|
hêzên mezin ên cîhanê
rol û bandora xwe heye, lê ev rastiye ji tu kesê ne veşartî ye ku hiloşîna
rejîma Paşatiyê li Îranê, berhema xebata dûr û dirêj ya civatên xelkê Îranê di
pêxema anîne ser karê rejîmeke demokratîk û gelî de bû. Desthilateke wisa ku
bikare bi cihgirkirina demokrasî, dadperwerî, dabînkirina mafên neteweyî ên
gelên bindest û stem û zilmêjkirî ên Îranê, dawî bi wî barê qurs û giran yê tejî
rojreşî û bêdadiyê bîne ku bi dirêjahiya dîrokê, sebebkarê rasteqîne û relîte yê
bê ser û berî û tevlîheviyê di welat de bûye, hemû rastî jî vê yekê nîşan didin
ku bêy parastin û berçavgirtina xwestek û daxwazên rewa û berheq ên neteweyên
Îranê, tu rejîmek nikare îdeaya desthilateke rewa û vekirî di Îrana pirnetewe de
bike.
Heke em vê rastiyê jî berçav bigirin, Komara Îslamî encama xebata tejî gorî û
qurbanîdana gelên Îranê nebûye û nine, bêşik û guman, em digihîjin vê encamê ku
hatine serkar a Ayetulayan, berhema bêbernameyî û hevhanegînekirina hêz û
rêxistinên neyar û dijber ên azadîxwaz yên wê demê yê rejîma Paşatiyê bû û
beriya vê çendê ku şoreşa 1357’an a Rojî bigihîje qupika serkevtinê û roja
hêvîdan bi azadiyê li serê çiya bihelêt, xelkê gellek fîdakarî kiribû, bi dehan,
sedan û hezaran kes di girtîxaneyên rejîma paşatiyê de, yan di bin îşkenceyên
herî hov û bêrehmane de şehîd bibûn, yan hatibûn îdamkirin.
Eva di halekê de bû ku xebat û berxwedan bi awayên cur bi cur di qonax û
merheleyên cuda cuda de, di dever û melbendên cur bi cur ên coxrafiya Îranê de,
bê liberçavgirtina rewşa têkildar û li gor îmkanê di holê de bû. Nabe xebata
Mîrza Koçek Xanê Cengelî li daristanên Bakûrê Îranê, serdarên Kelhor li
Kirmaşanê, tevgera Siyakel û Fîrqeya Demokrat ya Azerbaycanê û wd... wekî beşek
ji fidakarî û bestên û zemîneyên dîrokî yên serkevtina şoreşa gelên Îranê di
sala 1357’an ya Rojî de, nehê berçavgirtin.
Aşkera ye ku di Kurdistana serbilind de, avakirina Komara Kurdistanê bi serokatî
û serkêşiya pêşewatiya Şehîd Qazî Mihemed, yekemîn destpêka xebateke bi bername
û demdirêj bû. Piştre tevgera bi şan û şeref û rûmetdar a salên 1346 – 1347’an a
Rojî bi dû re hate ku bo heta hetaye keç û xortên Kurd şanazî û rûmetê pê dikin
û rêberên biwêr û netirs ên vê serhildan û rabûnê wekî rêçşikênên xebata qonaxên
tarî û zulmatê tên zanîn.
Ev paşxana şoreşgerane ya tevgera neteweyî ya xelkê Kurd li Kurdistana Îranê,
bestên, zemîne û bingeha beşdariya çeleng û berfireh a xelkê Kurdistanê li dijî
desthilata dîktatorî a paşatiyê bû. Ji ber ku hiloşîna rejîma paşatiyê ji bo
xelkê Kurdistanê di kakil û naveroka xwe de, derb û agirek tejî sebir û qirara
xelkê Kurdistanê bû. Neteweya belengaz û maflêxwarî a Kurd ji bo hiloşandina
desthilatdarekê hatibû ortê ku ji bilî kuştin û qirkirina bibername û sîstematîk
li dijî xelkê Kurd, cuda ji meşandina siyaseta helandin û asîmîlekirina çandî û
rewşenbîrî, ji bilî kavil û wêrankirina gund, zevî, bax û bostanan, ji vana
bijan û birqtir, hilweşandina Komara Kurdistanê û daliqandina rêberên Kurd û li
serveyî hemûyan, Serok Komarê yekemîn desthilata nûjen û modern a Kurd, Pêşewa
Qazî Mihemed bû.
Serbarê vana jî, xelkê Kurd di pêvajoya dîrokê de, li dijî hemû desthilateke
dîktator û serberedayî xebat kiriye û ji bo bidestveanîna azadî û serxwebûnê
gorî dane û dê bide.
Mirov nikare haşayê ji vê yekê bike, lê encamên desthilata Melayan di dema
derbasbûyî de, me bi başî digihijîne vê rastiyê ku şoreşa gelên Îranê bona
serkar hatina desthilateke bi vî awayî nebûye.
Lê mixabin her wekî hate gotin, nebûna bername û planeke ron û zelal, nebûna
yekîtî û hevgirtina hêzên demokrat û pêşketinxwaz ji bo rêvebirina welat piştî
desthilata paşatiyê, her wiha nenasîna pêwendiyên civakî û baweriyên xelkê weke
hewce ji aliyê beşek ji wan şoreşvan ve, derfeta vê çendê ji bo Melayan afirand
ku bi mifahstandina nebaş ji seh û hîsên olî ên xelkê, bi dana soz û qirarên pûç
û derew, dest bi ser şoreşê de bigirin û belayeke qerebûnekirî bînin serê
neteweyên Îranê. Piştre ji bilî serkut û çewisandina hundirîn, şerê malwêranker
yê dewleta Îraq û Îranê anî holê û em hemû ji ziyanên malî û menewî ên cibran û
qerebûnekirî ên wî şerî agahdar in.
Girtin û binçavkirina azadîxwazan, kuştinên bikom ên girtiyên siyasî, meşandina
zêde û berfireh a teror û reşekujiyê, tepeserkirin û çewisandina her cure
dengeke azadîxwazane, zalkirina rewşa serkut û tund û tûjî, lêdan û kutana jinan,
daxistina azanîngehan, serkutkirina xwendekaran, qedexekirina bedewî, xweşikî,
hezkirin, evîn û muzîkê, her ji destpêka hatine serkara vê rejîmê ve, mirov
dikarî bi rûçikê rastîn yê desthilata qirêj û cehnemî a vê rejîmê bihesibîne.
Mixabin vê rejîmê dîsa parek berçav ji hêzên Îranî ji bo alîkarî û hevgirtinê
hay neda û pê hişyar nebûn, heta hêz û aliyên wisan hebûn û hene ku ev
desthilata reş bi vê karnameya xwe ya biyom bi dijberê Împeryalîzmê zanîne û
dizanin û bi hêcet û mihaneyên derewîn, dixwazin rejîm her bimîne.
Xuya û aşkera ye ku rêberiya xebata neteweyî a xelkê Kurdistana Îranê, nemaze
rêberê mezin û navdar yê Kurd, Dr. Qasimloyê nemir, bi armanca peydakirina
çareseriyeke aştîxwazane ji bo doza siyasî a xelkê Kurd û berlêgirtin ji
xwînrijandin û kuştin û malwêrankariyê, hemû cehd û hewleke pêwîst û jêhatî
bikar anî û bi pêkanîna şanda nûneriya xelkê Kurd bona wan armancan gav avêt.
Lê mixabin, ji ber vê yekê desthilata ne hemdem a rejîma Meleyan bêy dana ked û
zehmetan siwarê pêla şoreşa gelên Îranê bûbû, ne tenê her tu gaveke bi kiryar di
vî warî de navêtiye, belkî bi afirandina bihara bixwîn a Sine, sepandina şerê 3
mange bo ser xelkê Kurdistanê, piştre fermana cîhada Xomeynî, li dijî xelkê
azadîxwaz yê Kurdistanê, rêya qirkirina aşkera ji bo serbaz û leşkerên bênav ên
Îmamê Zeman di Kurdistanê de vekir, afirandinek ku piştre kuştinên bikom ên
Qarnê, Qelatan, Sewzî, Serçinar, Hesen Mîran, Çeqel Mistefa, Îndirqaş, Niyer û
Tepanî, Qelawarî, Xwayar Melik, Qoçî Waşî, Gêçê û Heleqoşk û gellek melbend û
cihên din ên Kurdistanê bixwe ve girt. Ev kuştinên ku Xelxalî bi nûnerayetiya
Xomeynî li Kurdistanê meşandin, tu car li ber çavê dîrokê winda û bezir nabe.
Siyaseta rejîma Îranê li dijî xelkê Kurdistanê, tevî hemû pîvanên mirovîn û rê û
cihên pesendkirî ên navneteweyî natebayî hebûye û heye. Siyasetek ku ji bilî vê
çendê, bi Milyonan xisar û ziyanên aborî û malî gehande aboriya Îranê, cuda ji
vê yekê ku bi hezaran keç û xort li hembêza xelkê Kurdistanê standiye, du
rêberên mezin ên Kurd jî di nav dilê dinyaya pêşverû de û ji hembêza tejî evîn û
hezkirina dayîka nîştiman stand. Bi vî halî jî, vê rejîmê heya niha biçûktirîn
nifûz, pêgeha û hitbarek siyasî û civakî di Kurdistanê de tune ye.
Rohn û eşkere ye, di asta derve de bi sedema liberçavnegirtin û guhnedan bi usûl
û yasayên navneteweyî, piştevanîkirin ji terorzîma navdewletî, pêkanîna asteng û
pirsgirêkan li ser rêya proseya aştiya Felestîn û Îsraîlê, şandina çek û dirav
weke hevkarî ji bo Hizbulaha Lubnanê û girûpên terorîstî li Îraqê, hewldan ji bo
bidestxistina çekên etomî, bas ji holêrakirina Îsraîlê, haşakirina ji qirkirina
Cihûyan a naskirî bi Holukastê û gellek sebebên din bûne sedem ku rejîma han di
asta navneteweyî de bikeve perawêzê. Ne dûr e ku domandina siyasetên han ên şaş
û bitirs delîvê ji bo şereke nexwestî û malwêranker bîne holê. Bêguman sedema
her şereke malwêranker tenê û tenê desthilat û tev pêkhatiya rajîma Komara
Îslamî ya Îranê ye.
Îro rojê taqimek di Îranê de desthilatdar in ku dixwazin bi hizr û ramanên sedan
salan berî niha pêşiya pêvajoya berbipêşveçûna dîrokê bigirin, ew ji bo
parastina desthilata xwe a gemar rojane dehan û sedan ciwanan di bin îşkenceyan
de dikujin. Kiryarên kirêt ên weke kevirbarankirinê, birrîna dest û piyan û
bêser û şûnkirinê dişopînin.
Di encama siyasetên han de, tûşbûna bi milyon kesan bi madeyên bêhişker, bêkarî,
giranî, Feqîrî û xizanî, gendeliya civakî û îdarî, bertîl û rişwetxwarin û
gellek pirsgirêkên din ên civakî hevdem tevî aboriyeke qels û lawaz rastî gelên
Îranê hatiye. Sîbera rejîma han a şeytanî bûye biyomek û li ser gelên Îranê de
qursayiyê dike.
Berevajî siyasetên niha ên desthilatdarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, şîret û
ebret û ceribînên biha giran ên dîrokî ji me re dibêjin, ma gelo Hîtler,
Mosolînî, Mîlosovîç, Sedam, Stalîn, Pînoşe, Soharto û wd... hetanî dawiyê karîn
bi serkut û tepeserkirina xebatkarên navxwe û binpêkirina usûl û pîvanên
navneteweyî, desthilata xwe bidomînin?
Bêguman bersiv NA ye, heke wiha be, dîrok bêrawestan pêvajoya pêşveçûna xwe
didomîne. Bi berçavgirtina vê çendê, em hemû dikarin bi domandina xebata
demokratîk, piştgirêdan bi hêz û şiyana mezin û bêdawî a xelkê, bi jordeçûna
asta mafxwaziya gelên Îranê, bi bihêzbûna xebata Ciwan û Jinan di pêxema
demokrasiyê û cihgikirina desthilatek layîk û federal di Îrana pêşerojê de, bi
asoya ronahî a sibê hêvîdar bin.
Bona armanca han jî, yekîtî, hevdengî û bi hevrebûn dikare hayderek bibandor be,
hevgirtin tenê bona vê çendê nîne ku em çi naxwazin, belku bona vê çendê ye ku
em bizanibin çi dixwazin û sîma û rûçikê Îrana pêşerojê çawa destnîşan dikin. |