|
Ewropayê hatibû
organîzekirin û xebatên wê du rojan dom kir.
Ji bo beşdarî di
wê konferansê de, ev partî û rêxistin li hundirê Turkiyê hatibûn vexwendin:
-Partiya Dad û
Geşekirinê-AKP(partiya
desthilatdar a Serok Wezîr Teyîb Erdogan)
-Partiyên
opozîsyon ên Turkiyê yên beşdar di Parlamentoya Turkiyê de
-Partiya Civaka
Demokratîk-DTP(Partiya
Kurdî)
-Partiya Beşdariya
Gel di Siyasetê de-
KADEP(Partiya Kurdî)
-Partiya Maf û
Azadiyan-HAK-PAR(Partiya
Kurdî)
Herwiha
Hevbendiya Demokratîk ku ji 8 Partiyên Bakûrê Kurdistanê pêk hatiye, hatibû
gazîkirin.
Ji bilî hêzên
siyasî, hejmareke zaf ji kesayetî, nivîskar, nûçegihan, rêxistinên sivîl,
hunermend û rewşenbîrên Kurd û Turk li hundir û derveyî Turkiyê hatibûn
vexwendin.
Hejmarek xuya û
berçav Ewropî(Parlamenter, kesayetiyên akademîk, rojnameger û pisporên pirsa
Kurd li Turkiyê) beşdarî Konferansê bûn.
Li parçeyên din ên
Kurdistanê, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Partiya Demokrat ya
Kurdistana Îranê û YNK’ê û PDK’ê hatibûn gazîkirin û beşdarî Konferansê bûn.
Hêjayî gotinê ye
ku tu yek ji Partiyên Turk ên Turkiyê ji Konferansê re hatibûn vexwendin,
nehatibûn û her wek”Joost Lagendijk” Serokê Komîsyona Têkiliyên Turkiyê û
Yekîtiya Ewropayê û yek ji rêveberên Konferansê, da zanîn, her yek ji wan bi
bihane û hêcetekê ragihandibûn ku beşdarî Konferansê nabin.
Armanc ji pêkanîna
wê Konferansê eva bû ku nûnerên hêzên siyasî, berpirsiyar, rewşenbîrên Turk û
Kurd bihên û li ser naveroka Destûra Bingehîn a nû a Turkiyê bas û nîqaşan
bikin, heta bizanibin ku di Qanûna Bingehîn a nû de çawa azadiyên demokratîk û
cihgirkirina civaka sivîl were ewle û garantîkirin, nemaze pirsa Kurd û
kêmaniyên din çi cihek di wê destûra nû a sivîl de dê hebin û bi giştî
çareseriya jêhatî û hemdem ji bo pirsa Kurd bona bas, nîqaş û şiroveyan bikeve
rojevê. Hewce ye guhartinên demokratîk û erênî di destûra nû ya bingehîn de,
rêyê bona wergirtina Turkiyê di Yekîtiya Ewropayê de vala bikin.
Di dawiyê de hemû
aliyên Kurd, Turk û Ewropî amadebûna xwe ji bo domandina wan basan îlan kirin û
hêvî û xweziyên xwe dan xuyakirin ku Konferansa tê li Enqereyê bê lidarxistin.
Nûnerê Pêwendiyên
PDK Îranê di dezgeh û organên Yekîtiya Ewropayê de |