Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

PDK Îranê Û Hewl Ji Bo Pêkanîna Hevalbendiyê

 

 Têmûr Mistefayî

 Wergeran/ Omîd Esxeran

 Rejîmên şovînîst û pawanxwaz ên li pey hev di Îranê de li ciyê çareserkirina pirsa neteweyên Îranê û dabînkirina demokrasî û mafê hevwelatîbûnê di wî welatî de, siyaseta tepeserkirin, haşakirin ji hebûna neteweyên Îranê û tund û tûjî bikar anîn/tînin û tu demekê li hizra berjewendiyên dirêjheyam ên Îranê û gelên wê nebûn/nînin, belku zêdetir di hizra sepandina bîra şovînîstî a xwe de bûn/ne û her hewl û gavek di pêxema demokrasî û azadiyê de bi tund û tûjî, haşa jêkirin, hela welayên piropagendeyî û şantaj li dijî gelên azadîxwaz ên Îranê bersivandiye.

 PDK Îranê weke partiyeke resen li destpêka pêkhatina xwe û di yekem daxuyaniya xwe de li ser demokrasî û mafê neteweyî û hevalbendî tevî gelên din ên Îranê biîsrar bûye, lewra ketiye ber êrîşa şovînîzma Îranî û rojek bi cudahîxwaz, rojek bi dijî şoreş û rojek kafir û ... hatiye tawanbarkirin. Lê PDK Îranê di heyama 62 sal xebata xwe de bi kiryar ev lênihêrîna şovînîstî û kevneperestane bi direw xistiye û niha jî piştî 62 salan serbilind li hember êrîşa dagirkeran de sekinî ye û tu yek ji van tawanan nekariye vê partiyê ji rêya rastîn a wê ku xebat ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a rastîn e, dilsar bike.

 Partiya me gellek bi başî ji vê rastiyê têgihîştiye ku xebata mafxwazane a gelê Kurd di Kurdistana Îranê li dijî rejîmê tenê dikare vê rejîmê qels û lawaz yan paşdekişiyanê pê bide kirinê, di baştirîn demê de dikare rejîmê ber bi hiloşîn û jinavçûnê bibe û  tu demekê bi tenê nikare û şiyana vê çendê tune ye ku bibe alternatîva rejîmê û bi vî awayî û li gor bawerî bi ploralîzmê, partiya me berdewam hewl bona peydakirina hevalbendên din ji beşên di ên Îranê daye û ji bo vê armancê jî her ji destpêka avabûna partiyê ve, vê partiyê hewleke zaf ji bo pêkanîna eniyeke berfireh û bihêz ji kesayetî û rêxistinên demokrat daye û ev xebate heya niha jî her berdewam e û ji bo selimandina vê rastiyê jî ez dê qala beşek ji wan hewl û xebatên ku partiyê di heyama 62 salan xebata xwe de dayîne, bikim.

 Di  heyamê şerê duyem ê cîhanî de û piştî  jinavçûna dîktatoriya Riza Xan, derfeteke baş di herêmê de hate holê ku avabûna hinek partiyan di seranserê welat de jê ket. Di sala 1324(1945)’an de, piştî damezrandina partiyê û ragihandina bernameya wê ku ji 8 xalan pêk hatibû, di du xalên vê bernameyê de qala demokrasî û hevalbendiyê tê kirin, PDK Îranê ji vê rewş û zirûfê mifahê distîne û dest davêje avakirina Komara Kurdistanê, PDK Îranê her ji destpêkê de digihîje vê rastiyê ku bi bê hebûna hevalbendiyeke demokrat û bihêz, parastina wan destkevtan ne hêsan e, lewra li du warên:

1- Di warê seranserî de tevî partiya Cengel, Partiya Tûde, Partiya Demokrat a Îranê û Partiya Sosyalîst (FIRQE) eniyeke seranserî pêk tîne û li gor vê lihevhatinê, li dema êrîşa kevneperestiyê bo ser her yek ji wan hewce ye hemû bi hev re berevaniyê jê bikin.

2- Di warê neteweyî de jî tevî hikûmeta neteweyî a Azaerbaycanê lihevhatinekê wajo dike. Di wê hevpeymaniyê de tevî birêvebirina kar û barên xwe li ser bingeha vê hevhatinê, xaleke din ji vê hevalbendiyê piştevanîkirin ji hev li dema êrîşa dujmin bo ser her yek ji wan e.

 Mixabin him Komara Kurdistanê û him jî Hikûmeta Neteweyî a Azerbaycanê hilweşiyan û di vê nivîsarê de em nikarin qala sedemên jinavçûna wan bikin. Eva yekem xebata partiyê ji bo hevalbendiyê bû.

Di roja 11’ê Reşemeya 1357(02.03.1979)’an de ku roja ragihandina xebata eşkere ya partiyê ye û di gellek boneyên din ên cur bi cur de, partiya me bangewaz ji bo pêkanîna eniya hevbeş ji bo hiloşandina rejîmên dîktator û anîne ser kar a rejîmek demokratîk, daye. Piştî 30’ê Cozerdana 1360’an, dema ku Mucahidîn ji Îranê hatin der û tevî Benî Sedr “Şorayê Milî Muqawimet”(Konseya Neteweyî ya Berxwedanê) pêk anîn, PDK Îranê ji bo bihêzkirin û demokratîzekirina vê Konseyê di pêxema hiloşîna rejîma Komara Îslamî û avakirina rejîmeke demokratîk, daxwaza endambûnê di vê civatê de kir û bû endamê wê û heya dema ku di wê Konseyê de bû, di pêxema berfirehtirkirin û demokratîzekirina wê civatê de xebitî, lê dema ku zanî hewlên wê nagihîjin tu encamekê, ji wê konseyê hate der.

 Di sala 1363(1984)’an, liv û lebatek ji bo zindîkirina Firqeya Demokrat a Azerbaycanê li ser bingeheke nû û serbixwe di partiya Tûde de dest pê bû, partiya me bi têgihîştin ji rolê bibandor ê gelê Azerî di xebata seranserî a neteweyên Îranê de û vê rastiyê ku hebûna rêxistineke serbixwe a Azerî di xurtkirin û jordebirina hesta neteweyî a gelê Azerbaycanê de bandoreke berbiçav heye, piştevanî ji wê hewlê kir û ji bo bi encam gihîştina wê xebatê xebateke zaf meşand, lê mixabin ew tekoşîne negihîşte encamê.

 Piştî van xebatan û dubare û çendbare hewildanê, pêkanîna eniyeke demokrat a seranserî weke erkekî dîrokî di bernameya karê partiyê de bûye, bo mînak di xala 12’an ya bernameya kongireya 8’em de hatiye: “Pêkanîna eniyeke demokrat erkekî dîrokî ye, lewra xebata heya niha a partiyê di pêxema pêkanîna eniyê de tê pesendkirin û domandina van hewlane di pêşerojê de bi hewce tê zanîn”.

 Di Kongireya 13’hem de jî rêberiya hilbijartî tevî bi girîngzanîn û hewldan ji bo pêkanîna hevalbendiyê li du warên:

1- Hevpeymaniya Neteweyên Îranê ku her piştî Kongirê ji bo cîbicîkirina vî erkî hewl û xebat dest pê bû ku bi xweşî ve di heyameke kurt de me karî bi hevkariya rêxistinên din ên neteweyên Îranê, Kongireya Neteweyên Îrana Federal ava bikin ku heya niha hejmara partî û rêxistinên ku di vê Kongireyê de endam in, gihîştiye 16 rêxistinan û roj li pey rojê hejmara wan endamên wê zêdetir dibe, navenda wê London paytexta welatê Birîtaniyayê ye û di çend welatên Ewropa û Amerîkayê de tayên xwe ava kirine û hêdî hêdî dibe ciyê baweriya gelên bindest ên Îranê û navendên biryarder.

2- Xebat tevî rêxistinên seranserî ên opozîsyona navxwe û derve ji bo pêkanîna hevalbendiyeke seranserî, di vê derheqê de zêdetir ji 2 salan e nûnerên partiya me di civînên Paltakî de ku bi armanca jihev nêzîkkirina bîr û rayên opozîsyonê tên lidarxistin, beşdar dibin û roleke berbiçav dilîzin. Hewla dawîn di vê derheqê de, beşdarîkirin bû di konferansa hevpêwendiyê ku bi beşdariya hejmareke zaf ji rêxistinên Opozîsyonê li Parîsê hate lidarxistin.

 Ji bilî vana, partiya me di hevalbendiyeke din tevî çend rêxistinên Çep ên Îranî ji bo ragihandina daxuyaniyên hevbeş endam e.

 Bêguman hewl û xebatên partiyê di pêxema yekxistina Opoîzsyona Îranî di pêxema hiloşîna rejîma serberedayî a Komara Îslamî û avakirina rejîmeke demokrat û federal dê her berdewam be û ji bo vê armancê hemû hêz û karîna xwe ya madî û menewî dê bikar bîne.

 Heke di asta seranserî de ji bo pêkanîna eniyê me xebat kiriye bêşik û guman em pêkanîna enî yan awayek ji hevbendiyê di nava hêzên Kurdî de bi girîng û hewce dizanin û di vî warî de jî me hemû hewl û  cehda xwe bikar aniye û ji îro pêve jî em dê hewlên han berfireh û zêdetir bikin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 22’ê Banemera 1387’ê Rojî