 |
Aşna
Wergeran/ Hemîd Muxtarî
Ew Gotine ya berpirsê
Sendîkaya Rojnamevanên Firansayê ye ku sê salan berî niha piştî vegeriyan ji
Îranê, di komeke rojnamevaniyê de anî ser ziman. Di rastî de ew gotine nîşaneya
rastiya îro ya welatê Îranê ye, welatek ku mafê mirovan û mafê jiyaneke azad tê
de nahê xyakirin. Roj nine ku em nûçeyê girtin, zîndanîkirin, dûrxistin û
mixabin |
|
lidarvekirina
ciwanekê/î yan çalakeke/î sivîl û siyasî nebîhîsin. Lê serbarê wana, pirsek ku
pir ecêb tê berçav, guhertina cihê sûçdar û bêsûç e, parêzer û dadwerê hikûmetî
ye. Belgeya herî nû bona îsbatkirina mijara han nirxandinên Dr. Mihemed Salih
Nîkbext, parêzerê 2 çalakekvanên sivîl û rojnamevanên Kurd e, ku seba hebûna
sîstema dîktatorî ya Komara Îslamî a Îranê bi destê yasaya Xumeynîzmê, bi îdamê
hatine mehkûmkirin. Lê mixabin li ciyê vê çendê ku parêzerê wan bona
rizgarkirina canê wan ji îdamê bixebite û cehdê bike, ne rasterast alîkariya
rejîmê dike û kiryarên qirêj yên karbidestên rejîmê, dûr ji erk û wezîfeya xwe
dipejirîne. Li demekê de kampa cîhanî bona azadkirina Ednan Hesepûr û Hîwa
Bûtîmar dest bi xebat û tekoşînê kiriye û bi awayekî yekdeng ev kiryara rejîmê
mehkûm dikin, parêzerê wan ku divêt bi awayekî qanûnî û sivîl piştgirî ji mafê
wan li hember yasaya dewletî de bike, mixabin bi terzeke ne yasayî qanûn û rê û
ciyên parêzeriyê dixe bin pê û vê rastiyê eşkere dike ku di Îrana îro de tu ferq
û cudahiyek di navbera hindek ji parêzer û dadwerên dewletî de tune ye û sûçbar
di vî zîndana mezin de nikare pişta xwe bi van parêzeran qahîm bike. Gelo tu
bêjî ev şaşiya dîrokî a Salih Nîkbext ji siyasîbûna Ednan û Hîwa çavkanî girtiye?
lê ev du ciwanên navhatî ji bilî vê çendê ku kesayetiyekî siyasî ne, ne mirovên
sivîl in ku bi vî terzî parêzerê wan mafê wan bin pê dike?
Ya pir ecêb eva ye ku, di demekê de ku Dr. Nîkbext bo xwe Ednan Hesenpûr ji
kanala Enistîtuya Kurdistanê de bi başî dinase û dizane ku ew ciwane pitir ji 10
salan e ku karê çandî, wêjeyî û sivîl dike, divêt çi qewimîbe ku niha Salih
Nîkbext çavê xwe li ser rastiyan digire û bi rohnî di hevpeyvîna xwe a tevî
B.B.C’ yê de dibêje ku “ du ciwanên navhatî sûça wan derheq karê rojnamevaniyê
nine û ew nakevine di nava biyava rojnamevaniyê de”.
Li vir pirsiyarek tê holê: Gelo di Îranê de yasa û pênaseyek ji bo rojnamevanan
heye ku li gor vê pênaseyê Ednan Hesenpûr weke rojnamevan nehê hesêb?
Ku wiha ye birêz Nîkbext li ciyê wê çendê ku partî û aliyên siyasî yên
Kurdistanê ku parêzvanê rastîn yên mafên gelê Kurd in, tawanbar bike, baştir ewa
ye ku carek din lênihêrînekê li ser gotinên xwe bike. Çimku cîhan ji vê çendê
biçûktir e ku em pêşeroja xwe têde ji bîr bikin. Pirs eva ye: Gelo kesayetiya
takekesan bi piştevanîkirin ji partiyên siyasî yên Kurdî, di nava civaka Kurdî
de jêr de tê yan dibine xwediyê rewabûnê?
Ger partiyên Kurdî bitaybet PDK Îranê û dîplomasiya biqawet ya vê partiyê neba,
Wezîrên Derve yên welatên Firansa, Îtaliya û parlemanterên YE û Partiya Keskan
ya Almaniyayê, dê li hember biryara han helwest girtiban? Ger partiyên Kurdî
bêdeng bin, civaka cîhanê dê çawa agehdarê wan bêdadî û yasayên dijî mirovî yên
rejîmên dagirker yên Kurdistanê bin? Gelo ger weşanên Kurdî nebana sebebê
avabûna kampeynek cîhanê li dijî vê biryara îdamê, dewleta dîktator ya Îranê, bê
vê çendê ku ji faktora Dr. Nîkbext mifahê wergire û buxtanên ne rewa yên li ser
wan du ciwanan pê bide serrastkirin, niha Ednan û Hîwa, tu hêviyek bi jiyanê
hebûn?!! Bila birêz Salih Nîkbet bersiva pirsiyarên han bide ku parêzerê
buxtanan e nek kesên sûçbar... .
Lewma em hêvî dikin birêz Nîkbext bi pêdeçûneke zanistî, gotinên xwe bo wijdana
xwe şiroveya bike da ku qet şirveya nerastiyan neke... . |