|
ê bûye sedema
vê çendê ku wekî pênaseyek neteweya a pîroz bihê dîtin.
Ji aliyekî din ve
jî, ew gel pirr pûte û girîngiyê bi hilkirina agir di kuleçarşemiyê de didin û
li ser agir baz didin, di halekê de gelê Kurd li ser vê baweriyê ye ku divêt
heta beriya bidawîhatina kuleçarşemiya dawiya salê, mal, jîngeha derdor û kinc û
cil û bergên xwe paqij û nû bikin, bi awayekê ku nabe tiştê bê mifah û kevinbûyî
di nava malê de bimîne û agirê çarşema sor tevahiya tiştên kirêt û biyom ji nav
dibe û paqijbûna jiyanê ye. Piştî ku agirê pîroz ê Newrozê di şeva 21’ê Adarê li
ser banê malan û bilindahiyên derdora gund û bajaran û çiyana tê hilkirin, her
wiha berevajî wan neteweyane, Kurd li ser agir baz nadin, belkî wekî diyardeyeke
pîroz li dora agir şahiyê dikin û dîlanê digêrînin, stran û sirûdan dibêjin, ji
ber ku Kurd herdem agir, av, ax û hewa pîroz zanîne.
Di Îrana Paşatî û
Melayan de, her du rejîman hewla tevlihevkirina Newroz û dîroka wê li gora
berjewendiyên xwe dane, lê gelê Kurd herdem nihêrîneke cuda ji wan hebûye û
watekirinên wan ji Newrozê nepejirandiye. Her çiqas rejîma Komara Îslamî dîrokek
sexte û ecêb ji bo Newrozê çê kiriye û xebat kiriye ku Newrozê bi gotar û
îdeolojiya hişk a xwe girê bide û bi piraktîzekirina siyaseta serkut û
tirsandina xelkê, hewl û cehda kêmrengkirina Newrozê weke hêma û semboleke
neteweyî û li dijî serweriya gel dide, lê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê qet
nehêlane di tu rewşekê de agirê sor ê Newrozê di şeva Newrozê de li ser
bilindahiyên welat bê hilkirin. Kurdistana bin desthilata Komara Îslamî herêmeke
mîlîtarîzekirî ye ku tevahiya aliyên jiyana xelkê (taybet û giştî) di bin
çavdêrî û kontroleke dijwar de ye. Newroza 2008’an di halekê de hate pîrozkirin
ku beşeke zaf ji xebatkarên siyasî, sivîl, çandî, jinan û xwendekar ku pêşengên
hundirê welat ji bo xebat, çalakî û civînan in, yan di girtîgehên takekesî ên
rejîmê de bûn an qedexekarî li ser wan hatiye meşandin û mafê beşdariyê li tu
xebat, çalakî û henceteke xelkî de tu ninin. Lê serbarê hemû vana, gel bi
berfirehî Newroz weke sembol û pênaseyek ji bo hebûna pênaseya serxwebûna
neteweyî û cudahiya nasnameya neteweyî pîroz kir. Kurdan li bajarên: Dêwlan,
Serdeşt, Seqiz, Mehabad, Bokan û wd... bi awayekî qirseyî herikîn ser rê û
şeqaman û di gellek cihan de bi hêzên dijî gelî ên rejîmê re rû bi rû bûn. Îsal
jî Komara Îslamî weke salên borî dehan kes ji ciwanên beşdarî şahiya Newrozê
girtin û ji girtîgehan re şandine, heta bi vî awayî pîrozkirina bertesk û
kêmreng bike. Armanca vî karê wan ew e ku pêşiya wan peyamên siyasî bike û
hevdem tevî Newrozê tên rojevê. Heta bona xuyakirina hovîtiya xwe a zêde, hevçax
tevî rojên Newrozê, Herêma Kurdistanê daye ber topan û xelkê çendîn gundan
koçber û derbider kir.
Li parçeyên din ên
Kurdistana ji hev cudakirî, ji ber cudahî û valahiya fireh a navbera çand û
zimanê Kurdan û neteweyên dagirker ên serdest, pîrozkirina Newrozê germahiyek
taybettir bi xwe ve digire û bi vê sedemê hevdem Newroza Kurdan û agirê wan ê
pîroz têkelî agirê kerb, kîn û hêrsa dagirker û tepeserkeran dibe û cejn û
Newroz û şehîdbûn hevçax dibin pênase û wateya Newrozên bindestiya me.
Rojavayê Kurdistanê
yek ji wan parçeyan e ku berdewam gorîdan di rêya azadiya welat de û li bere
berê Newrozê ceribandiye.
Bo mînak li bere
berê Newroza 2008’an, di komployeke bi bername de, zêdetirî 20 kes ji xelkê
bajarê Qamişloyê hatin şehîdkirin û ev pêvajoye bi dirêjahiya desthilatdariya
rejîma Bees a Sûriyê dom kiriye. Her wiha roja pêncşem 20’ê Adara 2008’an, di
dema pêşwazî û pîzorbahiya Newrozê de, hêzên Bees gule barandin ser gel û 3 kes
ji beşdarên şahiyê bi navên: Mihemed Zekî Remezan, Mihemed
Mehmûd Hesen û Mihyedîn Hecî Ceml Îsa Şehîd û çendîn kes
birîndar kirin.
Lê van tund û
tûjiyane ne tenê xelkê biwêr netirsand û gel li hember êrîşan paşde nekişya,
belkî mezinatiya Newrozê û kerb û kîna dagirkaran bi peyamê vê hencetê zêdetir
selimand.
Aliyek din a Newrozê
li Kurdistanê, herikîna bicoş a xelkê ji bo pîrozkirina Newrozê li Bakûrê
Kurdistanê ye. Bakûr parçeyê herî mezin ê di warê nifûsê de ye ku dîrokek bixwîn
wek beşên din ên Kurdistanê derbas kiriye, Newroz li Bakûr bi sedema siyaseta
înkarkirina gelê Kurd heta dehsala 90’an bi tevahî qedexe bû, bi carekê ku gelê
Kurd li Bakûr û Ewropayê bi caran bona ji holê rakirina qedexekariya li ser
Newrozê, meşên nerazîbûnê lidar xistin. Xebatên civaka sivîl a wî parçeyî û zext
û zorên Yekîtiya Ewropayê bo ser Turkiyê bûye sebebê vê yekê ku ew derfet û
firsendeke derkeve holê ku bi awayê fermî Newroz pîroz kirin. Lê mixabin heta
niha şahî û pîrozbahiyên Newrozê bê asteng nebûne û Kurdên Bakûr herdem ji bo
Newrozê bedel dane. Hemû salekê Newroza Bakûrê Kurdistanê jî ketiye ber êrîşa
hovane û rasîzma Kemalîzmê.
Newroza 2008’an, di
destpêkê de li bajarê Amedê, bi beşdariya nêzîk milyon kesî hate pîrozkirin. Li
Amedê şahiya Newrozê bi deqîqeyek bêdengî bona rêzgirtin li bîranîna hemû
Şehîdên Kurdistanê det pê kir. Piştre Ehmed Turk, Serokê Koma Parlemantarên Kurd
ên Paerlemana Turkiyê û her wiha Osman Baydemir, Şaredarê Amedê û Leyla Zana bi
zimanê şirîn ê Kurdî axivîn. Wan tevî pîrozkirina cejna neteweyî a Newrozê,
siyasetên dewleta Turk rexne kirin û bal kişandin ser aliyên cuda cuda ên pirsa
Kurd li Turkiyê.
Şahiya Newroza
2008’an, li Amedê di bin rewşa leşkerî – ewlekarî de birêve çû, heta di dema
pîozkirina Newrozê de, balafir û helîkopter li esmanê Amedê digeriyan. Li
Stenbolê jî 300 hezar kes di şahiya pîrozkirina Newrozê de beşdar bûn.
Lê pîrozkirinên
Newrozê li bajarên din ên Bakûrê Kurdistanê kete ber êrîşa hêzên leşkerî ên
Turkiyê û piştgiriya hêzên Arteşê gule barandin ser xelkê, serbarê vê rewşa tund
û tûj gel li ser domkirina pîrozkirina Newrozê berdewam bû. Li bajarên Wanê,
Sêrt, Colemêrg, Hekarî, Gever, Orfa, Mardîn, Îzmîr û wd... bi sedan kes hatin
birîndarkirin û 800 kes jî hatin girtin û radestî girtîgehê hatin kirin. Hêzên
Turk jin û zarok jî dan ber êrîşên xwe ên hov û bêrehmane. Di encama vê êrîşê de
Zekî Arinc li bajarê Wanê û Îqbal Yaşar(20 salî) li Geverê hatin
şehîdkirin.
Newroza 2008’an bû
derfetek ji bo xuyakirina yekîtî, xebat, berxwedan û hewildan li dijî siyaseta
înkar, helandin û ji holê rakirina nasnameya neteweyî û çand û sembolên
neteweyî.
Her wekî Sekreterê
Giştî yê PDK Îranê, Kek Mistefa Hicrî di peyama xwe a Newrozî de qala vê yekê
kir: “Hevdem tevî nûbûna salê û rêvebirina cejna neteweyî a Newroza Kurdan,
em dê gavên xwe ji bo meşandina rêya tejî kosp û asteng ya xebatê xurttir û
hêviya rizgarî ji bindestî û çewisandinê di nava dilê xwe de gurrtir û asoya
serkevtin û gihîştin bi maf û azadiyên xelkê Kurdistanê, ronahîtir û geştir
bibînin”. |