|
Hesen Şerefî
Wergêran/ Hemîd
Muxtarî
Yek
ji sebebên herî sereke ên man û berdewambûna her partî û rêxistineke siyasî li
doma xebata xwe de, serxwebûna siyasî û biryardana wê partî û saziyê û cihgirbûn
û parastina wê pirensîpê ye. Eva jî nahê vê wateyê ku ew partî û saziya xwe di
çarçoveyeke teng de ragire û deriyan li ser xwe girê bide û xwe ji her terze
pêwendîgirtinek û pêkanîna dostîniyê dûr bigre û bi terzekê xwe rê bixe ku ne
tevî tu kesê/î rêk bihê û ne tu kesek bikare tevî wê rêk were. Ji ber ku wê demê
serxwebûna siyasî wateya xwe ji dest dide û tu kes û aliyek tune ye ku ev partî
yan sazî serxwebûna siyasî û biryardanê a xwe li hember de biparêze. Belkî
parastina serxwebûna siyasî û biryardanê wê demê wateya xwe ya rastîn dide û
bandorê li ser xurtbûna tekoşîn û jordeçûna pirrestîj û baweriya wê partî yan
saziyê didanê ku bikare di qada siyasî û pêkanîna têkiliyan de û xurtkirina
pêwendiyên xwe de warê hewce bona ber bi pêşvebirina tekoşîn û gihîştina bi
armancên xwe pêk bîne û cehd û tekoşînan bike, bê ewê ku bona gehîştina bi
armanca han û di pêvajoya têkiliyên xwe de rê bide ku kesek an aliyek bandorê li
ser siyaseta serxwebûna biryardanê danê.
Di pêvajoya
dîroka wan çend salên borî de, gellek partî û rêxistinên cur bi cur hebûne ku
heyamekê jî bandora xwe hebûne, lê bi sebebê vê ku stûxwarê welat û desthilatê
bûne, yan jî ketin bo bin bandora partî û rêxstineke din bi ser xwe de qebûl
kirine, hêdî hêdî hatine mehkirin, yan jî jinav çûne û bêhitbar mane. Yên wiha
jî hebûn ku li her zirûfekê û li jêr her zext û givaşekê de li ser siyaseta xwe
û serxwebûna xwe ya siyasî û biryardana xwe de micid û pêdagir bûne, lewma hem
ketine nava dilê xelkê xwe de û ji aliyê gellek partî û saziyên din û ji aliyê
zaf welat û saziyên navneteweyî bûne xwediyê pirristîj û baweriyeke berçav û
herwiha gişt alî li ser têkiliyên xwe tevî partî û saziyên han û li ser soz û
biryarên wan hesabê dikin.
PDK Îranê, ji wê
dema ku Dr. Qasimloyê nemir rêberiya wê girte stûyê xwe û têkiliyên vê partiyê
li ser bingeha serxwebûna siyasî û biryardanê de xurt kir û esla serxwebûn û
serxwebûna siyasî û biryardanê di partiyê de bi tevahî û bi xurtî cihgir kir û
kire eseleke neguher, bû partiyek ku hem hemû Kurd rûmet û şanaziyê pê bike û
hem di asta navneteweyî de girîngiyeke taybetî pê were dan û kariye bandora xwe
li ser pêvajoya bûyerên Îranê bi giştî û nemaze Kurdistanê çê bike. Ew siyaseta
serxwebûn û serxwebûna siyasî û biryardana PDK Îranê, wiha kiri ye ku qazanc û
berjewendiyên xelkê Îranê qet ji aliyê vê partiyê nehê jibîrkirin yan kêmreng
nebe û weke hindek partî û aliyên din nebe goriyê siyaseta welat û desthilat û
partî û saziyên din yan berjewendiyên wan di Îran û Kurdistana Îranê de.
Serxwebûna siyasî
û biryardana PDK Îranê, îzin da vê partiyê ku di tu rewş û hewayekê de neçe bin
bandor û rikêfa derewîn a siyasî û dirûşm û stiratêjiyan û helwest û biryardana
xwe, tenê û tenê bi şîrove û berhevdana xwe diyarî bike, lewra heke mirov
lênihêrîneke kurt li ser helwest û biryarên vê partiyê hebe, jêre eyan dibe ku
ev siyaseta serxwebûn û biryardanê çi xweşnavî û hitbarek ji bo vê partiyê bi
diyarî aniye.
Dema ku rejîma
Paşayetiyê di Îranê de hiloşiya û bizava gelên Îranê serket, di demekê de ku rê
ji bo girtina desthilatê ji aliyê rejîma Îslamî di Îranê de dihate xweşkirin,
hejmarek ji partî û saziyên siyasî piştevanî ji girtina desthilatê ji aliyê
rejîma Îslamî ya Îranê dikirin û bona wê armancê di refrandoma diyarîkirina vê
rejîmê de beşdarî kirin û dengê erênî dane Komara Îslamî ya Îranê. PDK Îranê
berevajî rewşa heyî ya wê demê, di refrandomê de beşdarî nekir, ji ber ku:
yekem; ji aliyekê refrandoma han bi nedemokratîk dizanî, çimku rê nedida xincî
hilbijartina di nava rejîma berê û rejîma Komara Îslamî, hilbijartineke din
hebe. Lewra eşkere bû xelkê ku rejîma berê dinasî û Komara Îslamî jî
neceribandibûn, encama dengdanê bi serkevtina rejîma Komara Îslamî bi dawî
dihat. Ya duyem eva bû ku dizanî di rejîmeke îdeolojîk ya siyasî de demokrasî û
mafê neteweyî yê gelê Kurd misoger nabe.
Beşdarî nekirina
han jî ku ji siyaseta rast û serxwebûna siyasî ya PDK Îranê çavkanî digirt, di
keş û hewaya wê demê de bû sebebê xistina givaşeke zaf li ser vê Partiyê û
gellek buxtan lê hatne kirin, lê îro rojê rastiyên heyî bi wê terzê ku bo PDK
Îranê eşkere bibûn, bo gelên din yên Îranê jî eşkere bûye û helwesta rast û
serxwebûna PDK Îranê weke şanaziyekê bo vê partiyê dizanin û rêz û hurmetê jêre
digirin.
Yan dema ku di
destpêka serkevtina şoreşa gelên Îranê ku êrîş li ser balyozxaneya welatê
Amerîkayê li Tehranê de hate kirin û weke şoreşa duyem hate binavkirin,
PDK Îranê rast di nava rewş û zirûfa wî çaxî de, tenê ji ber vê çendê ku karê
han berevajiyê urf û azînên dîplomtîk û dûr ji têkiliyên welatan dizanî, mehkûm
kir ku di encamê de barana buxtanan li ser de barî, lê niha ew helwesta PDK
Îranê bi rêz û hurmet ve tê mêzekirin û heta ew kesên ku birêveberên wî karî
bûn, niha ji kiryara xwe poşman in û şaşbûna biryara xwe a wê demê dipejirînin.
Diyare siyaseta
serxwebûn û serxwebûna siyasî û biryardanê jî, hewcehî bi netirsî û dilêriya
şoreşvanî heye ku heke PDK Îranê ne xwediyê wan taybetmendiyan ba, nedikarî bi
rehetî, berevajî zirûfa wê demê helwestê bigire û biryarê bide ku li dema
biryardan û helwestgirtina PDK Îranê li ser Îranê de hatibû sepandin.
Şik di vê çendê
tune ye ku pirr caran parastina serxwebûna siyasî bo PDK Îranê hem di Îranê û li
deverê de, jêre gellek giran xilas bûye, lê partiya han qet rê neda ye ku
serxwebûna siyasî û biryardanê, wê bikeve bin pirsiyarê û her wê yekê PDK Îranê
kiriye xwediyê ew bawerî û xweşteviya ku îroj di nava xelkê Kurdistanê, Îranê,
deverê û kom û komeleyên navneteweyî de heye.
Parastina
serxwebûna siyasî û biryardanê ji bo PDK Îranê weke pirensîpeke here girîng û
sebeba man û xweştevîbûna vê partiyê li dirêjahiya xebata wê bûye û baweriya
qahîm a birêveber û endamên partiyê bi vê pirensîpê, garantî û zaminê parastin û
heta cihgirtirkirina vê partiyê ye.
Eşkere ye ku PDK
Îranê di zirûfekê de heya wê qasê li ser parastina serxwebûna siyasî û
biryardana xwe micid bûye ku pêwendiyên herî xurt û berfireh tevî cîhana derve
hebû ye û her pêka pirensîpa serxwebûna siyasî a xwe tevî wê çendê ku rêz û
hurmetê ji bo gişt aliyan ku bi wan re têkilî heye, ne cehd kiriye ku serxwebûna
aliyên hember bixe bin pirsiyarê û ne rê daye tu kes û aliyekê ku heta bîra
binpêkirina ev esla girîng û ev pirensîpa girîng a PDK Îranê bikin.
Lewra esla
serxwebûna siyasî û biryardanê bûye pirensîpeke wiha ku PDK Îranê pê tê naskirin
û weke taybetmendiyeke herî berçav ya vê partiyê tê mêzekirin. Loma em dikarin
bibêjin ku hemû ew pirestîj û herwiha bawerî û xweştevîbûn û di rastî de mana
PDK Îranê, girêdayî ye bi parastina herdemî ya vê pirensîpê. Parastina wan
taybetmendiyên han jî sebeba xurtbûn û bawerî û xweştevîbûna PDK Îranê di nava
xelkê de ye. |