|
bi vê yekê rewayî û berheqiyê ji bo
xwe bidestve bîne. Rewayî
û berheqdayînek ku her ji destpêka hatine ser kar a wê rejîmê ji aliyê xelkê
Kurdistanê ve hate mandelkirin. Beşdarînekirina xelkê Kurdistanê li referandom û
rapirsiya sala 1358’an rewayî û berheqî ji vê rejîmê stand.
Roja 1’ê Reşemeya 1386’an, li
bajarê Mehabadê civînek bi beşdariya cîgirê siyasî – tenahî yê parêzgeha
Azerbaycana Rojava û Fermandarê bajarê Mehabadê ji bo şêwrên gund û bajarên
derdorê pêk hat. Di vê civînê de navhatî daxwaz ji şêwran kir ku divêt xelkê hay
bidin heya ku di binav hlibijartinên meclîsa heştem de beşdariyê bikin. Di
civîna han de Mihemedzade, da zanîn ku dijber û neyarên Komara Îslamî bi taybet
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hilbijartinên han baukut kirine û divê ew
jî hewl û bizavekî zêdetir ji xwe nîşan bidin daku xelk beşdariyê di van
hilbijartinan de bikin. Ev gotina cîgirê siyasî – ewlekarî yê parêzgeha
Azerbaycana Rojava cihê baldan û xalekî balkêş e! Ev gotine bi başî nîşanderê vê
rastiyê ye ku PDK Îranê serbarê vê çendê ku ji aliyê wê rejîmê ve bi hilweşandî
û qedexekirî hatiye ragihandin û bi hezaran kes ji endamên wê bi destê wê rejîmê
hatine şehîdkirin, dîsan jî di nava xelkê xwe de pêgeha taybetî a xwe heye ku
desthilatdarên rejîmê hesabeke han jêre dikin û helwesta vê partiyê bi giring
dinirxînin. Eva belgeya herî baş ji bo van girûp û aliyan e ku îdeaya dikin PDK
Îranê pasîv bûye. Partiyek ku bikaribe %75’ê xelkê Kurdistanê hay bide heya ku
di hilbijartinan de beşdariyê nekin, partiyeke çeleng û ektîv tê hesibandin.
Armanca desthilatdarên rejîmê ji
meşandina van lîstikane çî ye? Pirsa sereke li vir eva ye ku erê gelo rejîma
Melayan sîstemek demokratîk e hetanî ku hilbijartinên demokratîk birêve bibe?
Gelo dengder dikarin bi awayekî azad dengan bidin berbijarên xwe ên dilxwaz?
Nûnerên parlemanê dikarin yasayên ku di xizmeta pêşveçûna civakê de ne, bi
awayekî azad bipejirînin?
Bêguman her hilbijartinek
demokratîk bi armanca pêkanîna rewş û delîveya jêhatî bona birêvebirina kar û
barên welat, yek ji bingehên sereke yên demokrasiyê tê hesibandin û beşdarî di
hilbijartineke wilo de erk û wezîfeya gişt hevwelatiyan e. Lê bi baldan bi
derbazbûyiya hilbijartinan di Îranê de, ev yeke bi başî xwe dide kifşê ku di
gişt binav hilbijartinan de û yek ji wan, binav hilbijartina Meclîsa Şêwra
Îslamî, di navbera tev daxwazkarên berbijariyê de, tenê kesên dilxwazên rejîmê
ne ku kêrhatîbûna van tê pejirandin û yên din bi hêcetên cur bi cur tên
mandelkirin. Lewra em mêze dikin xelk neçar dibin ku kesên dilxwazên rejîmê
hilibjêrin. Li vir bi bawera me berbijarên han di naverok û kakila xwe de,
hilbijartiyê/a rejîmê ne, ne yên xelkê.
Gelê Kurd bi başî seh bi wan
lîstikane kiriye û di hilbijartinên bi vî awayî de, beşdariyê nakin. Ji ber ku
baş ji vê rastiyê haydar in ku çûna wan binav nûneran bo meclîsê, ku di rastî de
nûner û hilbijartiyên rejîmê ne, tu guhartinên siyasî, civakî û çandî pêk
naînin. Armanca rejîmê ji hilbijartinên han, tenê girtina rûçikek demokratîk e û
beşdarî di van hilbijartinan de, rewayîdan bi vê rejîma sedsalên navîn e. |