|
rasteqîne heye.
Ev ferzkirine hena radeyekê ji vê
nêrînê çavkanî digire ku di nava rejîmê de, hizr, fikirîn û dengê cuda heye. Hin
caran peyamberên vê rejîmê dijberiyeke temam bi normên navneteweyî re îlan dikin
û careke din wisa didin xuyakirin ku rejîm amade ye di
kiryarên terorîstî ên xwe de
guhartinan pêk bîne. Lê gihîştin bi vê encamê ku di nav wan şax û baskan de,
ferq û cudahiyek rasteqîne(realîte) heye û ev jî bi baldan li wan peyamane,
fehmkirin û têgihîştineke şaş li dor Îrana îro çê dike. Bi sedema vê çendê ku
rayedarên payebilind ên rejîmê gellek caran li ser mijarekê hevdem du bîr û
nêrînên cuda didin xuyakirin, îlankirin, têgihîştin û fêmkirina han a çewt û şaş
li dor Îranê xurt dibe û ev yeke jî wilo dike ku cîhana derve baweriyê bi vê
çendê bike ku Komara Îslamî kêrî guhartinan tê û dê bikare xwe biguherîne.
Helbet ji bo me Opozîsyona Îranê, ne
gotinên rayedarên Komara Îslamî û ne jî kiryarên rejîmê ecêb in. Belkî ewa ku ji
me re cihê heyrîmanê ye, baweriya dunyaya derve bi hebûna cudahiyên rasteqîne û
realîte di nava rejîma Melayan de ye. Gotinên mixrik û nakok ên berdevkên rejîmê
û herwiha rûçikê dualî û fêlbaz yê vê rejîmê ku ji tundajoyekî wekî Ehmedînejad
ji aliyekê ve û ji aliyê din ve jî nûnerên wê ên tê bihîstin û derdikevin holê,
cewher û kakila heman pêkhateya bêyom û bêxêr a siyasî ye ku bêtirî 28 sala ye
gelên Îranê tûşî tirs û xofê kiriye.
Aliyekî din yê wê têgihîştin û
fehmkirina şaş ku dinyaya derve ji Îranê heye, nîşandan û baskirin ji Îranê weke
welateke yekdest di warê nasnameya neteweyî, olî û çandî ve ye. Wêneyek ku
cîhana derve ji Îranê heye, ew pirneteweyî û pirçandiyê li xwe nagire, yan
durustir e em bibêjin ku vê yekê naînin ber çav û çav jê digirin. Ev çav jê
girtin û herwiha bîr û nêrîna şaş û çewt li dor hikûmeta olî di Îranê de, binêşa
têgihîştin, fêmkirin û helwesta cîhana derve derbarê Îranê pêk aniye.
Divêt eva jî jê were zêdekirin ku
serbarê piştgiriya berdewam a rejîma Melayan ji terorîzmê di asta cîhanê de û
her wiha serbarê hewl û bizavên wê ji bo bidestveanîna çeka tevkuj, hin alî yên
li derveyî Îranê, bawerî bi bal û baska nerm (miyane)rew di nav rejîmê de heye.
Van aliyane jê ve ne, ew bask û
şaxên nermrew, Îranê dê bixin ser rêya demokratîzasyonê û siyaseta dereve a
welat biguhorin.
Hinek welatên Ewropayê, polîtîka
diyaloga avaker(Dialogue Constructive) û ji bo ku bigihîjin wê armancê,
pêwendiyên ticaret û bazirganiyê tevî Îranê girtin pêşberî xwe, Amerîka jî bi
mifahwergirtin ji baykutan hewl daye, reform û guhartinan di kiryarên Komara
Îslamî de pêk bîne, lê siyaseta Ewropa û Amerîka heta niha tu destkevteke
pozetîv û erênî nebûye.
Bi liberçavgirtina vê çendê ku hewl
û cehdên dîplomatîk ji bo ku Îranê qanî û razî bikin ku dest ji zaxkirin û
meyandina Uraniyûmê berde, ser nagirin, sê alternatîv dimînin: 1) rêya êrîşa
leşkerî bo ser rejîma Melayan bigirin pêşberî xwe 2) piştgirîkirina Opozîsyona
demokratîk a Îranê bona vê yekê ku rejîmê biguherin, 3) qebûlkirina Îranê weke
dewletek xwedî Çeka Etomî(navikî).
Serbarê vê yekê ku rapora Dezgehên
Zanyarî ên Amerîka (NIE) di meha Çileya Pêşîn a 2007’an, bi itmînan û
piştrastiyeke zaf ve gihîştin vê encamê ku Îranê bernameya bidestxistina
çeka Etomî ji sala 2003’an ve sekinandiye. Wê raporê nêrîn û dîtina Amerîkayê li
dor ew tirs û gefa ku Îran pêk tîne, neguherand. Li gera xwe a dawîn ji bo
devera Rojhilata Navîn, Serok Komarê Amerîka Corc Bûş di daxuyaniyekê de got:
“Kiryarên Îranê gef û tirsek bo ser ewlekariya hemû welatan e.”
Ewa ku rapora han nebû sedema
guharînan li nêrîn û dîtina Amerîkayê derheq ew xeter û tirsa ku Îran pêk tîne,
nabe weke surpirayzekê bê xuyakirin û berçav, ji ber ku Îran di 5 waran de tirs
û xofê pêk tîne. Ji bilî hewla Îranê ji bo bidestveanîna Çeka navikî, rejîma
Melayan Piştevanê sereke yê teror û terorîzmê di hemû cîhanê de ye. Her wiha
Îranê tev hêz û şiyana xwe bikar tîne, bona vê çendê ku pêşiya prosesa aştiya
navbera Îsraîl û Filistîniyan bigire û herwisa piştevaniyê ji komek rêxistinên
terorîstî di herêmê de dike. Îran herwiha tirs û gefeke rasterast bo ser
ewlehiya welatên kendavê ye.
Divêt eva bê zêdekirin ku pispor û
şarezayên warê belavbûna çeka Etomî û herwiha hinek rayedarên berê ên hikûmeta
Amerîkayê, encamên rapora han di gellek xalan de aniye bin pirsê rexne kirine.
Sedema sereke di vê derbarê de, eva ye ku cudahîdanana vê raporê di nava
bernameya sivîl û programa leşkerî di dosyaya Îranê de nahê
pejirandin. Herwiha komek pirsên berheq heta niha ji aliyê Îranê ve nehatine
bersivandin: Çima Îranê hewcehî bi vejena navikî heye, di demekê de ku xwediyê
nift û gazeke zaf e? Çima Îran mijûlê berhemanîna hin mûşekan e ku çêkirina wan
bi vê armancê ye ku bi kulavên navikî (Nuclear Warheads) bê çekdarkirin?
Em weke PDK Îranê li ser vê baweriyê
ne ku tenê guhartina rejîmê û anîne serkarê hikûmeteke demokratîk a federal
dikaribe xwesteka gelên Îranê ji bo azadiyê bicî bîne û her wiha ji ber vê
çendê, Îran bibe endamek di civaka navneteweyî de ku kar û xebatan ji bo tiştên
baş bike.
Dema vê yekê hatiye ku Rojava
stratejiyeke dûrnihêr bigire pêşiya xwe, bona vê çendê ku bi piştgirîkirin ji
hêzên demokrat û sekolar ên hundir û ên derveyî Îranê, rejîmê di vî welatî de
biguherîne.
Di bersiva ew aliyên ku der barê
siyaseteke wiha şik û guman hene, serbarê ew metirsî û gefên ku Îranê ji bo aştî
û ewlekariya navneteweyî pêk tîne, di ew pênc warên ku min li jor qala wan kir,
em dê îşarê bi kirinên Komara Îslamî di warê binpêkirina mafê mirovan, serkut û
çewisandina girûpên etnîkî, neteweyan û girûpên olî bikin. Her wiha em bawer in,
heke rejîma Meleyan, bi wê eqliyeta terorîstî ku heye, bikare çekên Etomî bi
dest bixe, tirs û xetereke mezin dibe bona vê çendê ku ew çek di Rojhilata Navîn
de jî belav bibin, ji ber ku ev devere yek ji wan herêmên cîhanê ên tejî kêşe,
gêre û arîşe ye û mixabin hêvênê şer tê de heye.
Eva ku hinek ji welatên cîran ên
Îranê nişkê ve û hevdem di sala borî de, hez û eleqeya xwe bona bidestxistina
çekên navikî nîşan dan, sîgnalek e ku herêmê dê ber bi senaryoyeke bixeter û
cihê tirsê bibe. Divê eva jî jê bê zêdekirin ku heke Îran bikare çeka Etomî
bidest bixe, rejîma Melayan xwerazî dibe û taqim û girûpên terorîstî ên li
Lubnan, Îraq û cihên din bi armanca zext û givaşanîn bo Amerîka, welatên din ên
Rojava û her wiha dewletên herêmê dê xurt û bihêztir bike, ji bo ku wan neçar bi
dana hinek îmtiyazan bike.
Bi liberçavgirtina vê çendê ku
azmûna Îraqê ê bûye sedema zêdebûna şik û gumanên xirab ên li hember guhartina
rejîmê ji rêya êrîşa leşkerî ve, divêt erk û wezîfeya guhartina rejîmê di Îranê
de, bi Opozîsyona Îranê were sipartin. Xebat û hewildaneke wilo dê du qazancên
berçav hebe: Ji aliyekê ve Amerîka û hevalbendên wî welatî ji erkeke giran û
dijwar rizgar dibin û ji aliyekî din ve, kes nikare heqî û meşerûiyeta exlaqî û
siyasî a guhartina rejîmê ji aliyê Îraniyan ve bibe rexne bike. Helbet
stiratejiyeke wilo, heke piştevanîkirina pirnetewe û piretnîkî di Îranê de neke
bi yek ji koleke û rîşala xwe ên bingehîn ser nakeve. Her wiha piştgirîkirin ji
vê piranebûnê, girîngiyeke stiratejîk derheq demokrasî di Îranê de heye.
Heya wê dema ku Îran para herî zaf a
dahata xwe ji firotina petrolê bidest dixe, tu mekanîzmek peyda nabe ku rejîmeke
wilo pêbend bi daxwaza serweriya gel yan demokrasiyê bike. Eva pirsgirêkek e ku
di hemû wan civakan de heye ku rejîm di warê malî (pere) ve serbixwe ye û mineta
wê bi xelkê tune. Li virde ye ku pirneteweyîbûn di Îranê de pûte û girîngiya
stratejîk derbarê demokrasiyê li welêt û cihgirbûna wê di herêma Rojhilata Navîn
de bi xwe ve digire. Bi mercekê ku piştgiriyeke micid ji bo pêkanîna
federasyoneke pirnetewe di wî welatî de bihê kirin, piranebûna etnîkî û neteweyî
dibe sebebê pêkanîna komek pêwendiyên çend alî ên taybet di nava pêkhateyên
Îranê û hikûmetê de û dê bi qasê xwe balansekê bi qazancê demokrasiyê pêk bîne.
Guhartina Îranê bi federasyoneke
pirnetewe dibe sedema veguhartineke kûr a fikrî derheq welatê me. Federasyoneke
pirnetewe li Îranê, dê dawiyê bi çîvanok û efsaneya Îraneke yeknetewe bîne –
çîvanokek ku bi alîkariya tund û tûjiyeke gellek zaf a leşkerî û saykolojî ve
hatiye ragirtin – û bêguman tevî pêkhateya rasteqîne, realîte a pirneteweyîbûna
welatê me li hev tên. Kolekeya bingehîn a vî awayê federalîzmê, îtirafkirin bi
vê yekê ye ku nasnameya neteweyî çavkaniya kerameta tak û tûk a endamên
neteweyên Îranê ye. Çareserkirina pirsa neteweyî di Îranê de, tenê çêtirkirina
rewşa jiyana civakî û aborî ya tev endamên neteweyên çewisandî û bindest nine,
belkî çareseriyeke dadperwerane û demdirêj a îtirafkirina siyasî bi nasnameya
neteweyî a neteweyên Îranê ye û her wiha hebûna aşêv û garantiyek destûrî ji bo
mafên wan ên neteweyî û bona vê çendê ku mafê serwerî bi ser ax û welatê xwe
hebin. Berevajî tirsa hinek aliyan, li ser vê yekê ku federalîzm bibe sedema
parçe parçebûna Îranê, ev modele ji pirneteweyîbûna Îranê yekîtiyê çê dike.
Bi kurtî, heke di dema derbasbûyî de
pirneteweyîbûna Îranê weke arîşe û pirsgirêk hatiye hesibandin, ji aliyê
hikûmetên yek li pey hev ketine ber tund û tûjî û siyaseta bişaftin û
tunekirinê, di rastî de kilîta cihgirbûna demokrasiyê li Îranê, di
pirneteweyîbûna vî welatî de ye. Bi vî awayî di berjewendiya dunyaya derve de ye
ku piştgiriya pirneteweyîbûnê di Îranê de bike. Bona vê çendê ku ew stiratejî
ser bigre, serkevtî bibe, divêt cîhana derve piştevaniya tamam ji Opozîsyona
demokrat û sekolar a Îranê bike. Îraneke demokratîk a federal hem di hundir de
dê aştiyê pêk bîne û hem bi awayekî aştiyane bi dinyaya derve re bijî.
Têdîtin: Sekreterê Giştî yê PDK
Îranê mehane nivîsekê di malpera xwe de diweşîne. Ev nivîse a meha Rêbendanê ye
ku bi Kurmancî jî dikeve ber bala we xwendevanên Agirî. |