|
de, ew jî peydakirina debara jiyana
malbatên xwe û pariyeke nan ji bo zarokên xwe, bona rizgarî ji jarî û xizanîyê
bi heqdesteke herî kêm ya mirovî, xebat di pêxema jiyanê de heta gihîştin bi
lêva mirinê û qebûlkirina hemû xeterên ew rêyên bixof û cihê tirsê ku di dema
têlekdarî û kasibkariyê de, berbirû dibin. Zehmet û mandibûneke bêrade û
şeqîbûna beden, laş û ruhî û derûnî a wan di rêya debara jiyana xwe û malbatên
xwe ji bo derbazbûn ji betalî û bêkariya ku Rojhilatê Kurdistanê pê re dinalîne.
Ew ji bo berengarbûn li hember jiyana xwe a tejî êş, keder û zehmetî, dest didin
ber karekê ku seranser jan, elem, pirsgirêk û rojreşî ye.
Jiyana kasibkar û têledarên kurd ên
Kurdistana Îranê li ser sînoran ku hinek car bi neheq bi qaçaxçî tên
binavkirin, ew qas tirajedîk e ku mirov dikare bi berfirehî bide dahûrandin û
nivîsîn û lêkolîneke zaf li ser vê çendê bike. Di vê nivîsarê de, em dê hewlê
bidin, bi kurtî be jî çend aliyên cur bi cur li kar, xebat û jiyana kasibkarên
kurd ên Rojhilatê Kurdistanê binirxînin û wêneyeke biçûk ji jiyana dijwar û tejî
kêşe û pirsgirêk a wan bidin nîşandan.
Pirsa yekem ku di vê derbarê de
dikeve rojevê eva ye ku gelo çima jiyana kasibkarî û têledarî a kurd li ser
sînoran!?
Bersiva vê pirsê gellek rohn û
eşkere ye, kasibkar û têledarên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ew kar bi dilxwaz,
vîn û îradeya xwe ne hilbijartine, belku eva vedigere ser ew rewşa siyasî, aborî
û civakî ku tê de dijîn. Ji ber ku ew jî wekî hemû mirovên din hez dikin ku di
asûdeyî, tenahî û rihetiyê de û di nava civakê de bijîn, kar bikin û naxwazin ku
di rêya hewcedariyên jiyanê, sermaya herî buhagiran û biqîmet a jiyana xwe, yanî
canê xwe bêxin xeter û tehlîkeyê.
Bêguman sebebkar û afirînerê vê
rewşê jî ji bilî desthilatdarên Komara Îslamî a Îranê, tu kes û aliyekî din nîne
û berpirsiyariya vê yekê dikeve stûyê vê hikûmeta nedemokratîk. Çunkî sîstemên
siyasî awayê jiyana takên civakê diyarî dikin û herwiha şekl û şêwaza rêveberiya
desthilatê ye ku kar, rol û karekterê mirov di warên cuda cuda ên civakê de
destnîşan dikin. Lewra hilbijartina jiyana têledarî û kasibkariya ser sînoran ji
rastiya jiyana siyasî, aborî û civakî a gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê
çavkanî digire û bêy peyivîn û axavtin, vê rastiyê diselimîne ku ev kesên han
çiqas neçar û mecbûr in ku rû li jiyaneke wisa bixof û cihê tirsê bikin.
Xala balkêş li dor kar û xebata
kasibkar û têledarên kurd yên ser sînoran eva ye ku hemû xebitîn û çûn û hatina
wan bi veşartî û ne eşkere ye û hertim îmkana vê çendê heye ku bibin goriyên
êrîş û teqeya hêzên Komara Îslamî û seba peydakirina pariyeke nan ji malbatên
xwe re di nava xwînê de tên gevizandin û jiyana xwe jî ji dest didin. Haleta
duyem jî eva ye ku xetereke mezin bo ser jiyana kasibkar û têledarên kurd, hatin
û çûna wan di nav rê û erd û zeviyên mayînrêjkirî ên ser tixûban de ye. Ji me re
xuya dibe, ji ber van du sedemên ku min qala wan kir, rojane çendîn kasibkar û
welatiyên sivîl ên kurd dibin qurbanî û jiyana wan bi nerewayi tê rijandin an bi
xurtî birîndar yan siqet û nivîşkan dibin. Hebûna mayîn, teqemenî û bombeyên ser
sînorên Kurdistana Îranê gellek arîşe û pirsgirêk ji bo xelkê çê kirine.
Hejmareke zaf mayîn li ser xalên ser sînorên gund û bajarên Kurdistana Rojhilat
tevî welatên din ên cîran hatine çandin ku yê bûne gefeke mezin bo ser kar û
jiyan û tenahiya xelkê sivîl. Di van çend salên dawî de, ji ber rewşa han, sedan
welatiyên sivîl û zehmetkêş ên kurd ê bûne gorî. Di nav wan goriyan de sedan
serperest û malxwê malbatan tên xuyakirin.
Kasibkarên kurd ên ser sînor ji bo
peydakirina 5 heya 10 hezar tûmenan neçar in ji du asteng û xetereyên mezin
derbas bibin, heya bikaribin vê radeya kêm a dirav bidest bixin. Ya yekê tirs û
xetera mayînên çandî ên ser rêyan û her wiha erd û zeviyan e, ya duyem ji êrîşên
sîstematîk û teqelêkirina berdewam û bêrehmane a hêzên rejîma Komara Îslamî ye.
Dîktatorî û serberedayîbûna
berpirsiyarên Komara Îslamî di vê derheqê de bi qasekê ye ku hêşta rêberên vê
rejîmê amade nebûye ku peymannameya Otawayê ku di sala 1997’an de li Kanada’yê
wek dukomenteke navneteweyî hate pejirandin wajo bike ku berhemanîn, komkirin,
guhastin û bikaranîna mayînên dijî kes qedeqe kiriye, û bona ji holê rakirina
mayînan û alîkarîkirin bi goriyên mayînan û paqijkirina rêyan, erd, zevî û
çiyayên mayînrêjkirî li Kurdistanê gavan bavêje.
Lewra ye, mayînên çandî ên nava erd
û zeviyên Kurdistanê dijminên nivistî û veşartî ên xelkê bi giştî û nemaze
kasibkar û têledarên Kurdistanê ne ên ku li ser sînoran dixebitin û berdewam jî
dibin qurbanî û çarenivîsa wan û malbatên wan jî ber bi rojreşî û pêşerojeke
nexuya û tejî kul û jan dibe.
Ji bilî tirs û xofa kasibkar û
têledarên ser tixûban ji ber hebûna mayînan û hêzên gemar û mirovkuj ên Komara
Îslamî, ji aliyekî din ve, ew kar û pîşeya wan di warê cendekî û derûnî ve
gellek ziyan û xisarên mezin heye û herdem ji ber derdê êş, jan û arîşeyên karê
xwe dinalin. Lê ji ber qursî û giranbûna barê jiyanê û zehmetiyên debara jiyanê
di bin siya desthilatdariya Komara Îslamî de, ew neçar in di rêya debera jiyanê
de, canê xwe ji lêva mirinê nêzîk bikin. |