|
45 derece û 10 deqîqe
heya 36 derece bi dirêjahiya rojhilatê ye û dirêjahiya wê ji bakur ber bi başûr
e. Derdora gola Urmiyê 35000 kîlometra çargoşe ye û rûbera wê jî 4868 kîlometr
e. Dirêjiya wê 139/8 kîlometr û panatiya wê jî 30 heya 50 kîlomtr e.
Bilindiya gola Urmiyê li gor Kendava Fars 1274 metr e û beyav(guncayiş)a vê qasî
12 milyar çargoşe hatiye zanîn. Kûrahiya navîn a gola Urmiyê 4 metr e ku li beşa
bakur digihîje 5 yan 6 metran û beşên başûrê rojava jî digihîje 14 metran û hin
caran jî di dema barîna baranê de digihîje 16 heya 17 metran. Di heyama demsala
barîna baran û befrê de û helîna befra çiyayên Kurdistanê, rûber û kûrahiya wê
zêdetir dibe. Av û hewayê derdora gola Urmiyê di hin deveran de navîn û heya
qasekê germ û Malîziyayî û di hinek deverên din bi taybetî herêmên çiyayî ên
giravên wê de, Medîteraneyî û navber heya qasekê hişk e. Tîrbûna zêde a ava gola
Urmiyê ji ber hebûna xwêyê zaf, rê ji ber cemidîna ava wê di demsala zivistanê
de digire ku taybetmendiya han bûye sebeb ku balindeyên avî di demsala zivistanê
de ber bi vê deverê koç bikin. Gola Urmiyê xwediyê 102 kevir û giravan e ku
piraniya wan vala ne û tenê girava Şahî ye ku jiyan tê de heye. Giravên girîng
ên gola Urmiyê pêkhatî ne ji: Kebûdan, Koh Xer, Espîr, Arozdax, Nohgane,
Kohgosfend ku mezintirîna wan girava Goyondax yan Kohgosfend e ku dirêjiya wê 9
kîlometr û panatiya wê jî heya 4 kîlometran e û tenê girava han e ku di heyama
salê de xwediyê ava şirîn e. Gola Urmiyê di pirtûka “Avesta”yê de “Çîçest”,
pirtûka “Pehlewî” de “Çeçest” û her wiha li Şahnameya “Firdosî” de jî bi
“Cêncest” hatiye bi nav kirin. Hemdulahê Mostofî li pirtûka “Nezhol Qolub” a xwe
de, gola Urmiyê bi Çîçîst nav biriye. Li serdemê hikûmeta Aşor û Mediyan de, ji
gola Urmiyê re Rîma yan Behra Hilhatina Rojê hatiye gotin. Domrêgan jî ji wê
golê re gola Urmiye û li gor Îstêrabon jî Apaota gotine. Her wiha di hin
çavkaniyan de jî navê bajar û gola Urmiyê bi hev re hatine. Li gola Urmiyê ji
ber tîrbûna zaf ya ava wê, masî û canliberên din ên avî têde najîn û tenê curek
Mêygo û Kêvjale ku dirêjiya wan 2 santîmetr û navê wan Ertemiyasalîna ye têde
dijîn û her wiha di bin ava wê de jî curek colbek bi navê Siyanofî ku rengê wê
reş e dijî. Balinde weke diyartirîn nîşaneya jiyanê di gola Urmiyê de tên
hesibandin. Firîna bikom a Filamîngo, Pilîkanan, Netce û Kakayî di gola Urmiyê
de, weke yek ji bedewtirîn wêneyên xwezaya Kurdistanê ye. Gola Urmiyê bi rûbera
zaf, giravên cur bi cur, qiraxên kêm kûr û ji gişt vana jî girîngtir, ewlehî û
aramiya wê, weke yek ji giringtirîn cihên jiyana balindeyên koçber e û di
xweşikiyê de di parzemîna Asyayê de bêmînak e. Ava gola Urmiyê paqij û safî ye û
li demên pirr aviyê de bi taybet di dema hatina bayên herêmî de, bêhnek nexweş û
lîm (lecen) jê çê dibe ku lîmê (lecen)han di warê zanistî de dermanê nexweşiyên
çermî weke romatîsm û nexweşiyên taybet jinan tê hesibandin. Di salê de gellek
nexweş ji seranserê Îran û Kurdistanê ve ji bo dermanê nexweşiya xwe tên qiraxên
gola Urmiyê. Li giravên gola Urmiyê bi taybet girava Qoyondaxiyê, Mişkên çiyayî,
Beran, Gavê wehşî, Piling û canliberên din dijîn.
Mixabin niha ji ber siyasetên çewt ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê û
mifahwergirtinên xirab ên rejîma han ji çavkanî û çemên ku ava wan dirijine nava
wê, ew gola bedew, xweşik, tibî û dahatdar berbi hişikbûnê diçe û serbarê vê
çendê ku heya niha çendîn caran ji aliyê karbidestên navendên parastina Jîngehê
ve gefa hişikbûna gola Urmiyê ji rejîmê re hatiye ragehandin, lê mixabin
siyasetên gemar û şaş ên rejîmê hêj berdewam in. Rejîma desthilatdar di Îranê
de, bi sedema nebûna bernameyek tekûz a aborî û giringînedan bi cihên torîstî
weke gola Urmiyê û mifahwergirtina çewt ji çavkaniyên han, bi lêdana çendîn
bendavan li ser çemên ku dirijîyêne nava vê golê de, mixabin xetera hişikbûna wê
gihîjandiye cihekê ku Ferux Mescêdî, yek ji karbidestên Azerbaycana Rojhilat di
civînekê de qala gefa hişkbûna gola Urmiyê bike. Navhatî her wiha dide zanîn ku
hişikbûna gola Urmiyê dê bûyerek mirovî û zîndekarî lişûn de be. Her wiha li ser
wê baweriyê ye ku heke li heyamê 20 salên pêşiyê de, rejîm wan siyasetên xwe
bidomîne, gola Urmiyê dê bibe zonga şor. Navhatî her wiha îşare bi vê çendê dike
ku di heyama çend salên borî de, 120 hezar hektar ji rûbera gola Urmiyê bûye
zonga şor. Li gor nêrîna wî, eva di demekê de ye ku ji ber lêdana 14 bendav û 56
enbarên avê, heya sala 1400’an ya Rojî, gola Urmiyê dê hişk be û bibe zonga şor.
Serbarê siyasetên veşartî ên rejîmê, li gor gotinên gellek ji xelkê deverên
bajarê Urmiyê, rejîma Komara Îslamî ya Îranê, di yek ji giravên gola Urmiyê de,
girtîxaneyek veşartî ji bo girtiyên siyasî heye.
Bêşik û guman heke rejîmek berpirsiyar, demokratîk û girêdayiyê usûl û azînên
navnteweyî di Îranê de li ser destihlatê ba û siyasteke usûlî derheq parastina
jîngeha gola Urmiyê û seyrangehên wê bidomanda, şik û guman tune ye ku gola
Urmiyê dibû yek ji çavkaniyên girîng ji bo rakişandina torîst û xizmetkirin bi
xelkê Kurdistana Îranê. Her wiha hebûna kirma Artêmiya ku hêlikên wê gellek
bibuha û xwarinek baş e ji bo Meygoyan, dikare berhemek giring a gola Urmiyê be.
Di salên 1379 – 1380(2000 – 2001)’an de, sê şîrketên Koln a Almanî, Dam Toşê a
Amerîkayî û “Sêyd û Seyad” a Îranî di gola Urmiyê de mijûlî girtina hêkên kirma
Artimiya bûn. Ev çende bibû sedem ku nêzîkî 4000 kes ji xelkê deverê bibin
xwediyê kar. Lê serbarê gişt taybetmendiyên han, mixabin ji ber siyasetên çewt
ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, hişkbûna gola Urmiyê nêzîkî rastiyê dibe.
“UNESCO” (Saziya Zanistî û Çandî a Neteweyên Hevgirtî), gola Urmiyê weke yek ji
59 çavkaniyên xwezayî ên cîhanê hesibandiye. Li gor danezanînên pisporan, heke
gola Urmiyê hişk be û bibe zonga şor, serbarê guherîna ekosîstema xwezayî a
herêmê, bêhnkêşan jî dê hemberî pirsgirêkan be û xelkê derdorê tevî arîşeyên zaf
berbirû bin. Di encam de girîng e ku em hemû bi hev re û hevdeng kom û civatên
navneteweyî û parêzerên jîngehê ji xetera hişkbûna gola Urmiyê ji ber siyasetên
çewt ên rejîmê, hişyar û haydar bikin. |