|
paşan tîrojkên wê gihîştine parçeyên
dinê. Bizava
Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê bi îlham wergirtin ji bizava hişyarî û
xweagahiya netewî ya Bakûrê Kurdistanê, her yekê bi awayekê û di çarçoveya komek
rastiyên hestiyar yên hundirîn, deverî û navnetewî de partiyên siyasî yên taybet
bi xwe ava kirin.
Kêm û zêde, rolek girîng di
berbipêşdeçûna bizava rizgarîxwazî a Kurdistanê de lîstin û her yek ji wan bi
awayekê, xebata xwe ji bo bidestveanîna maf û azadiyên gelê Kurd praktîze kirin.
Lê mixabin bizava netewexwazî li
Bakûrê Kurdistanê, ji ber zalbûna îdeolojiya pawanxwazî ya Kemalîzmê bi ser
welatê Turkiyê de, bi awayekî hovane û sîstematîk hate tepeserkirin û cehd û
tekoşînek dijî mirovî ji bo asîmîlekirina ziman û kultura Kurd dest pê kir. Gelê
Kurd li Bakûrê Kurdistanê ne tenê ji mafên siyasî û aborî yên xwe hatin
bêparkirin, belkî mafê axafin bi zimanê zikmakî ku ji mafên herî destpêkî û
sirûştî yên her gel û neteweyekê ye, di praktîk û li yasayê de jî ji wî gelê
mafxwarî hate standin û bi vî awayî apartayda regezî û kulturî bi awayek hovane
li ser gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê de peya kir.
Piştî birêveçûna bi dehan sal
tepeserkirina sîstematîk li ser gelê Kurd, di destpêka dehsala 80’ê a Zayînî de,
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) avabûna xwe ragihand û bi vî awayî jîlemoya
şoreşê geş bû û serhildaneke mezin li bin dar û perdikên kavilkirina îdeolojiya
Kemalîzmê de çê bû.
Herçend avabûna PKK’ê bi qonaxeke nû
ji xebata rizgarîxwaziya Kurd tê zanîn, lê bi sedema wê ku partiya han di bingeh
de partiyek Marksîst – Lênînîstî ya Rojhilatî bû, bi hêvênê tîr yê ortodoksî, bi
çend sedeman nekarî çavnihêriyên civaka Kurd bidest bixe û di her qonaxek li
xebata xwe de tûşî komek şaşî û xeletiyên stratejîk bûye:
1. Avabûna PKK’ê weke hizbeke
Marksîst – Lênînîst, ji dayîkbûnek bêwext bû, ji ber ku berî avabûna vê partiyê,
Marksîzm – Lînînîzm bi xwe û bi taybet raveya ortodoksî ya wê tûşî kirîzek
teorîk û pratîk hatibû. Pirsa Komonîzma Karkerî di halê riswayî û hiloşînê de bû
û Soviyet wekî rûgeha Komonîzmê di hundirê xwe de ber bi heliyanê diçû.
Mixabin avakarên PKK’ê bêagah ji wan
guhertinan û li ser bingeha wan teoriyan, teorî û praktîka xwe darêtin, ku li
melbenda jidayîkbûna xwe de tu kirryarê wê nemabûn.
Niha jî piştî borîna 20 sal li ser
hiloşîna dîwarê Berlînê û hiloşîna Soviyetê, hêj rêberên PKK’ê pêdeçûn bi têz,
teorî û bingehên fikrî û îdeolojîkî yên xwe de nekirine û heya niha peyvek di vê
derheqê de, ne ji rêberên wê hatiye bihîstin û ne jî di ragihandînên giştî yên
wê de reng vedaye.
2. Armanca PKK’ê weke her partiyek
Komonîstî, pêkanîna civakek Komonîstî ye. Weke Marks dibêje Proltariyayê tu
welatek nine, lê rêberên PKK’ê tu demekê di ragihandinên xwe de bi eşkere li ser
vê mijarê nepeyivîne, heta ji bo rakişandina hêza xelkê bo aliyê xwe dirûşma
rizgarkirina Kurdistana mezin avêtin. Lê di kiryar de ji ber ku wê demê, birêz
Ebdula Ocalan li bajarê Demişq a Sûriyê de akincî bû û dijiya, him Ocalan û him
jî endamên rêveberiya wan, Kurdistanîbûna Rojavayê Kurdistanê(Kurdistana
Sûriyê), înkar dikirin û nemaze alîgirên wan digotin: “Bakûr, Başûr, Rojhilat
– Apo Serokê welat” û bi vî awayî Kurdistan bibû bi welatek ku tenê ji ber
bixêrhatinkirina Hafiz Esed, tenê xwediyê Bakûr, Başûr û Rojhilatê bû û
baskirin ji Rojava jî bive bû (di vê derheqê de hûn dikarin mêzeyî pirtûka
“Sibee eyam mee Ebo” bikin).
3. PKK take rêxistinek Kurdî bû ku
bi eşkere tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijberî dikir û heta Parlemana
Kurdistana Îraqê bi Federasiyona eşîretan dihesiband.
4. PKK take rêxistina Kurdî ye ku bi
eşkere maytêkirin di kar û barên hundirîn yên parçeyên din ên Kurdistanê de dike
û rêxistinên girêdayî bi xwe tê de ava dike û cehdê dike ku ji hêz û petansiyela
mirovî a parçeyên din yên Kurdistanê bi awayek taktîkî û weke alavekê mifahê
bistîne.
5. PKK take rêxistina Kurdî ye ku
hevdem digel sê dagirkerên Kurdistanê, (rejîma berê ya Îraqê, rejîma Sûriyê û
Îranê) di pêwendiyê de bû û îdea dikir ku hêzek rizgarker e. Lê dema ku dikete
bin givaş û zextên wan dewletan de, 180 derecan dizivirî, her te digo çi
neqewimiye!! Bo mînak dema ku Ebdula Ocalan li Kenyayê hate girtin, xelkê
Rojhilatê Kurdistanê bi merema hevderdî û hevxemiya bi Kurdên Kurdistana
Turkiyê re rijiyane ser şeqaman û hevdem digel hevxemiya bi nisbet girtina
Ocalan re, xwastek û daxwaziyên xwe jî anîn ziman. Dirûşmên weke “Mirin bo
Komara Îslamî” û “Qasimlo, Qasimlo, rêya te dirêjî heye” diqîrandin. Bi taybet
li 3’ê Reşemeya 1377’an(1998) li bajarê Sine de bi dehan kes ketine ber êrîşa
hêzên rejîmê û di nava xwînê de gevizandin, lê mixabin Konseya Serokatiya PKK’ê
di daxuyaniyekê de bona xweşxizmetî bi rejîma Xumênî, ciwan û xortên bi hest û
welatparêz yên Kurdistana Îranê bi Kemalîst nav birin.
Xêncî wan hemû şaşî û xemsariyên ku
li jor qala wan hate kirin, xala herî lawaz a PKK’ê û rêveberiya wê eva bû ku
piştî destbiserkirina Ocalan, Konseya Serokatiya PKK’ê ne tenê nekarî xwe ji
hejmoniya Ocalan rizgar bike, belkî nekarî bi meşandina hin reforman xwe di nava
hevkêşeyên siyasî yên piştî 11’ê Îlonê de jî cih bide û bi vî awayî delîveyekê
bo xweguncandin tevî pêvajo û prosesa demokratîzasiyona devera Rojhilata Navîn
pêk bîne.
Ji ber ku çarenivîsa PKK’ê pêtir ji
caran bi Ocalan re girê da. Heya ku di bin çavedêrî û zêrevaniya Mît a
Turkiyê û li zîndana Îmraliyê ve, konfederalîzma demokratîk di devera Rojhilata
Navîn de cihgir bike.
Têz û teoriya herî dawîn ya birêz
Ocalan, pêkanîna hevalbendiya Kurd+Şîî+Îran+Sûriyê ye ku emê hewlê bidin wê
şirove û analîz bikin.
Birêz Ocalan di gotinên xwe yên
dawîn de ku Ajansa ”Firat”ê û ROJ TV’yê jî weşand, nîgeraniya xwe
ji pêkhatina dewleta neteweyî li Başûrê Kurdistanê de tîne ziman û serkevtina
azmûna binirx a Herêma Kurdistanê bi pîlana împeryalîzma Amerîka – Îngilîzê!!
dihesibîne. Eva jî di halekê de ye ku neteweya Kurd û tev partiyên siyasî û
resen yên Kurd, bi çavên hêviyê ve mîzeyî vê azmûna bihagiran a Başûrê
Kurdistanê dikin ku xwe di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dibîne û amade ne ku bi
dil û can parêzvaniyê jê bikin, çunku ceribîna han berhema tekoşîn û xebata bi
dehan salî ya Kurdan e.
Ya ji wê jî ecêbtir, ev e ku birêz
Ocalan gefan dixwe û dibêje hewce ye li hemberî vê pîlan û komploya Amerîka û
Îngilîs de, (anku pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê), hevalbendiya Kurd + Şîe
+ Îran + Sûriyê pêk were.
Dîsan seyar û ecêbtir ji wê jî
dibêje: “Li Îranê di esas de eyaletek bi navê Kurdistanê (merem Parêzgeha
Kurdistanê ye) heye, her çend ku kêm û bertesk jî be, lê dîsan otonomiyek e ji
bo Kurdên Îranê. Ger Îran vê Parêzgehê hinek din jî berfirehtir bike û PJAK’ê jî
bi fermî binase, wê demê em jî dê jêre bibêjin! ha kerem bike eva jî hêzek
100000 kesî”.
Derheq wan gotinên Ocalan, em bi
hewce dizanin ku di çend xalan de têdîtinên xwe bînin ziman.
1. Berevajî nêrîn û gotinên Ocalan,
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê encama pîlana Amerîka û Îngilîs nîne, belkî
encama xebat û tekoşînek dijwar û bixwîn e, destkevta herî binirx û bihagiran ya
bizava rizgarîxwazane ya Kurdan, aliyê kêm di sedsala dawiyê de ye.
2. Berevajî nêrînên wî, tevgera
Kurd bi berçavkên îdeolojîk ve mêzeyî pêwendiyên siyasî yên navneteweyî û deverî
nake û li ser vê baweriyê ye ku berjewendiyên hevbeş, pîvan û merca pêwendiyên
dîplomatîk e, ne teoriyên kevinbûyî û pasîv yên îdeolojîk.
3. Bizava neteweyî û demokratîk a
Kurdistanê berevajî nêrînên birêz Ocalan, ne tenê xwe bi hevalbendê rejîmên
Îran û Sûriye nizane, ji ber ku wan du rejîmên tepeserker bi zevtkerên maf û
azadiyên gelê Kurd dizane û bi dehan sal e ku xebatekî bêrawestan li dijî wan du
rejîmên serberedayî dest pê kiriye.
4. Mêhwera Îran + Sûriye, tewera
fitne, şer û terorê ye. Di halekê de ku tevgera neteweyî a Kurd di eniya
demokrasî û dijî terorîzmê de cih girtiye.
5. Bo agahdariya birêz Ocalan,
xincî parêzgeha Kurdistanê, parêzgeha Azerbaycana Rojava, Kirmaşan, Loristan û
Îlam û parek ji parêzgeha Hemedanê jî Kurdakincî ne û ne tenê Kurd di Rojhilatê
Kurdistanê de xwedî otonomî nîne, belkî ji mafên xwe yên herî destpêkî, siroştî
û mirovî bêpar in û bêtir ji 6 dehsalan e ku ji bo misogerkirina hemû maf û
azadiyên xwe di xebatek rewa û demokratîk de ne.
6. Xelkê Kurdistana Îranê, PJAK’ê
bi rêxistinek serbixwe nizanin û ev gotina birêz Ocalan bi tevahî perde li ser
girêdayîbûna PJAK’ê avêt û berevajî nêrîna Ocalan, eva Komara Îslamî nine ku
meşrûiyet û rewatiyê dide rêxistinên Kurdistanê, belkî eva xelkê welatparêz û
şoreşvan yê Kurdistanê ye ku biryara xwe ya dawîn li ser partiyan dide.
Girîngtir ji wê jî, rejîmekê ku bi xwe rewatî nebe, çawan dê bikaribe berheqiyê
bide PJAK a birêz Ocalan?!
7. Tevgera neteweyî – demokratîk a
Kurdistanê û xelkê xebatkar û welatparêz yên Kurdistana Îranê, rê û iznê bi tu
kes û aliyekê nadin ku maf û azadiyên wan bikin bi destmaya bazirganiyên siyasî.
Herwiha hişyartir û agahtir ji wê yekê ne ku hewcehî bi birêz Ocalan hebin heya
ku di zîndana Îmraliyê de bi çarenivîsa wan bilîze. Ger em bêjin ku Ocalan di
bin zext û givaşên Mît a Turkiyê de, neçar bi gotina wan axaftinan hatibe kirin,
erê gelo piştrastkirin û pesendkirina gotinên han ji aliyê Konseya Serokatiya
PKK’ê ve, tu cihekê ji bo guman û dudiliyê dihêle ku eva siyaseta fermî ya PKK’ê
ye.
Di dawiyê de em hêvî dikin ku
Konseya Serokatiya PKK’ê bi pêşde girtina siyasetek demokratîk û neteweyî, pişt
û çarenivîsa xwe bi Komara Îslamî a Îranê ve girê nede. Çunku Komara Îslamî ber
bi nemanê ve taw ketiye û her partiyek, çarenivîsa xwe bi vê rejîmê ve girê
bide, ji bilî rojreşî û têkçûnê, tu pêşerojek nabe.
Em bi hewce dizanin vê rastiyê ron
bikin ku rexneyên me di vî wextî de ku him ji bo PKK’ê û him ji bo hemû Kurdan
gellek hestiyar e, tenê bi merema hişyarkirina vê rêxistinê ji xeterên ku li ser
rêya wê ne, ne armancek din. |