|
di vê çarçoveyê de bicî nahên, pirsên şexsî weke parastina vêc û
berjewendiyên takekes, taqim û gellek mijarên din dibin sedema veqetiyan û
cudabûna kesekî/ê yan hin kesan ji girûpekê û pêkanîna hin girûp û destekên din
û dubarebûna wê proseyê. Dibe ku ev kombûn û veqetiyan di şekl, armanc, dem û
cih de bi hev re biferq û cuda bin, lê ev cudahî tiştek li kakil û cewhera pirsê
naguherîne, ew jî cudabûn e.
Bê guman hemû veqetiyanek jî – heke heta di navbera du kesan de jî be – êş, elem
û ziyan û xisarên xwe hene û renge jî ku berhemên baş jî lê bikevin, îca ew
berhem dikaribe ji bo kes yan taqimeke/î biçûk be an pêşketina xebat û tekoşînê
bi qazancê netewe yan welatekê jê bikeve. Ewa ku endamên malbatekê bi hev re ji
bo bexteweriya malbata xwe kar bikin û hemû hewl û cehda xwe di pêxema hevgirtin
û tebahiya endamên malbatê de bidin, xwezî û hêviyek e, lê dema ku kesek an hin
kes di malbatê de dibin sedema vê çendê ku ew malbat ne tenê nikarin ji bo
bextiyariya malbatê bixebitin. Belku arîşe û dubendî di nava wan de – îca bi her
sedemekê be – digihîje astekê ku jiyana tevan têk dide, cudabûn û veqetiyan dibe
takereya çareseriyê. Lewra encama wê cudabûnê tenê encamên nerênî nîn in, belkî
dikare encamên erênî jî têde hebin. Li vir pirsek qut dibe, ew jî eva ye ku:
Gelo rêyek heye ku em encamên neyînî ên wan cudabûnane kêm bikin? Basa vê
nivîsarê bersiva wê pirsê li dîtin û nêrîna qazanc û berjewendiya giştî dide, ne
berjewendiya tak an girûpek biçûk, ji ber ku pirr caran heye ku ev du
berjewendiyene ne tenê bi hev re ne hevterîb û hevhêl in, belku li dijî hev in.
Hemû ew hevwelatiyên kurd ku di temenê min de ne û di nav refên xebatkarên
siyasî de bûne yan dîroka partiyên siyasî ên Kurdistanê xwendibin, haydarê dehan
cudabûnan di nava partiyên hemû parçeyên Kurdistanê de ne. Heke em lênêrînekê bi
ser xebata partiyên Kurdistana Îranê bikin, ew rastiye hemû ber çavê me. Encama
piraniya herî zêde a wan cudabûnan, arîşe û hevrikiya aliyan tevî hev bûye û
beşek girîng ji sedemên van pirsgirêkane jî vedigere bo wê çendê ku aliyê
veqetiyayî berevajî azîn û usûlên naskirî û nivîsandî, xwe bi xwediyê bingehîn ê
wê partiyê dizane ku bicî hêlaye. Mînaka wê berçavî (diyarde)iya xirab bila ez
her ji Partiya Demokrat bas bikim.
Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de û piştî kongreya çaran û
di bin bandora Partiya Tude de, taqimek ji Partiya Demokrat cuda dibin û bi navê
“Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê – Pêrewên Kongreya Çaran”
diçine çepera rejîma Komara Îslamî û berbirûyê Partiya Demokrat dibin. Her çiqas
beşek ji pirsgirêkên partiyê bi wê girûpê re vedigere bo hevçeperbûna wan tevî
rejîmê, lê pareke din ji bo wî nav û nasnavî dizivire ku di rastî de bi neheqî
li ser xwe danîbûn. Di wê demê de, rêberiya Partiya Demokrat rêzoke biryarek li
dijî wê taqimê der kir û di encamê de bi hev re ketin dijberîkirinê. Beşek ji
delîl û sedemên Partiya Demokrat derbarê navê wan eva bû ku kêmaniyek ji
rêberiya hilbijartî a kongreya 4’an (7 kes ji tevaya endamên rêberiyê) ku di
kongreyê de amade bûn û deng dane, niha ku Partiya Demokrat bicî dihêlin, çi din
Partiya Demokrat nîn in, ji ber ku Partiya Demokrat bi piraniya rêberî bername
û pêrewa xwe a hundirîn li ser cihê xwe ye. Lewra taqima veqetiyayî ne xwediyê
berheqî û nemeşrûiyeta wî nav û nasnavî ne.
Piştî derbazbûna çend salên din û îcar di Kongreya 8’an a partiyê de, careke din
heman senaryo bi hinek ferq û cudahiyan di bîr û nêrînan de dubare dibe. Bi vî
awayî ku kêmaniyek din ku li pey kongreya 4’an tevî partiyê man û nav û
navnîşanê Partiya Demokrat ji bo taqima cudabûyî a kongreya çaran bi nerewa û
neheq dizanîn û di biryardana li dijî wan de beşdar bûn, karê wan yê nerewa
kirin û navê xwe danîn “Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê – Rêberiya
Şoreşger” ku mixabin ew jî bûye sedema derd, elem û azareke zaf û dîrokekî
tal.
Lê ya balkêştir ji van du cudabûnan, veqetiyana sêyem di Partiya Demokrat de bû
ku di 15.09.1385 (06.11.2006)’an de rû da. Lewra dibêjim balkêştir, ji ber ku
dînamîka liv û tevgera vê cudabûnê bi destê kesekê ve bû ku li her du
veqetiyanên berê tevî Partiya Demokrat ma û di rêza wan biryarbidestan de bû ku
biryara li dijî aliyên cudabûyî der dikir, ji ber vê yekê ku navê xwe danîbûn
Partiya Demokrat û encama wan birayaran jî ron û eşkere bû ku bû sedema çi, ku
çi vê carê bi xwe kete rêza wan kesên ku Partiya Demokrat bicî hêlan, lê niha
xwe bi Partiya Demokrat dizane û bi hevbîrên xwe re dest bi ser wî navî de
girtine. Bi wê wateyê ku ew karê ku di du qonaxên derbasbûyî de bi nerewa û
neyasayî dizanîn û her wilo jî bû, her wî karî ji xwe re yasayî û heq dizanin.
Mixabin vê carê jî ev karê neheq gellek pirsgirêk û kêşe di nav Partiya Demokrat
û taqima cudabûyî de pêk anîne. Ji bo çareserkirina wan li vir em dê bi kurtî
qala wan arîşe û pirsgirêkan bikin, çunkî Partiya Demokrat li ser vê baweriyê ye
ku heke cudabûna vê carê weke carên berê gellek xisar û ziyan di şûnde hebûne,
bila em zirar û ziyanên aloziya navbera partiyê û wî alî û qebeheta cudabûnê jî
kêmtir bikin. Weke gotineke pêşiyan a kurdewarî ku dibêje: “Zirar ji nîvê
jî vegere, her qazanc e”.
Girifta vê yek naviyê eva ye ku:
1.Xelkê dixapîne û ji wan re nahên cudakirin. Nimûneya herî nû a wan qelbkirinê,
şaşkirina Partiya Komunîst a Fransayê bû, çaxekê ku nûnerê Taqima Mela Hesen
Restigar bi navê Partiya Demokrat ve daxwaza peyama piştgiriyê ji bo kongreya
xwe ji wan kiribûn. Ji bilî vê yekê, rojekê hevrêyek partiya me di peyameke
telefonî de ji min re got ku rojnameya ‘KURDISTAN’ ya her du
aliyan digihîje destê min, lê tenê bi dîtina wêneyên nava rojnameyê ez dizanim
kîjan rojname ya we kîjana ye! Bi rastî heke kesek wêneyan jî nas neke, divêt çi
bike? Yan heke hat û yek ji wan helwesteke siyasî ya çewt û şaş girt, an karek
xelet kir, çima ew şaşî û çewtî bi ser her duyan de bişkê? û… .
2.Li gor Pêrewa Hundirîn a Partiya Demokrat, ew nav ji bo wê partiyê hatiye
diyarîkirin. Pêrewek ku di çend kongreyên berê û yek ji wan kongreya herî dawî
(kongreya 13)’an de hatiye pejirandin. Di wê kongreyê de endamên kongrê bi aliyê
cudabûyî ve jî deng jê re daye û heta kesek jî li dijî wî navî nesekiniye. Ew
kongre kongreyek qanûnî bûye, ji ber ku pêka yasaya partiyê pêk hatiye, ew
qanûna ku li dema desthilata taqima veqetiyayî – ku beriya kongreya 13’an
piraniya rêberiya partiyê di destê wan de bû – hatiye pejirandin, lewra wan jî
tevî endamên din ên kongreyê deng bi meşrûiyet û berheqiya kongrê dane.
Bi vê sedemê, demekê kêmaniyek ji endamên Komîteya Navendî – (6 kes ji 23 kes) –
cuda dibin, ne Partiya Demokrat e.
3.Her ji ber van sedemane û gellek yên din ku ji ber dirêjnebûna gotarê, ez li
baskirina wan xwe diparêzim, destbiserdegirtina navê Partiya Demokrat ji aliyê
wê girûpê ve yê bûye sedema vê çendê ku têkiliya navbera wan duyan sar bibe. Eva
di demekê de ye ku heya niha pirr warên fikrî û dîrokî ku me bi hev re hebûne,
dikaribe helqa pêwendiya navbera me xurt û bihêz bike. Diyar e ew nave her eva
nîn e ku pêwendiyên sar di navbeyan me de pêk aniye, belkî dikare bibe kosp û
astengek li ser rêya bi hev re alîkarîkirin û nêzîkbûna me tevî hêzên din yên
siyasî ên Kurdên Opozîsyona Îranê, ku ji niha ve renge bêtir ji berê hevkarî û
ji hev nêzîkbûna wan hewce be.
Divê niha ji bo her yek li Kadro, Pêşmerge û endamên rêberiya aliyê cudabûyî ev
pirse derkeve holê ku gelo hilgirtina wê kospê bi diyarîkirina naveke din
xizmetê bi tevgera Kurd û pêşdeçûna wan du aliyan dike, yan biîsrabûn û
pêçeqandina demargirjane li ser parastin wî navî? Her di vê derbarê de eva jî
cihê pirsê ye ku bi çi tiştekê re diyar û xuya dibe ku heke navê xwe kirin bi
Partiya Democrat, bi rastî dê bibin Partiya Demokrat? Ewa nîn e ku her du
taqimên berê jî nebûn.
Lewra em li ser vê baweriyê ne ku çêtir bû her li roja piştî cudabûna xwe naveke
din ji xwe re diyarî kiriban, ji bo ku ew tundî û girjiyên di vê midehê hatine
pêş, pêk nehatiban, lê bila niha jî çavê me ji pêşerojê re be û em li benda vê
yekê bin di kongreyekê de ku van zûyane tê lidarxistin, vê astengê li ser rêyê
rakin. Em agahdarê vê çendê jî hene ku hin kes li rêberî û bedeneya wê taqimê
hene ku ewa ku lê difikirin, hesta tolhildan, demargirjî û tund û tûjî ye. Lê em
hêvîdar in ku şîrove, berhevdan û berjewendiya tevgera me bi ser tengfikirîn û
teskdîtina wê beşê de zal be û encama kongreyê di vî warî de ji bo rakirin û
nehêlana wê kosp û astengê alîkar be, nemaze ku di beşek ji daxuyaniyekê de ku
bi boneya dawîhatina Pilînoma xwe ku bervara 03.11.2007’an li ser de ye,
nivîsandine, “… di vê raporê de [armanc raporek e ku pêşkêşî Pilînomê
hatiye kirin] girîngiya taybetî bi hewcehiya ji hev nêzîkbûn û hevgirtina
navbera hêz û rêxistinên Opozîsyona Komara Îslamî di asta Rojhilatê Kurdistanê û
Îranê de hatibû dayîn … .” her di vê derheqê de li ciheke din a heman
daxuyaniyê de hatiye: “Raporê qala xwestek û çavnihêriyên endamên partiyê bi
taybetî û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ji partiya me û hêz û rêxistinên
din ên nav tevgera Kurdistanê kiribû ku hewildan ji bo pêkanîna hevgirtinekê di
navbera wan rêxistinan de yek ji wan e.”
Xezelwera 1386
Eva nivîsara mahane ya Sekreterê Giştî yê PDK
Îranê ye ku di malpera www.sikirter.org de hatiye weşandin.
|