|
welatên cîran re bicive daku dawiyê
bi pirsa Kerkûkê bînin û biryarekê di wê derheqê de bidin”. Ya baştir eva ye ku
pirsa han ji bo demeke nediyar bihê paşdexistin.
Ev gotina Menûçehr Mutekî, Wezîrê
Karê Derve yê rejîma Komara Îslamî a Îranê bi awayekî rasterast pêşniyarek bona
maytêkirin di kar û barên hundirîn ên Îraqê de tê hesibandin. Ne dewleta Îranê û
ne jî tu welateke cîran mafê destwerdan di kar û barên navxweyî ên welatê Îraqê
de tun in û nabe li dijî biryarekê bilivin ku wek madeyek di yasaya bingehîn a
wî welatî de hatiye cihgirkirin. Tiştê ku li vir bi başî xwe nîşan dide,
hevdengiya dewletên zal bi ser Kurdistanê de ye ku li dijberî tevî Herêma
Kurdistanê, Îraqa federal û xwediyê hikûmeteke demokratîk û gelî mikur in û
dijberiya wan gihîştiye astekê ku bê şermane bas ji paşdexistina madeya 140’ê bo
demekî nediyar dikin.
Mutekî û dewletên mîna Turkiyê û
Sûriyê, vê yekê baş dizanin ku pirsa Kerkûkê bi paşdexistin û cîbibînekirina
madeya 140’ê nahê çareserkirin.
Çareserkirina pirsa Kerkûkê û
cihgirnebûna ewlehiyê di herêma han de tenê bi cîbicînebûna madeya 140’ê a
yasaya bingehîn ya Îraqê û vegerandina Kerkûka dilê Kurdistanê bo hembêza dayîka
nîştiman, yanî Kurdistanê cîbicî dibe.
Kerkûk ev devera stratejîk a
Kurdistanê û xwediya axa bixêr û ber û çavkaniyên dewlemend ên petrolê di
dirêjahiya sedsala borî de ji aliyê dijminên Kurdan û rejîmên yek li pey hev ên
Îraqê ve dest bi ser de hatiye girtin û xala bihev negihîştin û li hevnehatina
Kurdan tevî rejîmên Îraqê bûye. Berî avabûna dewleta Îraqê ji aliyê dewleta
Birîtaniyayê ve, tenê berbenda li hember avabûna hikûmeteke Kurdî di Îraqê de
pirsa Kerkûkê û hebûna çalên neftê li wê deverê de bû!! Serbarê vê çendê ku wê
demê seha neteweyî û xebata neteweyî di nava Kurdan de ji hesta neteweyî a
Ereban bihêztir bû, lê Melik Feysel ji welatek din re anîn û weke Şahê Îraqê
danîn.
Mîratdarên Împeratoriya Osmaniyan
jî heya îro çavê tamayiyê ji Kerkûkê hilnegirtine û ji bo bidestveanîna wê cehdê
dikin. Piştî hiloşîna rejîma Bees, dewleta Turkiyê bi hêceta parastin û
wergirtina mafê Turkmenên Kerkûkê û berevanîkirin ji wan, bi awayekî rasterast
dest li kar û barên devera han werdide û bi dek û pîlanên cur bi cur, hin
taqimên Turkmen hay daye ku li dijî hevdengiya Kurdan bisekinin û heya ku ji
destê wan tê nehêlin ew devera vegera ser herêma Kurdistanê.
Heke em mêzeyî rewşa Turkmenan li
Kurdistanê de bikin û digel serdemê rejîma Bees binirxînin, wê kêmaniya han gişt
mafên, siyasî, çandî û kulturî ên xwe hene û tim maf û azadiyên ku ji bo Kurdan
hatine berçavgirtin, ji bo wan jî hatine misogerkirin. Li vir pirsiyar eva ye ku
çima di serdemê Sedam de, dewleta Turkiyê bas ji mafê Turkmenan nedikir û bo
carekê cinayetên rejîma Bees derheq kêmaniya han şermezar nedikir?
Li vir armancên gemar ên wan
dewletan li hember Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûkê bi başî xwe didin kifşê û
diyar dibe ku çi qas ji vegerîna Kerkûkê bo ser herêma Kurdistanê nigeran in û
berdewam bi darêtina pêlan û komployan dixwazin astengan li hember pêşveçûna wê
hikûmetê çê bikin û nehêlin madeya 140’ê cî bi cî be. Madeya ku di yasaya
bingehîn a welatê Îraqê de hatiye cihdan. Pêşniyarên mîna pêşniyarên Mutekî
xincî dijberî û desttêwerdan di kar û barên navxweyî welatê Îraqê de, tu tişteke
din nîn in.
Pirsa Kerkûkê û madeya 140’ê pirsek
hundirîn e ku pêwendî bi gelên Îraqê, dewlet û parlemana wî welatî ve heye û
divêt zû yan dereng madeya han were cîbicîkirin. Ne Mutekî û ne dewletên din
nikarin ji bo welat û gelên Îraqê rêyan nîşan bidin. Kurdistanê bê hebûna
Kerkûkê tune ye. |