|
name ji min re jî hatin ko derbasî nava dilê min bûn û wujdana min hejandin. Her
wisa, gurzek gulî xweşik û xuristî ji aliyê rêvebir û endamên nivîsgeha min
giha min, ciyê xwe dil dilê min de girt û di bîranîna min de nîşaneke hezkirinê
ko nayê jibîrkirin hîşt.
Newroz rojeke derbingehok e (îstisnayî). Ew roja nû ya mirov û zevî û jîngehê
ye.
Di Newrozê de kes li mal namîne, ne jin ne mêr û nejî zarok û mindal. Herkes
asoyên azadî û kêfxweşî û bîranînên teze dibîne. Dunya xwe dixemilîne û renge
rengî dibe. Şev û roj dibine wekehev. Befir dihele û xelk roja nû bi vêxistina
agir-wek sembolekê ji bo serkeftina Kawayê û têkçûna Ejdehak.
Dema ez tenê mam, min hemû ahengên cejina Newrozê yên ko me li paytextên cîhanê
lidardixistin anîn bîra xwe, wek rikeberiyekê ji rêjîma ko dixwest tanî xewnên
me jî bi têlên direhî dorpêç bike. Ji nişkave awireke xemgîniyê girte ser min,
wek ku tiştekî xirab dê biqewime. Gellek têve neçû heta gumana min bicî hat, û
min nûçe di nêtê de dît ko li bajarê Qamişloyê, ev şarê ko xwîn lê herikî di
roja 12 ê adara 2004an de, Newroza xwe nake ji ber qurbaniyên nû yên roja
21/3/2008ê. Gunehê wan yê tenha ew bû vêxistina alavên agir û vejandina rîtûalên
cejina wan a netewî bû.
Duhî 21/3/2008 li Qamişloyê çar şehîd ketin û 9 ê dî jî birîndar bûn, bi
gulleyên alavên desthilatdariya Sûriyê. Kêfa wan bû xemgînî, lê belê eger ko
hêzên ewlekariya Sûriyê agirê ko wan dadabû vemirandin welê wan agirê ko dil û
hestan de, agirê azadî û serbestiyê germ û gurtir kirin !.
Kurdên sûriyê xwediyên ciyekî taybet in di çarçoveya xebata rizgarîxweziya
kurdistanê de. Tevî kêmaniya hijmara wan, lê belê ew xwediyên perwerde û
bîreweriyeke siyasiya baş in, tiştê ko dihêle ew wekî elîteke pêşkeftî di
bihêzkirina têkoşîna gelê kurd de li hemû parçên kurdistanê cî bigirin. Rojavayê
kurdistanê hertim xwe kiriye qurbana berjewendiyên tevgera kurdî li iraq û
tirkiyê. Niha jî şiyarbûneke berz di nav kurdên sûriyê de pêkhatiye, bi pênûsên
jin û mêran ko şûna pencên xwe hiştine. Lê ev parçe hêjî dinalê ji destê xizanî
û bindestî û tepeseriyê, di serdema cîhangîriyê û demokrasiyê de li seranserê
cîhanê.
Di destpêka salên 60-î ji sedsala buhurî belgeya Mihemmed Teleb Hîlal derket,
evê ko hingê parêzgarê Hesekê bû. Ew bi aşkira dewa erebkirin û koçberkirina
kurdan dike, digel xizankirin û nezankirina wan, bi armanca tunekirina nasnameya
wan a rewşenbîrî û asîmilasiyonkirina wan di nava civaka sûriya erebî de. Belge
kete piratîkê de di riya bênasname hiştina dora 120 hezar kesên kurd, û hêjî
zarokên van kesan ko wekî Mektûmîn têne naskirin û binvakirinê bê nasname ne, ev
tiştê li dijî hemû prensîbên mafên mirovan.
Her weha navên gund û navçên kurdî hatin erebkirinê (nivîskar bi çavê xwe ew
dever dîtine) nav bi pîtî hatine wergerandin ji kurdî bo erebî, ev yeka jî
siyaseteke bêhişmendî ye ji aliyê dewletekê ko kes wekî wê behsa azadiya gelê
Felestîn û xebata wî ya rizgarîxwaz nake, lê diyare ko kurdên sûriyê beriya
kerkesî piştgiriya xwe nîşanî xebata felestîniyan dan û şehîd jî di vê riyê de
pêşkêşkirin.
Rêjîma sûriyê li cem guhêrandina navan ranewestiya lê belê rengê xak û mirovan
jî guhêrand. Projeya Zinnara Erebî pêkanî jibo jihevqetandina nexşeya cogirafîk
ya kurdên sûriyê, û ji destpêka sedsala buhurî ve û heta niha siyaseta
înkarkirin û destgirtin û tunekirin û izolekirina çanda kurdî ewbû rêbaza
kevanre di danûsitendina bi pirsgirêkeke hevçerx re, ko nayê çareserkirin ji
bilî di riya dêmokirasiyê de, ji ber ko ev serdema nûjen nema êdî bikaranîna
asin û agir weke çareseriyekê qebûl dike.
Weke ko dihat texmînkirin, sînorên sebrê jî hene, û me dît di adara 2004an de li
Qamişlouê çi qewimî, ev bajarê kurdî bi reng û ziman û xelkên xwe ve, ko îsbat
kir qet mûmkin nine milletekî zêndî were tunekirin.
Sûriya li ser sînorê Israil e, û parçê axa wê hatiye dagîrkirin.Ew ji hemû
dewletan bêtir bi hewceyî aşîtiya civakî û seqamgîriya siyasî ye ji bo pêkanîna
erkan û xweşkirina rewşê û têkiliyan bi cînarê herêmî re û xwe derxe ji lîsteya
dewletên ne dêmokrat û pirên dostaniyê bi cîhanê re avabike.
Ev rêbaza sûriyê ko bi kurdên xwe re dimeşîne navê wê reştir dike, tevlî
pirsgirêkên wê li lubnanê. Gelo ew dê li xwe vegere û şaşitiya projeya xwe ya
siyasî di gel şaşitiya danûsitendina wê bi hêzên opozisyona sûriyê –di nav de
opozisyona kurdên sûriyê-re îlan bike?
Kurdên sûriye resen in û dê wisa bimînin jî tevî ku ew bê nasname ne. Heye ko
xwîna wan ya ko di roja 12ê adara 2004an û duhî 21/3/2008 hate rijandin nîşaneke
nû be ji hikûmeta sûriyê re ko ew hew dikare kesekî bixapîne dema ko banga
rizgarkirina Colanê dike û di heman demê de azadiyê binpê dike li libnan û
kurdistanê!. |