|
ramanê di Îranê de
peyvekê pêşkêş bike!?.
Lê berî vê ku Ehmedînijad bête zanîngeha Kolombiyayê, xwendekarên vê zanîngehê
nerazîbûna xwe eyan kirin û ragehandin ku nabe ew serkomarê ku bi eşkere
Hulukastê ret dike û daxwaza mihkirina Îsraîlê li ser xerîteya cîhanê dike,
bihête vê zanîngehê û hitbara zanîngeha me bibe jêr pirsyarê. Lê serbarê
dijberiya xwendekaran berpirsê zanîngehê ragehand, bila Ehmedînijad bihê, emê
pirsên zehmet û giring lê bikin. Helbet Ehmedînijad daxwaza seredana ciyê bûyera
11'ê Septamberê jî kiribû, lê Şaredarê Nîyoyorkê ragehand: Hatina Ehmedînijad bo
vira bê hurmetî bi xelkê vî welatî ye. Çawan dibe yên ku piştevaniyê ji
terorîzmê dikin seredana ciyê vê bûyerê bikin? Ev biryara di demekê de bû ku
Şaredarê Nîyoyorkê îzna malbatên qurbaniyên bûyera teqîna Navenda Cihûyan li
paytexta Arjantînê de dabû ku bi serkomarê xwe re seredana ciyê vê bûyerê bikin
û bona hevderdiya bi malbatên qurbaniyên bûyera 11'ê Septamberê, qevdikên gula
li ser ciyê vê bûyerê danên.
Berî vê ku Ehmedînijad axavtina xwe li wir dest pê bike, berpirsê zanîngeha
Kolombiyayê çû pişt tirîbonê û bi vî awayî Ehmedînijad bi beşdarbûyiyan da
naskirin. “Ehmedînijad hulukastê ret dike û daxwaza mihkirina Îsraîlê li ser
xerîteya cîhanê dike. Azadiya ramanê di Îranê de tune ye, mafê jinan tê
binpêkirin”.
Piştî axavtina "Lî Balîncêr" berpirsê zanîngehê, Ehmedînijad çû pişt tirîbonê.
Dîsan jî weke hemû carê bas ji azadiya ramanê di Îranê de kir. Herweha got ku ez
li bûyera Hulukastê bi şik û guman im. Ehmedînijad herweha di bersîva
nûçegihanekî de derheq birêveçûna hukmê îdamê di Îranê de gellek bê şermane got:
Di welatê me de tawanbar ji rêya bidarvekirinê ve têne îdamkirin, lê di welatê
we de (merema wî Amrîka bû) xelk bi gazê an jî bi lêdana ampûla hewayê têne
îdamkirin. Herweha derheq derkirina hukmê îdamê bo du rojnamevanên Kurd got ku
haya min ji tiştekî weha tune ye.
Ehmedînijad di demekê de bas ji azadiya ramanê û azadiya kêmaniyên mesebî di
Îranê de dike ku rojnamevan, xwendekar, kedkar û mamostayên xwendegehan seba
eyankirina bîr û baweriyên xwe, yan daxwaza zêdekirina heqdestê xwe û
rexnegirtina ji hikûmetê dikevine jêr îşkenceyên herî hovane ên sedsala navînî.
Ehmedînijad ku bas li rêzgirtina ji mafê mirovan dike, her tenê di heyamê mehekî
de 41 kes bi destê karbidestên dewleta vî serkomarê adil, mirovdost û xwedîîman!
hatine îdamkirin, bi bêy vê yekê ku ew kesana di dadgehekî bêalî û serbixwe de
hatibne dadgehîkirin, yan mafê girtina parêzeran ji xwe re hebûbin. Ji bîra me
neçe ku di dema şerê Îran û Îraqê de bi hezaran kesî ku seba eyankirina bîr û
baweriyên xwe hatibûne girtin, her piştî bidawîhatina vî şerî, bi awayên herî
hovane hatne îşkence û îdamkirin. Ew kesên îdamkirî herweha di gorên bikom de
dihatne veşartin, û navê ciyê veşartina wan terman jî danîne "Le'inet Abad".
Ayetullah Muntezirî di pirtûka bîranînên xwe de dinivîse: Di nava girtiyên li
girtîgeha Êvînê de, gellek keç jî hebûn. Min vî çaxî gote Xumêynî ku îdama wan
keçan li gora Ola Îslamê ne dirust e. Lê her piştî vê rexneya min, karbidestên
hikumetî di girtîgehê de destdirêjiya cinsî kiribûne ser wan keçan da ku bibne
jin, û îdama wan li gora Ola Îslamê dirust be û piştre hemû gullebaran kiribûn!?.
Belê Ehmedînijad jî azadiya ramanê ji wan erbabên xwe ve hîn bûye, ku wisa bû
mirov çi çavnihêriyek ji Ehmedînijad û kirêgirtiyên din hebe.
Herweha di Îranê de serbarê vê yekê ku peyrewên kêmaniyên mesebî bi tundî têne
perçiqandin, lê peyrewên mesebê Behayî ne tenê bi fermî nahêne nasîn, belkî ji
çûna bo zanîngehan jî bêpar in. Li gora serhejmariyekê ku ji aliyê nivîsîngeha
Civaka Navneteweyî a Behayiyan ve belav bûye, di sala 2007'an de, nêzî 369
Behayiyan di ciyên cur bi cur ên Îranê de mafê çûna bo zanîngehan û navendên
Perwerdehiya Bilind hebûne ku bi sebebê Behayîbûna wan pêşiya navnivîsandina 191
kesî hatiye girtin. Herweha 70 xwendekar jî ku piştî navnûsiyê û di dema
xwendinê de Behayîbûna wan eşkere bûye, li zanîngehan hatine derkirin.
Pejirandiya (musewiba) pêşîgirtina ji çûna Behayiyan bo zanîngehan di bervar
25.02.1991'an de ji aliyê Civata Bilind a Şoreşa Çandî ve hatiye derkirin. Di
benda 3'ê ya vê pejirandiyê de hatiye: Divêt pêşiya navnûsiya Behayiyan li
zanîngehan de bê girtin. Heke Behayîbûna xwendekarekî/ê di dema xwendinê de jî
eşkere be, divêt pêşiya xwendina wan bihê girtin.
Ew herweha dibêje ku di Îranê de azadiya takekesî heye û jin jî xwediyê gişt
mafekê ne. Lê bas ji vê yekê nake ku wan di gaveke nû de dest bi avakirina "Polîsê
Emniyeta Exlaqî" kiriye û polîsê bi nav Ewlekariya Exlaqî, her pêka serhejmariya
wan bixwe heya niha karîne ku nêzî 150.000 kesî li seranserî welat de rapêçî
girtîgehan bikin. Helbet hewce ye ku em vê yekê jî bêjin ku pênaseya bê exlaqiyê
li cem wan eva ye ku jin divêt bi tevahî xwe dapoşin, û mêr jî nabe bi kincên
balkêş û milkurt bigerin. Em dikarin bêjin berevajî welatên azad û demokratîk di
Îranê de, tenê Xamineyî û Ehmedînijad serwer in, ne yasa!?.
Ehmedînijad derheq bûyera Hulukastê jî dibêje ku divêt li serrast, an jî
nerastbûyîna hulukastê lêkolînên zêdetir bêne kirin. Helbet Ehmedînijan
Hulukastê bi tevahî ret dike, lê vê carê eva bi qazancê wî bû ku bi vî awayî
bipeyive. Ehmedînijad di demekê de bas li lêkolînên pitir li ser vê bûyerê dike
ku bi dehan carî dîmenên vê bûyerê li torên televîzyonî ên Îranê de belav bûne.
Ehmedînijad herweha Îsraîlê bi rejîmekî dagirkar dizane û daxwaza rakirina vê li
ser topa erdê dike. Ehmedînijad divêt bizane ku xelkê Felestînê Mehmûd Ebbas
wekî serokê herêma xwe hilbijartine, ne Ehmedînijad. Xelkê Felestînê bi
serokatiya Mehmûd Ebbas dikarin li derheq çarenûsa xwe de bifikirin û biryaran
bidin, ne Ehmedînijadê ku ji alîkî ve xwe bi dilsojê xelkê Felestînê dihesibîne
û ji alîkî din ve jî bi dana alîkariyên zaf ên malî û leşkerî bi Saziya Hemasê,
vê saziyê dijberî Îsraîlê weha tûj dike ku nabe heya hilweşandina Îsraîlê desta
ji xebatê bikêşin, û bi vî awayî bixwe mezintirîn asteng in li hember aştiya di
navbera her du wlatan de. Herweha Ehmedînijad di demekê de bas ji nehêlana
Îsraîlê li ser xerîteya erdnîgariya cîhanê dike ku welatên Erebî bixwe hatine
ser vê baweriyê ku dijberiya Îsraîlê nekin. Şeş welatan di hinek waran de bi
Îsraîlê re têkilî hene, du welatan jî têkiliyên berdewam bi Îsraîlê re hene.
Ku wisa bû ev hemû vir û derew, û gefên Ehmedînijad ne tenê temenê hikumeta wî
dirêj nakin, belku berev hiloşînê nêzîktir dikin. Zalim qet sernakevin, renge bo
heyamekî kurt an dirêj bikarin gelan biperçiqînin, lê dawiya temenê dîktatoran
her şikest û têkçûn e, û serkevtin ya azadîxwazên rastîn e. Lewra divêt
Ehmedînijad jî ji vê yekê xatircem be ku qedera wî ji qedera dîktatorên mîna
Hîtlêr, Mosolînî, Pînoşe, Seddam û Mîlîsovîç baştir nabe. |