|
Bi rastî
jî miletê Kurd rolek giring di avakirina dewleta Sûriyê de lîstiye ku di bin
nîrê Fransiyan de bû. Li seranserî nîva pêşî ji sedsala bîstan qurbaniyên hêja
pêşkêş kirine ji bo pêkanîna azadî û serxwebûn û pêşketina Sûriyê, lê mixabin
hêzên şovînî ji vê rolê nerazî bûn û hêdî hêdî piropoganda û derew li dor vê
rolê belav kirin. Gotin ku Kurd xeterekê li ser ewlekariya welat çê dikin û
nerînên tijî kîn û zikreşî li dijî Kurdan dane eşkerekirin û belavkirin û hebûn
û taybetmendiyên wî yên netewî dane înkarkirin û ev mêjiyê nijadperest hate
eşkerekirin. Yekemîn car di destûra Partiya BEES de ku
eşkere dibêje: “çi kesê/a ku bi zimanê Erebî biaxive, ew dibe Ereb û çi kesê/a
li derveyî vê nerînê bimîne, divê were koçbarkirin û dûrxistin..“
Ev
piropoganda şovînî li dijî neteweya Kurd li Sûriyê û li dijî rola wî ya
nîştimanî ya birûmet gihîşte wata herî bilin. Di salên şêstî ji sedsala bîstan
de, dema ku efserê ewlekariyê Mihemed Teleb Hilal, serokê beşa siyasî li
parêzgeha Hesekê ( Cezîrê ) lêkolînek xerab amade kir li ser Cezîrê ji aliyên
netewî, siyasî û civakî ve, kîn û berberî jê difûriya li dijî kurd. Bi wê nerînê
dixwest dîwarekê ji xelkên Ereb ava bike, di navbera xelkên neteweya Kurd de yên
ku sînorên ( Saykis –Pîko ) berê ew ji hev qetandibûn, û wan ji herêmên wan yên
resen bidin koçbarkirin û Ereban li şûna wan cîbicî bikin. Ji bo ku demografiya
wan herêmên ku bi piraniya xwe ve Kurd in, bidin guhertin, û di wê lêkolînê de
dabû nîşandan ku kurd dixwazin welatê Sûriyê bidin parçekirin û dewleta Îsraîl
ya duyemîn bidin çêkirin û bêbextî û derwên din jî digotin, ji bo gurkirina
cemawerên Ereb li dijî birayên wan yên Kurd ev ji aliyekî ve û ji aliyên din ve
peydakirina behana ji desthilatên şovînî re ku êrîşan bidne ser wê xeter a ku di
mêjiyê xwe de çê kirine ji bo qirkirina Kurdan. Bi rastî jî wî efserê şovînî
çend pêşniyarên mîna jehrê ji serokatiya dewleta xwe re pêşkêş kiribû ku bi
pêkanîna wan pêşniyaran dê bikaribin Kurdan ji kok de rakin, wî di wê lêkolîna
xwe de di vê derbarê de ev gotiye: “pirsgirêka kurdî îro ku xwe saz kiriye, wek
nexweşiya penceşêrê ye, çê bûye yan hatiye çêkirin di parçekî de ji laşê netewa
Erebî de û tu derman jêre tune ye ji bilî jêkirinê pêve”.
Ji nav
pêşniyarên ku Mihemed Teleb Hilal pêşkêşî serokatiya xwe kiriye ev xala ( 8 ) ye
ku dibêje: bicîkirina xelkên Ereb yên netewperest di herêmên Kurdî de li ser
sînor, ji ber ku ewê bibin dîwarek di pêşerojê de di navbera kurdan de û wisa
jî dê bibin çavdêr jî li ser wan, ta ku werin barkirin bi yek carê re ..”.
Mixabin
ew pêşniyarên kirêt û rûreş ji aliyê desthilatên şovînî ve wek pirogirama kar
hatin qebûlkirin û li ser erdê bikar anîn. Di riya zincîrek ji pirojeyên şovînî
û siyasetên dijî maf û yasayên lîsta mafê mirovan û peymanên navdewletî ku ji
aliyê dewleta Sûriyê ve jî hatine îmzekirin û hejmartina awarteya 1962 û zinara
erebî xirabtirîn piroje bûn ji wê lîstê û mezintirîn zerer gihandin nasnama
netewî ya neteweya Kurd ..
lewma
zinara Erebî yek ji pêşniyarên Mihemed Teleb Hilal bû ku desthilatên Sûriyê di
1966’an de dest bi cîbicîkirina vê pirojeyê kiribûn wek qonaxa yekem, ku dest
danî bûn ser baştirîn zeviyên çandiniyê li Cezîrê yên ku cotkarên Kurd ji bav û
kalan ve bi xwêdana xwe av dida û cot dikir, li seranserê sînorê Sûriyê bi
sînorê Turk û Îraqê re, ew zinar dest pê dike. Ji Eyindîwar li ser çemê Dicle ta
bigihe Serê Kaniyê ji aliyê rojava ve , bi ferehbûna 10-15 kîlometir û bi
dirêjaya 375 kîlometir, ev zevî û qad ji cotkarên Kurd hatin sitandin bi behana
avakirina komelgehên çandiniyê li gor nimûnên Sovxoz û Kolxoz ên soviyetî ku
leşkergehê sosyalîstî piropogandek mezin jêre kiribû û bi xurtî li kêlekê
disekinî, li dijî cotkarên Kurd ku vê zinara Erebî ew bê qada hiştibûn û wê demê
Almaniya Rojhilat ew cotkar wek kevneperest û nokerên sehyûnîzmê didan
nîşandan, ji ber ku li gor dîtina wan li dijî guhertinên sosyalîstî di Sûriyê
de disekinin.
Li ser
bingeha biryara serokatiya Bees( Qiyada Qitrî ), ya di bin hejmara 521 /
24-6-1974, desthilata Sûriyê di sala 1974’an de dest bi pêkanîna qonaxa duyem ji
Zinara Erebî kir bi anîna 4500 malên Ereb ji derveyî parêzgeha Cezîrî, ji
parêzgeha Heleb, Reqa ew anîn û li 39 gundên nûjen ku dewletê ji wan re ava
kiribûn, di seranserê wê zinara erebî de, ew bicî kirin û ew zevî li wan belav
kir ku hejmara wê digihîşte 800 000 donim, yanî her malek Ereb ji 150-300 donimî
zêdetir sitand û hemû pêwîstiyên jiyanî ji wan re berdest kirin di wan gundan
de.
Ev
piroje hîn jî berdewam û bêrawestan ta roja îro jî didome û vê dawiyê desthilata
Sûriyê dest bi pêkanîna biryarekê kiriye ku 150 malên Ereb ji başûrê bajarê
Hesekê ji navçeyên Şedadê û çiyayê Ebdul Ezîz bînin herêma kurdî Dêrikê wan bi
cî bikin û zeviyên mayî ku berê ji kurdan sitandibûn li wan Ereban belav bikin.
Di demekê de ku bi dehan hezar malên Kurd xwediyên wan zeviyan hene ku ji bostek
erd jî bêparin û ev gava şovîn hatiye avêtin li ser bingeha nama ku ji Wezarata
Çandinî û sazkirina çandiniyê derketiye di bin hejmara 1682 / m d / 3-2-2007 ya
Qiyada Qitrî ya Partiya Bees. Li gor vê biryarê di 13.6.2007’an de rêvebira
çandinî û sazkirina çandiniyê li Hesekê 5600 donim zevî ji gundên Kurdan Xirab
Reşk, Girê Reş, Qidêrîk, Girkê Mîro, Qizircibê dane wan malên Ereb.
Her wiha
jî desthilatdarên Sûriyê her serê demekê wan zeviyên cotkarên Kurd yên hindik ji
wan distînin ku bi keda xwe û xwêdana xwe ji keviran paqij kirine ku ji çend
doniman ne zêdeter bû û dane Ereban bi behana ku erdê wan kêm e, weke ku di bîst
salên derbasbûyî li dehan gundên Kurdan de li herêma Dêrikê, Sermisax, Tokil,
Kêşik, Dêrûnê, Cîlika, Mistefawiyê.. çê bûye, bi hêviya ku zor xurtir bibe li
ser hemwelatiyên Kurd an pirçî bikin da ku neçarî dev ji gundên xwe berdin û
vala bikin li gor daxwaza M.T.Hilal.
Bi rastî
ev zincîra pirojeyên şovînî ne ji valahiyê hatiye ku dixwaze hebûna Kurd tune
bike, lê belê ji wî mêjiyê şovînî qirêj hatiye der ku xwediyê wê Mîşêl Efleq bû,
ewê ku ramanên xwe ji Hîtler wergirtibûn, ew mejiyê ku rêjîmên Sûrî û Îraq
mixabin bawerî pê anîbûn, ji ber ku pirojeyên nijadperest li herêmên Kurdî li
Sûriyê û bi taybet li Cezîrê ku bûye û hîn jî dibin, ji bo erebkirina wan
herêman û valakirina wan ji xelkên wan û ji bo guhertinek demografî lê bicî
bînin, ev şêwe ji pirojan hatiye fotokopîkirin ji pirojeyên ku li gellek herêmên
Kurdistana Îraqê hatine pêkanîn ( Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Şingal, Mexmûr,
Zimar.. ), ev pîlan îro bûne astengên mezin li pêşiya avakirina sîstema fedralî
li Îraqê û herwiha jî bûye bombeyek (mayîn)di her demê de pirojeya siyasî bi
tevayî dide herifandin û xerakirin, û baca wê jî ne tenê neteweya Kurd dê bide,
lê belê Îraq bi tevayî û herêma Rojhilata Navîn jî bi tevayî wê bacê bide û îro
vaye cîhan derbasî sedsala bîstan bûye ku gellek guhertin û bûyer û nerînên
demokratî û mafên mirov bi xwe re anîne ku bûye şoreşek mezin li dijî nerîn û
baweriyên dîktatorî û zordest ta ku gihîşte bidarvekirina Sedam Hisên ewê ku ev
mejiyê qirêj bikar aniye bi şêwekî kirêt û rûreş gihîşte bikaranîna çekên
kîmyayî li dijî Kurdan. Lewma berdewamiya li ser vî mejiyê qirêj ne aqilmendiyek
e, ji ber ku dem jê derbas bûye û bûye ji pêmayên kevin, û demê da nîşandan ku
ev mejî pûç e û qet bi ser nakeve, di qirkirin û qutbirîna miletekî kevin de, ev
pirojeyên ku her û her bi xerabî li xwediyên xwe vegeriyane. Ji ber ku ev piroje
mîna bombeyan têne çandin di nav yekîtiya niştimanî de û her dê ew bombe rojekê
biteqe, eger kesên aqilmend û hezkerên yekîtiya welat û pêşeroja wî, zû van
pirojeyan pirotesto nekin û doza sekinandin û rakirina wan bi yekcarî û bê çawa
zinarên xweteqîn dujminan tenê nakuje, belam xwediyê xwe pêşî dikuje li gel
kesên bê sûc û guneh jî ( zarok, kal, jin .. ), wilo jî pirojeyên şovînî van
kesan tevan dide ber xwe, ji ber ku ji eynî mejî ev piroje têne der, gelo her
yek ji ciyê xwe ( ji hundurê desthilatê û ji derve ) dê van pirojeyên kirêt
pirotesto bike?? da ku yekîtiya welat biparêze ji agirê van zinarên xweteqîn ..
*-
nivîskarekî kurd yê ji Sûriyê |