|
darêtin, rêberê gelê me û Sekreterê
Giştî yê PDK Îranê, Dr. Sadiq(Seîd) Şerefkendî tevî çend hevalên xebatkar
û şoreşvan yên partiya me, bi navên Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navendî ya PDK
Îranê, Humayûn Erdelan, nûnerê Partiyê li Almanya û Nûrî Dêhkurdî dostê PDK
Îranê û xebatkarê azadîxwaz yê Îranî, di Berlîna paytexta welatê Almanyayê de bi
terzekî hov û nemirovane teror kirin û carek din gişt xelkê Kurdistanê, bi
taybetî Rojhilata Kurdistanê û tev evîndarên rêya azadiya Îranê xembar kirin.
Kiryara han di halekê de hate encamdan ku hêj birîna ji destdana rêber, mamosta
û mêrxasê neteweya Kurd Dr. Qasimloyê herdem zindî li ser dilê xelkê û bizava
azadîxwazane a gelê Kurd û bi taybet PDK Îranê, çareser nebibû.
Diyare baskirin li ser jiyan, xebat,
siyasîbûn, şiyan, pirestîj û birêveberiya Dr. Seîd di babetek yan çend mijaran
de cih nagire, belku çendîn pirtûkan cî dixwaze.
Ewa ku li vir emê bas jê bikin,
dîtina Dr. Şerefkendiyê nemir derheq jiyan û baweriya wî bi wekheviya mafê jin û
mêran e.
Şehîdê nemir herdem bi hurmet ve
mêzeyî pleyabilindiya jinan kiriye û tu ferq û cudahiyek di navbera jinan û
mêran de nedaniye. Bi baweriya Dr. Seîd tenê ferq û cudahiyek di navbera jin û
mêran de tê dîtin, ew jî di warê fîzîkî û şekla laş de didît.
Yek ji taybetmendiyên Dr. Şerefkendî
dijberîkirin tevî wan kiryar û livînên derheq jinan di nava civaka Îranê bi
giştî û bi taybetî civaka Kurdî weke hebûna pirjiniyê, marekirina keçan li ser
landikan, jinbijinkirin, dana keçên kêmtemen bi mêrên temenjor û kal û bi giştî
zewaca zorî û bêdil a keçan û ...ku di nava civaka Kurdistanê de wekî deb û edet
hene. Dr. Sadiq li ser vê bawerê bû ku divêt diyardeyên han bi tevahî di nava
civaka Kurdewarî de ji nav herin.
Lê heke niha di welatên pêşketî ên
cîhanê de cejn û şahî wekî rêz û hurmetgirtin ji kesayetiya jinan tê dîtin, ji
bo welatek wek Îranê ku Mela desthilatdariyê dikin û civaka Kurdewarî a me,
erkek girîng û beşeke bipûte ji xebat û tekoşîn li dijî paşverûtiyê ye.
Her wek ku hemû dizanin di Îranê de,
jinên xebatkar û azadîxwaz mil bi milê mêrên xebatkar û azadîxwaz, di xebat li
dijî rejîmên dîktator ên weke rejîma Paşayetî û Komara Îslamî ya Îranê de beşdar
bûne. Gellek şerê jinên xebatkar û şoreşvan di zîndanên rejîma Komara Îslamî ya
Îranê de şehîd bûne. Li destpêka şoreşa gelên Îranê, jinan roleke girîng û
bêmînak di serkevtina şoreşê de lîstine.
“Jinên Îran û Kurdistanê, bi taybet
yên ku di refa partî û saziyên pêşketîxwaz û şoreşvan de bona azadiyê xebatê
dikin, nîşan dane ku di vê rêyê û hemû çeper û meydanên cur bi cur ên xebatê de
ji tu mêrekî xebatkar û kêmtir û bêşiyantir ninin.”
Dr. Şerefkendî derheq xebat û
tekoşîna jinan dîtin û ramanek bi tevahî Omanîstane hebû. Bona îsbatkirina vê
gotinê jî, Dr. Şerefkendî di nivîsareke xwe de dibêje: “ji bîr nekin ku xebata
me bona gihîştin bi azadiyê, aliyên cur bi cur hene, ku xebata çekdarî yek ji
wan metodên xebatê ye û xebat bona azadiya jinan jî ku nîva civakê ne, yek ji
aliyên din ên xebata me ye ku ji xebata çekdarî bona azadiya neteweya Kurd
kêmtir nine.
Em hemû dizanin ku di bin siya
rejîma Komara Îslamî ya Îranê de tu kes nikare bi pêşerojeke geş û rohn dilxweş
û hêvîdar be.
Tenê bi sernixuniya vê sîstemê ye ku
em dikarin bibin xwediyê mafên xwe.
Çavkanî:
Pirtûka Bijartiyek ji gotarên Dr.
Şerefkemdî |