|
derheqê de hewce
nizane ku iznê ji çi kesêÎ werbigire. Erdoxan da zanîn ku Enqere bona derbazbûn
ji tixûbên Kurdistanê û êrîş bo ser PKK’ê ji tu kesê/î iznê wernagire. Her li
dirêjiya gefên dewleta turk bona êrîşa ser Herêma Kurdistanê 12 partî û saziyên
Kurd û Kurdistanî û bo dijkiryar li dijî wê helwesta desthilatdarên Turk,
bangewazek ji bo bîr û raya giştî li jêr dirûşma "bila em nehêlin Dewleta
Turkiye rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike", dane weşandin.
Di beşek ji wê daxuyaniyê, hatiye: “Ji bo bîr û raya giştî ron û eşkere ye ku
armanca dewleta Turk, lêdana binke û bargehên PKK nine. Armanca sereke ya
dewleta Turkiyê berlêgirtin ji xurtbûn û pêşveçûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê
ye. Generalên Turk gellek caran ragehandine û dibêjin ku: Hikûmeta Herêma
Kurdistanê tirsek ji bo ser tenahiya neteweyî ya Turkiye tê hesibandin. Li gor
bîr û bawera Generalên Turk û karbidestên dewleta Turkiye demekê gelê kurd bixwe
qedera xwe diyarî bike, dibe tirs û gefek bo ser Turkiyê!! Di halekê de ku mafê
diyarîkirina çarenivîsê yek ji mafên serekê ên neteweyan e û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê jî daxwaz û îrada Kurdên Kurdistana Başûr e”.
Gelo dewleta Turk bi wan gefane birastî dixwaze êrîşê bo ser Herêma Kurdistanê
bike? Eger êrîşekî han bihê kirin, armanc têkdana tenahiya Herêma Kurdistanê ye,
yan derbe lêdan ji çekdarên PKK’ê tê hisêb? Gelo Turkiye dê bikaribe bi wê êrîşê
dawiyê bi liv û tevgerên vê hêzê bîne? Gefên desthilatdarên Turk di wê Qonaxê de
bi çi armancekê xurtbûn bi xwe ve dîtine? Dijkiryara bîr û raya giştî û neteweya
Kurd li hember êrîşê han dê çi be. Bê şik her wek ku di bangewaza partî û
saziyên Kurdistanî de hatiye, encamdana vê êrîşê tenê bi armanca ji holê
rakirina, ewlehî û pêşveçûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkdana ezmûna
hikûmeta Kurdî li Îraqê ye, ne binke û bargehên PKK’ê. Renge em bikaribin vê
yekê bibêjin ku take astenga li hember dewletên mîna Turk û Îranê, bona êrîş bo
ser Herêma Kurdistanê, hebûna hêzên hevalbend bi rêberiya Amerîkayê di Îraq û
Kurdistanê de ye. Ji ber ku êrîşa dewleta Turk bo ser Herêma Kurdistanê rast
berevajî siyast û armancên dewleta Amerîkayê di Îraqê de tê hesibandin ku
Kurdistanê ku xwediyê Parleman û yasaya taybet bi xwe ye, wek parek ji Hikûmeta
Federal a Îraqê dihesibîne. Hekene bezandina tixûbên Kurdistanê û binpêkirina
serweriya axa welatekê, li cem wan tiştekî xwezayî tê hesibandin. Yekem armanca
dewleta Turk ji bo xurtkirina gefan li dijî Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de,
zext û givaşanîn bo ser dewleta Amerîkayê ye, belkî ku ji vê rêyê ve bikaribe
ber ji pejirandina gelaleya komkujî û qirkirina Ermeniyan ji aliyê hikûmeta
Osmanî di Kongress a Amerîkayê de bigire .
Piştî pejrandina gelaleyekê ji aliyê yek ji komîteyên Kongress a Amerîkayê bona
jinoysad hesêbkirina qirkirina Ermeniyan ji aliyê Hikûmeta Osmanî ve,
desthilatdarên Turk bi tevayî bi vê yekê nigeran in û dixwazin bi her awayekê
bûye, ber ji pejrandina biryara han di Kongressê de bigirin!!! Ji bo vê armancê
çeka herî baş di destê wan de gefa êrîş bo ser Herêma Kurdistanê ye.
Armanca din a desthilatdarên Turk ji gefxwerinên xwe bona êrîşa ser Herêma
Kurdistanê, kişandina Amerîka û hevalbendan bi taybetî peymana Atlantîka Bakur
“Nato”ê ji bo şer li dijî PKK’ê ye. Hizra han ji ber vê hegerê di mejiyê
desthilatdarên Turk de çê bûye ku PKK di nava lîsta partî û saziyên terorîstî ên
Wezareta Karê Derve a Amerîkayê de hatiye cih kirin rojeva û welatên Ewropayê jî
PKK’ê wek saziyeke terorîstî dihesibînin. Lewra piştî hatine rojeva Eniya teror
û dijî Terorê, Dewleta Turkiyê wek endameke “Nato”yê, bi mifahwergirtin ji vê
keysê dixwaze bi hêceta bi nav şer li dijî terorê! peymana “Nato”, nemaze
Amerîkayê tevlî şer li dijî hêzên PKK’ê bike. Hekene dewleta Turk baş dizane ku
bi êrîşa ser Herêma Kurdistanê nikaribe hêzên PKK’ê ji nav bibe û dawiyê bi
tevgerên vê hêzê bîne. Ji ber ku eva cara yekemîn nine ku dewleta Turk dest bi
êrîşekî han dike.!! Her wek li bangewaza 12 partî û saziyên Kurd û Kurdistanî de
hatiye, dewleta Turkiye di wan 25 salên dawiyê de 24 caran êrîşa kiriye ser
Kurdistana Başûr, lê tu demekê negîhiştiye armancên xwe ku wê carê bigehîjê.
Desthilatdarên Turk bi başî ji wê yekê haydar in ku hêzên PKK’ê mîna hêzeke
kilasîk di cihekê de cihgir nebûne ku di eniyeke taybet de şer li dijî wan dest
pê bike û dawiyê bi tevgera hêza navhatî bîne. Hêza han mîna hêzeke partîzan li
her cihekê dikare derba xwe biweşîne û ji wir dûr bikeve.
Şaşiya herî mezin a dujminê Kurdan û yek ji wan dewleta Turk eva ye ku hêj
nexwestine vê yêkê bi xwe bidin famakirin ku arîşe û pirsgirêka Turkiye tenê
tepeserkirina PKK’ê nîne. Em bixwazin û nexwazin PKK nûneriya daxwaz û xwestekên
parekî berçav ji gelê Kurd li Kurdistana Turkiyê dike. Eger gişt şervanên PKK’ê
jî ji ortê hildin, divêt di hizra çareserkirina daxwaz û xwastekên 20 milyon
Kurdan di wî welatî de bin ku êdî me jêve nine ku bi girtin, kuştin,
tepeserkirin, dûrxistin û komkujî dengê azadîxwaziya wî gelî dli Turkiyê de,
bêdeng bikin. Êrîş bo ser Herêma Kurdistanê, êrîş bo ser tev Kudan e ku bêşik
xincî xisar, ziyan û haydana bîr û raya giştî li dijî dewleta Turk, tu
destkevteke din ji bo wê dewletê nabe.
Em hêvîdar in, desthilatdarên Turkiyê dev ji gefên leşkerî berdin û dewsa
topbaran û êrîşa leşkerî bo ser Herêma Kurdistanê, rêya diyalog û danûstanan
hilbijêre û çareseriyeke bingehîn ji bo vê kirîzê di Turkiyê de ku daxwaz û
xwesteka gelê kurd di wî welatî de ye, bigre ber xwe û du neteweyên Turk û Kurd
bi hev re bi aştî û biraytiyê, jiyanê bidomînin. |