|
pirr dijwarî,
derdeserî, malwêranî û wd... kiriye.
Rewşa han lewra hatiye serê kurdan, ji ber ku maf û azadiyên berheq û însanî yên
Kurdan herdem hatine binpêkirin û zilm û zordarî li dijî Kurdan hatiye meşandin.
Keç û xortên Kurd jî tim li dijî vê yekê serhildane û xebat û berxwedanî kirine.
Dijminên Kurdan herdem rêyek ji Kurdan re hêlan e, ew jî rêya şer bûye. Kurdan
selimandiye ku neteweyeke aştîxwaz e û mirovên diyalog û gotûbêjê bona
çareseriya pirsgirêkan in û bona vê yekê jî çend rêberên kurd jî hatine
şehîdkirin; Kurd li tebahî û jiyana biratiyê bi cîranên xwe re hez dike û herdem
li dijî şer bûye. Ji ber ku Kurd vê rastiyê baş dizanin ku şer jî ji bilî
malxirabkirin, xwînrêjtin û birçitiyê tu encamên din nabe. Lewra weke rêyeke
sepandî bi ser xwe mêzeyî şer kiriye û tenê ji ber berevanî ji man û hebûna xwe
û bidestxistina mafê neteweyî yê xwe bêrawestan di hemû hal, rewş, qonax, qad û
awayekê de ew rêya xebatê meşandiye. Çend sed sal e ku pêvajoya han di dîroka
Kurdan de dişope.
Piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, careke din desthilata navendî û
kedxwar bersiva NA da xwestek û daxwazên berheq û demokratîk ên Kurdan, haşa ji
bûna Kurdan weke neteweyekê kirin, tu maf û azadiyeke nehate pejirandin û kar
gihîşte cihekê, Xomênî rêberê olî yê Komara Îslamî fetwaya cîhadê (qirkirin) li
dijî Kurdan da û mixabin şer li seranserê Kurdistana Rojhilat dest pê kir û keç
û xortên Kurd tevî dijminên kedxwar û gemar di rêya azadiyê de dest bi xebatê di
nav refên partiyên siyasî ên Kurdî kirin û ew berxwedane heya roja îro jî
bêrawestan her didome û heta roja serbestî û azadiyê jî dê her bimeşe.
Her zû desthiltdarên Komara Îslamî pêleke xurt û berfireh a serkut, çewsandin,
kuştin, îdam, girtina mirovan û ji aliyê din ve kavil û wêrankirina gund û
bajarên Kurdistanê dest pê kirin. Komkujiyên weke Qarnê, Qelatan, Dîlançerx,
Helbî, Çeqel Mistefa, Xelîfan, Îndirqaş, Hesûkend, Qeregul, Dêmesor, Gêçê,
Sofiyan û ...
Ji bilî wan komkujiyan ku di encama wan de sedan kes ji welatiyên sivîl ên Kurd
hatin kuştin, gellek gund û malên xelkê li her cihî hatin xirab, kavil û
wêrankirin. Di vê navberê de, li Bakûrê Kurdistana Îranê jî pêvajoya han a kavil
û wêrankirina gund û malên xelkê û komkujî li dijî Kurdan dest pê kir.
Li wir em dê nihêrînekê li ser bûyera kavil û wêrankirina 2 gundên Botik û Dêman
a ser bi devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê bikin û sedem û çawaniya vê
bûyerê şîrove bikin. Ji ber ku ew bûyer bi kêmî di çapemenî û ragihandina Kurdî
de ketiye berbas.
Weke herêmên din yên Kurdistanê, Kurdên vê deverê jî bi kêmî bûne koleyê dewletê,
vêrgî nedane, belkî berevajî vê yekê piştgir û alîkarê tevgera azadîxwaziya Kurd
bûne. Ji ber ku Komara Îslamî dixwast Kurdan bixe bin bandora xwe, kurd amade
nebûn û nabin ku vê yekê bipejirînin. Wek tê zanîn li Bakûrê Kurdistana Îranê bi
giştî û nemaze li her 2 gundên Botik û Dêman’ê zivistan dijwar e, sir, seqem, ba,
bapêç û boran jiyana xelkê dijwar dike. Di Çileya Mezin a Zivistana sala 1363
(1984)’an, 23 salan berî niha gundên Botik û Dêman’ê hatin kavilkirin û di nava
agir û alavên qirkirinê de, gundên han ji însanan hatin valakirin û di vê
zivistan sar û seqem de, zaro û zêçên gundiyan direvin û ji bo rizgarkirina canê
xwe gund cî dihêlin û dikevin çiya û deştê, heta aqibet digihîjin gundên
Sofîkanûn, Çeman, Îşkeso û Şikeftikê û li wir bicih dibin. Xelkê wan gundan bi
germ û gurrî malbatên malwêrankirî ên Botik û Dêmanê dihebînin û ciha didin wan
û ew heta demeke zaf li cem birayên xwe dimînin, niha ew malbat li derdora
bajarê Urmiyê dijîn, nemaze li Qeregûz a vî bajarî. Ew helwesta gundiyên han
cihê rêzgirtin, spas û qedirgirtinê ye ku bi mêrxasî tevî malxirabûyiyên her 2
gundan hevkarî kirin û nehêlan jiyana wan bikeve ber tirsê.
Di her 2 gundên Botik û Dêman’ê de zêdetirî 50 mal dijiyan û pirraniya wan
mirovên welatparêz û şoreşger bûn. Sûç û guneha wan li gora dîtin û ramana
rayedarên rejîma Komara Îslamî ku ev yek sûç û tawanek mezin e. Alîkarîkirin û
penahdana wan gundiyan bi Pêşmergeyên PDK Îranê bû.
Hêzeke zaf a rejîmê di vê zistana sar de êrîşê dike ser wan her du gundan û dest
bi xirabkirin û şewitandia mal û halê gundiyan dike, jin, zarok, pîr û kal
dikevin ber pêla vê êrîşa hov û dirindane û ji malên xwe direvin. Bi giştî xanî
û malên xelkê sivîl yên wan du gundan bi temamî hatine kavilkirin, wêrankirin û
şewitandin.
Li gora şahidên vê bûyerê Caşeke kirêgirtî bi navê Gorsêl di kavilkirin û
şewitandina wan gundan de beşdar bûye. Di dema şewitandian malan de, Gorsêl
nehêlabû heta jinek zaroka xwe ya nav dergûşê de jî hilbigre, Pasdarekî din
zaroka han di nava agir de rizgar dike.
Bi sedema wêran û şewitandina wan du gundan, zirar û xisareke mezin û zaf li mal
û malatên gundiyan ket; heywan û malatê gundiyên cotkar û zehmetkêş ku mî, bizin,
çêlek, terş û teval û gellek sewalên din bûn, hatin jinavbirin.
Li hember vê kiryara nemirovane, dewletê ne tenê zirar û ziyanên xelkê ji wan re
qerebû nekir, belkî heta tu alîkariyek bi wî xelkê ku di wê zivistana sar de bê
mal, hal û serpenah mabû, nekir. Di halekê de, di demên wilo de parastin û
hevandina xelkê sivîl û bêguneh dikeve stûyê dewletê. Heke fidakarî û mêrxasiya
xelkê wan gundên ku bi xelkê jêqewimî yên gundiyên Botik û Dêman’ê re alîkarî
neba, ew dê rastî gellek dijwar û aloziyan bihatiban û bêguman dê pirr kes jî
biban gorî.
Bûyera hov û nemirovane a kavilkirin û şewitandina gundên Botik û Dêman’ê û
gellek kiryarên din yên rejîma Komara Îslamî a Îranê li dijî neteweya kurd û
gelên din ên Îranê weke xaleke reş û kirinek dijî exlaq û pirensîpên mirovahiyê
di karnameya tarî a vê hikûmetê hatine tomarkirin û qet ji bîr naçin. |