Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Bi wan zûyan xelk dê dawî bi dirindehiya rejîma Komara Îslamî bîne

20:38 - 29 Îlon 2022

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ bi belavkirina peyamekê rû li tex û qatên civatgeha Kurdistan û Îranê ragihand ku xelk bi wan zûyane dê dawiyê bi hovîtî û dirindehiya rejîma Komara Îslamî bîne.

Deqa peyama Mistefa Hicrî wiha ye:

Xelkê mafxwaz ên Kurdistanê!

Jinên serbest û azadîxwaz!

Ciwanên xebatkar ên xweragir

Li rojên dijwar yên xebat û têkoşîna we yên li dijî rejîma teror û tarîperest a Komara Îslamî û piştî derbasbûna çend dehikan li ser xebata we ya neberanber ya digel rejîmekê ku hemû dahat û saman, kiramet û azadî û nasname û bi giştî hemû hebûna we dagîr û talan kiriye; Di niha de û li nêzkîbûna rikeberiya çarenivîssaz ku rejîma Îslamî bi tewahî bêçare kiriye, eva hûn in ku qehremanê vê xebatê ne ku li ser şeqman û li girtîgehan û zanîngeh û xwandingehan û li her cihekê ne dawî bi dirindehiyên Komara Îslamî bînin.

Tev pêşkevtinên niha yên li dijî Komara Îslamî di demekê de ne ku rejîm ji rûyê bêçareyî û bê hêvîbûnê ve û bi mebesta xwerizgarkirin ji qobiyekê ku bixwe çê kiriye, weke hertim Jîna û Jînayan dikuje, binke û cihên rûniştiyan û xwendingeha malbata hevxebatên we, wate pêşmergeyên Kurdistanê bi çeka herî giran û komkuj dike armanc, ev çek û teqemeniyên ku bi pere û samana Îranê ku tev ya we ye, kirîye û li dijî we di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de bikar tîne.

Niha cihê vê yekê ye ku em hemû bi yekgirtî û yekdengî û bi hev re bi mangirtineke seranserî ku li roja Şemî 9`ê Rezbera 1401`an dest pê dike, tevî piştevanîkirin ji mangirtina mamosteyan, xwandekaran û dersxwanan, dawiyê bi temenek pîlan û direwên Komara Îslamî bînin û nîşanî cîhanê bibin ku em hêjayê jiyaneke serdemiyane ne.

Serkevtin ya me ye

Mistefa Hicrî

 Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ