava dike.
Bi boneya wê civînê û ji ber berjewendiyên xwe bi Îranê re, dewleta Fransa
çavsoriya xwe li E.Qasimlo xuya dike, lewre, Qasimlo ji neçarî diçe Piragê,
paytexta Çekoslovakiya. Li zanîngeha Piragê, xwendina xwe ya lîsansê, beşê civak
û konevaniyê kuta dike. Di sala 1952’an de, dema desthilata Dr. Mihemed Musediq,
ji bo xebata gelê Kud û gelên Îranê, birêz Qasimlo vedigere Îranê. Piştî
rûxandina hukûmeta M. Musediq, xebateke dijwar, dijî desthilata M. Riza Pehlewî
dike. Piştî pênc sal ji xebatê, ji nû ve birêz E. Qasimlo, berê xwe dide Ewropa.
Li zanîgehên Parîs û Çekoslaviya doktora – beşê aborî- distîne û piştre li
zanîgehên Parîs û Piragê mamostetiyê dike.
Li Ewropa, di ber xwendina xwe re, bi dil û can, bi kar û barê partiya xwe
radibe û di navbera Ewropa û Kurdistanê de, tê û diçe. Di kongireya sêyemîn ya
PDK Îranê de, Ebdulrehman Qasimlo wekî Sekreterê Giştî tê hilbijartin. Li ba
Ewropiyan, Dr. Qasimlo, wekî siyasetvanekî pispor di doza Kurdî de, tê nasîn.
Piştî daxuyana 11’ê Adara 1970’an ya di navbera desthilata Îraqê û PDK’ê de, Dr.
Qasimlo ji bo birêvebirina rêxistina PDK Îranê, ew û hin hevalên xwe, li
Kurdistana Îraqê bi cî û war dibin.
Bi xebata hemû gelên Îranê textê rejîma M. Riza Şah, di Şibata 1979’an de,
hildiweşe, Xumeynî ji Fransa vedigere û desthilatê distîne û gelên Îranê ji zilm
û zora rijîma Pehlewî rizgar dibin. Di wê demê de, piraniya zeviyên Kurdistana
Îranê, bi xêra lihevkirina PDK Îranê û Komelê ketin destê Kurdan.
E. Qasimlo vedigere Kurdistana Îranê. Bi hestekî berpirsiyar û zanistî, li ber
pirsa Kurdî, di Kurdistana Îranê de radiweste û bi bîr û bawerî ew û hevalên xwe,
pirogirameke aqilmend, li gorî merc û heyamê heyî, ji Kurdan re datînin. Û
dirûşma - Demokrasî ji Îranê û Otonomî ji Kurdistanê re- hil didin. Porogiram û
dirûşmên partiyê ya aqilmend, dibe sedema sereke ji piştgiriya dostan li welatên
biyanî, ji Kurdan re. Gava E. Qasimlo, diçe Ewropa, komeleyên mirovdost, pir
kesên siyasetvan û akademîk rêz û hurmetê jê re digirtin. Bi saya Qasimlo, dengê
Kurdistana Îranê giha derve û deriyên piştgiriyê jê re vebûn.
Piştî biserketina rejîma Xumeynî û amadekirina destûrekî nû ji welêt re, E.
Qasimlo dibe endamê Meclîsa Xîbregan û kar û barê xwe dike ku nama Kurdan (cihê
her kesî ji bo kar û avakirinê di vî welatî de heye) ji wê komîteyê re
pêşkêş bike. Lê, Xumeynî, pêşniyara wî napejrîne û dibêje: ev nûnerê Kurdan
dijminê Xewdê ye.
Şoreşa Xumeynî, weke hemû desthilatên Rojhilata Navîn, armanc û daxwazên gelên
Îranê û bi taybetî yên Kurdan bin pê dike. Di 19.08.1979’an de, pêşengê şoreşa
Îslamî, Xumeynî, fermana cîhada muqedes (cîhada pîroz) li dijî Kurdan li dar
dixe û dibêje: Kurd gawir in, dijî armancên şoreşa me ne!?. Lewra jî berê
keriyên şoreşê, dide gelê Kurdistanê. Bi hovîtî, mîna Holako, gund û bajar wêran
kirin, bi hezaran kuştî û birîndar ji gundiyan ketin. Pêşmergên PDK Îranê û
Komelê bi cangorî li hember şerê hovên Xumeynî sekinîn. Lê, hovîtiya keriyên
derkevanên Xumeynî, bi hovîtî şer ajotin ser Kurdan. Li hember wê şerê har û ji
ber parastina gelê Kurd, herdu hêzan PDK Îranê û Komele neçar bûn ku şerê xwe bi
hêzên Xumeynî re rawestînin. Piştî rawestandina şer, valahiyeke mezin di
Kurdistanê de çê bû. Derkevanên şoreşa Xumeynî, Kurdistan kirin zîndaneke mezin,
bi hezaran kes îdam kirin û avêtin zîndanan.
Di vir de, pirsa herî girîng xwe davêje holê, gelo ma armanca hemû şoreşên
cîhanê çi ne!?. Ne armanca wan şoreşnan, ji bo parastina mafê morovan e?. Ew
mirovî ji her tiştî buha û girîngtir in!. Lê armanca şoreşa Xumeynî cudatir e!?.
Di sala 1980’an de, şerê Îraq û Îranê dest pê dike. Di bin siya wî şerî de,
herdu desthilatên Îran û Îraqê, gund û malên Kurdan wêran dikin. Di dawiya wî
şerî de, herdu desthilat ji hev ketin û li ber nefesa dawiyê bûn. Li pêş vê
rastiyê, desthilata Îranê bi pîlan, têkilî bi PDK Îranê re lidar xistin. Gera
yekem ya civînan, di 28 û 30’ê Berçile ya 1988’an de, li Viyena li dar
ket, berhemên wê civînê pir baş bûn. Civîna duyem di 20’ê Çileya 1989’an de li
dar ket. Di wê civînê de, xuya bû ku Otonomî ji Kurdan re pir nêzîk e, tenê
şêweyên bikaranîna wê dimîne. Piştî şeş heyvan, Dr. Qasimlo di Kongireya
Enternasyonala Sosyalîst beşdar dibe. Desthilata Îranî, careke din ji PDK Îranê
dixwaze ku civînê bigre. Di 12’ê Tîrmeha 1989’an de, hevdîtin li Viyenê pêk
hatin. Di vê civînê de, ji bilî herdu nûnerên Îranî yên berê Mihemed Cefer
Sehrarodî, cîgerê serokê parastina leşkerî li Kurdistanê û Hacî Mistefa Lacwerdî
serokê parastinî li seranserî Kurdistanê û mirovekî dî yê bi navê Emîr Mensûr
Buzorgiyan û ji hêla PDK Îranê ve 2 kes, birêz Dr. Qasimlo, Ebdula Qadirî Azer
nûnerê PDK Îranê li Ewropa û Dr. Fazil Resûl ji Kurdistana Îraqê beşdar dibe.
Roja din, 13’ê Tîrmehê, li seet 19.30’an, li cihê berê, hersê nûnerên Xumeynî,
bi hov û xinanî, Dr. Qasimlo, Ebdula Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl xwîna wan
diherikînin û şehîd dikin. Û ji wan, Cefer jî birîndar dibe û di nexweşxaneyên
Viyene de tê dermankirin. Lê, mixabin, desthilata Nemsa, piştî dermankirina wî
di nexweşxanê de, wî ber didin û di 22’ê Tîrmehê de, direve Îranê.
Di navenda Ewropa, dema guftûgo ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsa
Kurî di Îranê de, hovên dewleta Îslamî vî karê teror dikin û kes jî ji wan nayê
girtin û cezakirin. Tevî Emîr M. Buzorgiyan, çend rojan tê girtin, ji ber karê
wî yê teror, lê mixabin desthilata Nemsa, ji bo berjewendiyên xwe bi Îran re,
kujer Emîr ber didin û ew jî direve Îranê.
Ji edetên nemir E. Qasimlo, di her hevdîtineke bi nûnerên desthilata Îranê re,
ew hevdîtin belge ( tescîl) dikir, da ku ji hevalên xwe re xuya bike. Bi xêra wê
aqilmendiya nemir E. Qasimlo, deziyên wê gunehkariya hovên Xumeynî hatin
belgekirin û dadgeha cîhanî pê zengîn kir. Piştî wê bûyerê, rojnemevan û
dîrokzanê Firansî yê bi nav û deng, Kirîs Koçîra, wê begeyê dinivîse û di
rojnama Lomond ya Firansî de diweşîne.
Di wê belgeyê de, baş dixuye ku Kurd ne şerxwaz in, aştîxwaz in, daxwaza mafên
Kurdan û gelên Îranê dikin. Lê, zimanê hov û teroran quşînên jîndar in, ne
diyalog û guftûgo ye!?.
Di 20’ê Tîrmehê de, bi beşdariya 2000 mirovên ku ji hemû deveran hatine, - Kurd,
Ermen, Azerî, Turk, Faris û Ewropî- lehengên Kurd, Dr. Qasimlo û Ebdula Qadirî
Azer di goristana Komonta Parîsê de tên veşartin.
Li ser gora şhîdên leheng, ev peyamên jêrîn têne pêşkêşkirin:
1 – Peyama nûnerê Deftera Siyasî a PDK Îranê, Ebdula Hesenzade.
2 - Peyama Wezîrê Karê Mirovatî yê li ba Serok Wezîrê Firansî, Birnard Koşnêr.
3 – Peyama Sekreterê Komeleya Giştî ya Efûya Navneteweyî yê berê Tomas
Hemrbîrk.
4 - Peyama Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Mafên Mirovan, Patrîk
Bodwan
Jêder:
1 – Çil sal xebat ji bo azadiyê, E.Qasimlo. Wergêr Ezedîn Resûl.
2 – Pirtûka, E. Qsimlo, mirovê dîlok û aştiyê. Wergêr B. Êva
3 – Kovara El-Hîwar , hejmara cêwî (44-45), Havîn û payîza 2004 an
|