Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Bîranînek Ji Cinayeta Agirberdana Gundên Bajarê Makûyê

 

Mecîd Cinîkanlû

Heke em lênihêrînekê bi ser dîroka xebata azadîxwaziya neteweya Kurd bikin, gellek xuya û eşkere ji me re derdikeve ku desthilat ên dagirker ên Kurdistanê ji tu zulm, zordarî, kuştin û cinayetekê li dijî neteweya bindest û belengaz a Kurd xwe neparastine. Wan dewletan herdem û aliyê kêm ji sed salan berî niha ve, ji heyîn û

 çavkaniyên aborî ên axa Kurdistanê çek û sîlah kirîne û bi wan çekan Kurd kuştine û gellek nimûneyên komkujiyên biçûk û mezin encam dane.

Heta duh rejîma Faşîst a Beesê bi serkêşiya Sedamê dîktator bi bombeyên Kîmyayî li Helebçeyê 5000 mirovên sivîl kuştin û cinayeta Enfalê afirand, li Turkiyê hikûmeta nejadperest a wî welatî di çarçoveya siyaseta Kemalîstî a înkara Kurdan, Kurd bi Turkên Kovî binav dikirin û şoreşên Kurdan qir dikirin û zimanê Kurdî qedexe dikirin, li Sûriyê jî rejîma dîktator a wî welatî hêj Kurd bê nasname hêlane û zext û îşkence û kuştin ji bo Kurdên vî parçeyî vê bûye edeteke rojane a jiyana wan, li Îranê jî Kurdkujî, asîmîlasyon û kuştin û terorkirina rêber  û keç û xortên welatparêz û azadîxwaz ên vî parçeyî her berdewam bûye û her du rejîmên Şahenşahî û Komara Îslamî ji tu cinayetekê li dijî Kurdan  parêzî nekirin û nakin, lê tevgera rizgarîxwaz ya Kurd her di çepera heqxwaziyê de maye û xebata Kurdan bona bidestxistina mafên neteweyî li hemû beşên Kurdistanê ne rawestaye. Bi xweşî ve 15 sal e Kurdistana Başûr azadî wergirtiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bûye.

Di vê nivîsarê em dê lênihêrînekê bi ser cinayeta agirberdana gundeke bajarê Makûyê bikin. Di dema sed salên derbasbûyî de sîstemên Paşatî û Komara Îslamî, ji ber mafxwaziya Kurdan li Îranê, neteweya me herdem ketiye ber êrîş û xezeba wan du desthilatên zordar û Kurdkuj. Rejîma Pehlewî bi qirkirina şoreşa Simkoyê Şikak û hiloşandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li bajarê Mehabadê û îdama rêberên Komarê û kuştin, dûrxistin û wd... ji tu kiryareke cinayetkarane xwe neparast.

Piştî nemana rejîma dîktator a Pehlewî û serketina Şoreşa Gelên Îranê di sala 1979’an, hemû gelên Îranê bi vê hêvî û xweziyê bûn ku tevî bidestvegirtina desthilatê ji aliyê rejîma taze hatî a Komara Îslamî dê bikarin mafên neteweyî, hiqûq û azadiyên mirovî ên xwe bidest bixin. Lê rejîma Melayan bi serkêşiya Xomeynî ji rojên destpêka serketina şoreşê bi êrîşa ser neteweyên Îranê li Turkmen Sehra, Belûçistan û Kurdistanê naverok û kakila cinayetkarane a xwe bi xelkê Îranê û nemaze neteweyên bindest ên Îranê nîşan da. Hevdem tevî îlankirina xebata eşkere ya PDK Îranê di 11’ê Reşemeya 1358(1980)’an, Partiya Demokrat bi piştevaniya civatên xelkê Kurdistanê ji bo bidestveanîna mafên neteweyî ên gelê Kurd di çarçoveya Îranê hewl da ji rêya gotûbêj û diyalogê bi hikûmeta navendî re daxwaz û xwestekê rewa û  dêrîn ên Kurd bîne cî. Lê Xomeynî bi dana Fetwayê li dijî neteweya Kurd di 28’ê Gelawêja 1358(1980)’an de, bersiva banga aştiyane û azadîxwaza Kurdan bi guleyan da. Di vê pêvajoyê de xortên gelê Kurd li seranserî Kurdistanê û di vê navberê de bajarê Makû û derdorê jî bi piştgiriya bernameyên neteweyî û mirovhezane yên PDK Îranê rabûn. Ji ber ku ev bajarê Kurdistanê herdem melbenda şoreş û bizavên neteweyî ên Kurdan bûye û zanyariyên bêtir li ser tevgerên Kurdan hebûn û pir  caran hatibûn mişextî, koçberkirin û dûrxistin. Xelkê Kurd yê vê navçeyê di salên 1930’an, roleke çeleng û ektîv li serhildan û alîkariya bi Şoreşa Agirî bi rêberiya Partiya Xoybûn û Êhsan Nûrî Paşa hebûn.

Di vê rêyê de şehîdên wekî Ferzinde Celalî diyarî rêbaza azadî û rizgariya Kurdistanê kiribûn. Piştî serkut û qirkirina vê şoreşa bi hevkariya Turkiyê û Îranê, bêtirî 165 gundên vê deverê di nav axa Îran û Turkiyê de bi tevahî hatin kavilkirin û ji nav çûn û nêzîk 200 malbatên Kurd ên Makûyê ji bajarê Qezvîna Îranê re hatin dûrxistin, sirgûnkirin. Di dema Şoreşa Agirî de û piştî serkutkirina vê şoreşê, çiyayê Agiriyê biçûk li hember çend sed metr erdî li herêma Sêroyê, di navbera van du rejîman hate guhertin. Serbarê vana hemûyan, serpêhatiya parçekirina Kurdistanê bi du parçeyan bo cara yekemîn di deşta Çaldirana Makûyê, hêj di lavik û kilamên jin û mêrên vê navçeyî de, xem û kula giran a parvekirina axa Kurdistanê ye. Ji ber vê sedemê xelkê Kurd yê vê herêmê di destpêka şoreşa Gelên Îranê wekî her derekî Kurdistanê ji bo parastin û berevanî ji armancên neteweya Kurd amade bûn. Lewra her di rojên destpêka şoreşê de bi sedan ciwanên vê devera Kurdistana Rojhilat ji bo bidestxistina maf û azadiyên berheq û demokratîk ên gelê Kurd tevlî refên Pêşmergeyên PDK Îranê bûn. Roja 14’ê Xezelverê sala 1360’an a Rojî(6’ê Ciriya Pêşîn a sala 1981)’an, hêzên Sipaha Pasdaran a Komara Îslamî a Îranê êrîşeke berfireh kirin ser gundên bajarê Makûyê û cuda ji wêran û xirakirina dehan xanî û malên gundiyên deverê û kuştina xelkê sivîl, gundê Yarmiqa Jêrîn bi tevahî şewitandin. Piştî agirberdana gund, sedan ser ji ajel û heywanên xelkê vî gundê ji nav birin. Herwiha du kes bi navên: Îsmayîl Ramî û Hesen Direxşanî kuştin û jinek bi navê Besê Şehnazî bi xurtî birîndar bû û xelkê din ên vî gundî neçar man cî û warê xwe biterikînin. Hevdem tevî vê êrîşa Pasdarên Xomeynî çendîn xaniyên gundê Xermanê bi destê wan xirab bûn ku tenê tawana xelkê vî gundî piştevanî ji armanc û mafên neteweyî bi rêberiya PDK Îranê û xwedîkirina Pêşmergeyan bû. Hemû ev bûyer di çarçoveya fermana cîhada Xomeynî li dijî xelkê Kurdistanê bûn, fetwa û fermanek nemirovane ku heya îro jî her didome û her rojê jiyana çend welatiyên Kurd distîne.

Rejîma cinayet û gemar a Komara Îslamî wisa difikire ku bi kuştin, îdam, îşkence, dûrxistin, kavilkirin û wd...ya Kurdan û cî warê wan, dê bikare neteweya Kurd neçar bike dest ji bizav û xebatê berdin, lê cinayetên han û heta terorkirina rêberên mezin û navdar xebata azadîxwziya Kurd li Kurdistana Îranê wek Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û wd... nekarî Kurdan rastî têkçûnê bîne û wan di rêbaza bidestxistina maf û azadiyên neteweyî dilsar bike. Belkî ev hemû serkut, qirkirin û zordarî pêvajoya serhildan û nîşandana nerazîbûna xelkê Kurd û domandina rêya rêberên şehîd germ û gurr û mikumtir kiriye û bêguman ev xebate heya roja serbestiyê dê her bidome.

Di 26’mîn salvegera cinayeta agirberdan û kavilkirina gundê Yarmiqa Jêrîn a ser bi bajarê Makûyê, em tevî mehkûmkirina wê cinayeta hov, şehîd û goriyên din ên vê cinayetê bibîr tînin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 28’ê Banemera 1387’ê Rojî