|
Komariya Turkiyê, di
encam de Parlemana wî welatî roja sêşem, 28’ê Tebaxa 2007’an, Ebdula Gul,
berendamê AKP’ê û Wezîrê Turkiyê yê Karê Derve, di tura sêyem a hilbijartinê de
339 deng wergirt û bû 11’hemîn Serok Komarê Turkiyê. Di dîroka 80 saliya borî a
Turkiyê de, eva yekemîn Serok Komarê Turkiyê ye ku derbasbûyiya xebata
Siyasî-Îslamî heye. Hilbijartina wî bûye sedema nigeraniya tund a Arteşî û
alîgirên sîstema Layîkbûnê li Turkiyê.
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku partiyeke Kurdî a qanûnî li Turkiyê ye, di
hilbijartinên 22’ê Tîrmeha 2007’an, ên Parlemana Turkiyê, berendamên xwe wekî
serbixwe di hilbijartinê de beşdar kir û karî 23 nûnerên Kurd bişîne
Parlamentoyê û bo cara yekemîn di dîroka Turkiyê de, li Parlemanê Koma Kurd ava
bike. Koma nûnerên Kurd ên DTP’ê di Parlimana Turkiyê de, girûp û koma çarem a
nava Parlemanê tê hesibandin.
Partiya Civaka Demokratîk ji bo bidestxistina mafên neteweyî ên gelê Kurd li
Turkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji rêya aştiyane û demokratîk dixebite.
Yekemîn berbirûbûna Koma Kurd a Parlemana Turkiyê bi hikûmeta nû a AKP’ê re li
pey avabûna komê, helwêst li hember pirsgirêk û nîqaşa çend mehî a hilbijartina
Serok Komarê yazdehem ê Turkiyê bû. Piştî ku berendambûna Ebdula Gul bo Serok
Komariyê hate eşkerekirin, wî bi gellek partî û rêxistinên siyasî, civakî û
sivîl re hevdîtin pêk anî. Yek ji wan partiyên ku Gul serdana wê kir, Partiya
Civaka Demokratîk bû, wî di wê serdanê de bas li ser pêwîstiya peymana biratiyê
kir û got ku li Turkiyê gellek pirsgirêk hene, ev pirsgirêk jî divê bi hesta
biratî, yekîtî û ji rêya demokrasiyê ve werin çareserkirin. Di hevdîtinê de,
Serokê Koma DTP’ê li Parlemanê, Ehmed Turk û nûnerên din ên Koma Kurd bi eşkere
daxwaz ji Ebdula Gul kiribûn ku heke ew îtîrafê bi pirsa Kurd bikin û hewlê
bidin vê dozê ji rêya demokratîk û aştiyane di çarçoveya Turkiyê de bihê
çareserkirin, ew dê wekî Koma DTP’ê, piştgiriyê ji navhatî bikin û di
hilbijartinê de deng didin wî. Ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Turkiyê
yên bi rêbazên demokratîk û aştiyane bendewariyên me û gelê Kurd hene.
Lê bersiva neron û ne zelal ya Ebdula Gul, bi daxwazên Koma nûnerên Kurd ên
DTP’ê li Parlemanê bû sedema vê yekê ku Koma Kurdan di gerra sêyem a
hilbijartina Serok Komariyê de dengê vala bixin sindoqan û di yekemîn rojên
destpêbûna xebatên xwe, bi vî awayî helwêsta xwe li hember redkirin û
nepejirandina daxwaziyên Kurdan ên demokratîk xuya bikin.
Ji sala 1923’an ku Komara Turkiyê bi serokatiya Mistefa Kemal Ataturk hatiye
avakirin, hebûna Kurd wekî neteweyekê hatiye înkarkirin û tev maf û azadiyên
Kurdan tên binpêkirin. Zilm û zordariya neteweyî li dijî Kurdan heya niha jî bi
awayekî sîstematîk dimeşe.
Destpêkirina xebatên fermî ên Koma Kurdan li Parlemana Turkiyê, dikare bibe
destpêka qonaxeke nû di rêya xebat û têkoşan ji bo çareserkirina pirsa Kurd ji
rêya aştiyane û demokratîk û destberdan û paşekêşekirin li siyaseta înkar û
çewisandina sîstematîk a neteweya Kurd di heyamê zêdetirî 80 salên borî di hemû
warên jiyana siyasî, aborî, civakî, çandî û wd....
Bêguman vê rewşê erk û wezîfeyeke girîng û hessas xistiye ser milê nûnerên Kurd
ên Partiya Civaka Demokratîk li Parlemana Turkiyê.
Mijarek ku li pêşerojê dê rojeva siyasî a Turkiyê zêdetir germ û gurtir bike û
bala raya giştî ji bo aliyê xwe rabikişîne, helwest û daxwaziyên vê Komê bi
armanca çareserkirina doza Kurd û dijberîkirin li hember bîr û ramanên
nejadperest û şovenîstî ên desthilatdarên Turkiyê dibe.
Turkiye ji ber rêvebirina nebaş ya Carnameya Gerdûnî a Mafên Mirovan di nava
sînorên xwe de rastî gellek asteng û pirsgirêkan bûye û ji aliyê welatên
Yekîtiya Ewropayê û hin welatên din ên cîhanê, bi awayekî berfireh yê ketiye ber
rexne û lomeyan. mînaka berçav a wê pirsgirêkê, pirsa Kurd li Turkiyê ye ku
siyaseta derve a Turkiyê di asta cîhanê bi giştî û nemaze di asta herêmê de tevî
kirîzeke kûr berbirû kiriye.
Pêwîstiyên pêkanîna reform û guhertinên kûr û bingehîn di qanûnên Turkiyê de
niha zêdetirî her demekê xwe derxistiye holê û ji bo tevlîbûna Turkiyê bi
welatên demokratîk re û demokratîzasyona herçiqas bêtir a Turkiyê, divêt dev ji
mêjiyê şovenîstî û nejadperest berde û ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn
û guhertin di siyaseta derve de bi micidî xebatê bike. Nimûneya berbiçav,
berçavgirtin û parastina mafên demokratîk ên neteweya Kurd û bi fermî naskirina
wan mafan di çarçoveya zagona bingehîn û wî welatî ye ku yek ji pirsên herî
sereke ên hundirîn yên Turkiyê ye ku bi salan e welatê Turkiyê pêre dinale û
heta niha bê çareserî maye.
Em bizanin di pêşerojê de Koma Kurd a Parlemana Turkiyê dê çi rol û bandorek li
ser pêvajoya hessas a siyasî li Turkiyê hebe û doza Kurd dê bigihîjînin kuderê? |