|
Kurdan, serdemeke tarî û nexweş bû,
ji ber ku çend şoreş û serhildanên Kurdan di vê sedsalê de hatin serkut û
tepeserkirin. Bi avabûna Komara Kurdistanê di sala 1946’an de hêviyek geş û
mezin li cem hemû Kurdan peyda bû û tîrêja ronî ya Komara Kurdistanê gihîşte her
çar parçeyên welat.
Wê demê, bi dehan sal bû Kurdan
bona diyarîkirina çarenivîsa xwe a neteweyî, xebat û tekoşîn dimeşandin, lê
serhildanên Kurdan yek li pey yekê rastî têkûçûnê dihatin. Bi avabûna Komara
Kurdistanê Kurd bûn xwedî dewletê û bi xwe rêveberiya dewleta xwe a neteweyî
dikirin û qeder û çarenivîsa xwe girtin dest û ji nîrê bindestî û kedxwariyê
rizgar bibûn.
Du taybetmendiyên balkêş ên Komara
Kurdistanê hene ku ji wê demê vir de jiyana siyasî ya Kurdan xiste nav qonaxeke
nû. Ya yekê demokratîkbûn û ya duyemîn jî neteweyîbûna Komara
Kurdistanê bû. Komara Kurdistanê li ser destê PDK Îranê pêk hatibû, bû yekemîn
dewleteke demokratîk a Kurd, ji ber ku partiyeke demokrat ew komar ava kir û li
gor bername û armancên wê rêberî dikir û rêveberê wê partiyê, Pêşewa Qazî
Mihemed jî bû Serok Komarê Kurdistanê. Cihgirbûna azadiyên demokratîk bi awayekî
piratîkî di komarê de, rastiya bê vir û wir a yekemîn dewleta fermî a Kurdî
diselimîne û vê yekê rûçihek nûjen û pêşvera da Komara Kurdistanê û bû sembola
demokrasî û azadiyê di hemû devera Rojhilat Navîn. Ji ber ku tu hêz û aliyekê û
nemaze dijmin û neyarên dagirker ên Kurdistanê bawer nedikirin ku Kurd bikarin
rêveberiya dewletê bikin. Lê me dît Kurdan bi vîn û îredeya xwe a xurt û qahîm
berevajî vê yekê ji tev aliyekê re selimandin ku heke firsend û derfet ji Kurdan
re bihê dan, ew dikarin weke hemû neteweyên din rêveberiya xwe bikin.
Taybetmendiya din a Komara
Kurdistanê ku gellek xuya û berçav bû, neteweyîbûn bû. Hebûna dewleteke wekî
Komara Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de bibû xewn û xweziyek mezin a Kurdan.
Ji ber ku di dîroka hemdem a nedteweya kurd de yekemîn dewlet bû ku navê
Kudistanê li ser de hebû. Mixabin gellek caran Komara Kurdistanê bi Komara
Mehabadê tê binavkirin, li tu belge û dokumenteke dîrokî a serdemê Komarê de
navê Komara Mehabadê nehatiye, lê nizanim çima kesayetî û medyayên Kurd nabêjin
Komara Kurdistanê. Ji ber ku ew dewleteke neteweyî bû. Lewra Kurdan li her çar
parçeyan wekî bidestxistiyek dîrokî û neteweyî mêzeyî Komarê kirin û di cejna
îlankirina Komarê û hildana ala rengîn a Kurdistanê de amade û beşdar bûn û bû
mînakek mezin bona yekîtî, hevxebatî û ruha xebat û tekoşîna neteweyî. Hatina
nemir Mela Mistefa Barzanî, tevî çend hezar ji hêza Barzaniya ji bo parastina
Komara Kurdistanê mînaka xuya a vê rastiyê ye.
Niha jî ku 62 sal bi ser avabûna wê
Komara sava û canemerg dibore, armancên demokratîk û neteweyî ên Komara
Kurdistanê şanazî û rûmeta Kurdên her çar parçeyan tên hesibandin û PDK Îranê
weke avaker û alahilgirê Komara Kurdistanê di çeper û meydana xebat û tekoşînê
de her berdewam e û heta serkevtin û bidestxistina armanc, hêvî û xweziyên
Komara Kurdistanê dê xebata xwe bidomîne. |