Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Mihemed Zeyno: “Derd û kul û xema Tirkan tenê pirsa Kurda ye bi her şêweyî li dijî mafê gelê Kurd e”

18:38 - 21 Nîsan 2023

Me digel Dr. Mihemed Zeyno li derheq lihevkirina Çîn, Rûsiya, Sûriya. Îran û Tirkiyê hevpeyvîn pêk anî navbirî got: “qada Sûrîyê bû meydana cirîtiya berjewendiyên di navbera WYA û Ewropa û welatê Rûsyayê şerê li ser erdnîgariya Sûrîyê kon û kevine.”

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

P: Gelo bandorên nerînî û erênî ya civînên Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriya li ser tevgera Kurdan çi dibe?

B: Ev bû çend salin ev her çar welat di liv û tevgerê de ne.

Hin caran li paytexta Rûsya, Moskovayê û li Astana û Soçî dicivin.

Bandora herî zêde para Rûsyayê li ser kirîza Sûrîyê heye.

Têkiliyên herdu welatan kûr û dirêjin, ew vedigerin salên pêncî sedsala borî.

Diyare dewleta Sûryayê bi temamî paldaye.

Hemû çek û alavên leşkerî ji Rûsyaya tên, hemû projeyên aborî para fîrmên Rûsî ne, paşeroja Sûrîyê di destê Rûsyayê de ye.

Îro li Rojhilata Navîn tenê Sûrîyê di bin kontrola Rûsyayê de maye, ji ber hindê Hemû giraniya xwe da ye da ku ew welatê girîng ji destê Kirêmlê bê fire.

Her weha Îran jî bi sala ye hewil dide bikeve xeta piştevanîya rejîm Sûrîyê û ta radeyekê bi serket.

Welatê Tirkiyé nû ye di kirîza Sûrîyê de.

Derd û kul û xema Tirkan tenê pirsa Kurda ye.

Bi her şêweyî li dijî mafê gelê Kurd e.

Demek xetera herî zêde bo Kurdan rejîma Tirkiyê ye.

Di vir de lihevkirina van her çar welatan bo Kurdan metirsiye.

Gelek nakokî û dijberî di nav wan de hene

Gelek kêşe û alozî di nav wan de hene

Lê bi gelemperî li ser qedera Kurdan yek helwestin, helwestên neyênî ne.

Erênî ya van hevdîtinan, heger bi serkevin ewe, ku aramî serdest be.

Gelê Surî westiya ji malwêranî û jar û belengaziyê.

Êdî dibê dengê çekan nemîne.

P: Gelo dibe ev civîna wan welatên Rojhilata Navîn bersevek be li hember Amerîkayê û Rojavayê be û bandorê vê çi dibe?

B:  Belê, qada Sûrîyê bû meydana cirîtiya berjewendiyên di navbera WYA û Ewropa û welatê Rûsyayê.

Şêrê li ser erdnîgariya Sûrîyê kon û kevine.

Aştî li herêmê bi tevahî sernakeve bêyî Sûrîyê.

Sûrîyê bû hêka terasoyê, kîjan welata Sûrîyê bi alî xwe ve bîn e, ew welat dibe xwedî bandor li Rojhilata Navîn.

P: Gelo dibe ev civîna Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê, Çînê jî rol hebe?

B: Welatê Çînê ne dûrî herêma me ye.

Berjewendiyên Çînê hinohino zêde dibin

Çîn giraniyeke wê aborî û siyasî peyda dibe.

Mîna her welatekê bi bandor, Çîn jî hewildanên mezin dike ku para wê di proseya siyasî ya Sûrîyê de hebe.

Bi texmîna min di demeke nêzîk de Çîn jî tevlî hevdîtinan dibe.

P: Gelo di vê heyamê de em dibînin ku hem Erebistan û Îran û hem jî Tirkiye, Sûriye, Îran û Mosko dicivin û lihevkirinan pêk tînin, ev lihevkirinan li ser tevgera Kurdên her çar parşan bandor heye?

B: Dîrok û mêjo ya ne dûr a gelê Kurd xuya dike ku her hevhatinek van welatan çi bi hev re be û çi du alî bin, xêr bo me nîne.

Di nava welatê wan de kêşa Kurdî heye.

Li wan welatan kêşe çareser bûye.

Berovajî wê her ku diçe kêşa Kurd bin pêl dibe, zor û zehmetî pirrtir dibin, mafê gelê Kurd tune dibe, erdnîgariya Kurdistanê kambax dibe, gelê Kurd koç dibe, Kurdistan çol dibe.

Ez çi hêviyê di guhartineke radîkal di sîyaseta Tirkîyê û Îranê û Sûrîyê de nabînim, na di  rejîmên van welatan û ne jî rikeberîya wan de .

Li rojavayê Kurdistanê ev diyarde baş diyare û eşkereye, belê di hin mecalan de helwesta peyeyên rikeberîyê kambaxtire ji ya peyayên rejîma Sûrîyê.

Her çi ev welat lewaz bibin, ewqas başe bo me Kurdan.

Dijîtiya wan ne li hember yek partî an komek an aliyekî Kurdiye. Tevahiya gelê Kurd armanca wa ye.

Heger hin demokrat û dostên Kurdan di nav wan de hebin, û hene jî, lê dengê wan çelmisiye û bê hêz û bê bandor in.

Ji van hersê welatan, metirsiya herî zêde ji alî Tirkiyê ve tê.

Ew serkêşîya govenda dijberiya Kurdan dike.

P: Gelo dibe ev civînên eşkere yên her du aliyan bersivek be bo Amerîka û welatên Rojavayî be? Ger wisa ye çawaye?

B: Îran welatekî mezin û bihêz e, mîna her welatekî, cew jî li meydana cirîtiya xwe digere.

Çi caran dijberî di nava welatan de na dumin.

Piştî her ceng û şerekî, proseya aştiyê destpê dike.

Diyare dema bidawî anîna aloziyan di navbera Îran û derûdoran destpê kiriye.

Vaye bi Erebîstana Siûdî re diçe serî.

Diyare ev prose li vir tenê namîn e.

Bi aramkirina têkiliyên bi welatên cîran re, Îran hewla çewsandina tevgera azadîxwez ya gelê Îranê bi gişt û gelê Kurd bi taybetî, dike.

Piştî şehadeta Jîna Emînî û serhildana " Jin, Jiyan, Azadî" rejîma Îranê rezîl û riswa bû, rûyê wê qirêj û reş,  kevneperest û tund li seranserî dunyayê eşkere bû .

Ji bilî aramkirina têkiliyên bi derûdora xwe re çi dergeh neman.

Bo min diyare bin pêkirina mafê gel û mirovan ne ewqas girîng e sebaret Erebîstana Siûdî an Tirkiyê an Rûsyayê an jî Emerîka .

Ji ber hindê wê piştevanîya tevgera azadîxwaz ya gelê Îranê bi demê re kêm bibe.

Nûce û hewalên serhildana gelê Îran hinihino kêm dibin di ragihandin û alavên rojnamegeriya ereban û Ewropayê rojane, em nema demokratên Îranê dibînin wek mêvan li ser ekranê kenalên ragihand û rojnaman, demek em dibînin ku helwesta nêzîkbûna rejîma Îranê bandora neyênî ye bo gelê Îranê bi giştî.

P:  Gelo ev civînên Îran û Erebistan, û Îran, Sûriye, Tirkiye û Moskoyê bandorên erênî û nerînî li ser Kurdên her çar parşan hene?

B:  Bi nerîna min, di demek nêzîk de çi guhartineke cografî di neqşa herêma me de çê na bin.

Referandûma Herêma Kurdistanê hewla dawî bû bo guhartineke girîng di neqşa sînoran de.

Her çendî em pêşbîn bin.

Her çendî em daxweza dewleta Kurdistanê bikin.

Lê diyare di vê demê de welatekî nû bi navê KURDISTAN, welatekî serbixwe dernakev e meydanê.

Ew proseya salên paşerojê ye.