Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sara Mukerem: “Komara Îslamî baş dizane ger gel di mijara hicaba zorê de pêngaveke baş bihavêje, vê demê Komara Îslamî sengera xwe ya herî sereke ji dest dide”

10:35 - 6 Gulan 2023

Li derheq givaşên rejîmê bona sepandina hicaba zorê li ser Keç û Jinan li Îranê de, Me “Agirî” Hevpeyvîne di gel çalakvana siyasî Sara Mukerem pêk anî ku navbirî got: “Rewatî tenê bi awayê mecazî nine, di pişta vê rewatiya Komara Îslamî de hebûneke aborî jî heye”.

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

P: Bi nerîna we çima rejîma Îslamiya Îranê rewatiyê dide bi Besîc da ku hicaba bizorê li ser xelkê de bisepîne?

B : Di destpêkê de dibe em wiha bas bikin, rewatî tenê bi awayê mecazî nine, di pişta vê rewatiya Komara Îslamî de hebûneke aborî heye, yanî hêza Besîc an hêzên serkutker yên din yên Komara Îslamî di ewlehiya welat de pir akitîvin û hewcehî bi mezaxteke zêde ya aborî hene, da ku bi vê hincetê serweta welat bo wan saziyan mezaxte bike hewl dide bi hemû awayî hem rewatiyê bide wan navendên xwe yên serkutker û hem dest bi ser serwta welat de bigire, bi taybet di wan demên dawiyê de ku mijara hicabê gelek bo Komara Îslamiya Îranê bûye mijarek sereke, Rejîma Îranê hicab weke qanûnek di zagonên xwe de weke madeyeke girîng destnîşan kiriye, ji bo ku Komara Îslamiya Îranê bikare bi sere civakê de zal be, bitaybet vê yekê ku jin di wan hêlên hikûmetê de dernekeve, rewatiya bê sînûr dide bi saziyên xwe yên weke Saziya Besîc û … hwd.

P: Gelo çima Saziya Besîc daxwaz kiriye ku navendên din yên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê di sepandina hicaba bizorê ya welatiyan de pişkdar bin?

B : Em hemû dizanin ku hemû navendên leşkerî û ewlehî yên Komara Îslamî di serkutkirina welatiyan û binpêkirina mafê mirovî yên welatiyan de di heyama 40 çend salên temenê biyom yê desthilatdariyê de bitaybet di heyama serhildana şoreşa Jînayê de dest hebûne, û fermana xwe rasterast ji Xamneyî rêberê rejîmê werdigrin û di vê navberê de navê Saziya Besîc di nav civakên mafê mirov û Civaka Navneteweyî de pir berçav bûye û me dît ku her ji berê jî çend berpirsên vê saziyê rastî dorpêçên welatên Ewropî û Amerîkayê hatin û givaşên bê sînûr ser in, û her ji ber van givaşên li ser vê saziyê jî dixwaze hinek saziyên din bixe rojevê.

û ev yeka jî siyaseta xapandinê ya desthilatdarên Îranê ye ku dixwazin wiha cinayetên saziya Besîc perdepoş bikin.

P:  Gelo hemû cîhan şahid bû ku çendîn navendên cuda yên hikûmetê di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de bi awayê herî hovane xelkê azadîxwaz tepeser kirin, lê tevî vana jî Saziya Besîc ji Saziya FERACA yê daxwaz kiriye daku berpirsayetiya li derheq hicabê de pişkidar bibe?

B: Saziya (Sehfa) an heman FERACA ye ku Berpirsê wê niha Muhsin Fetahî ye û ev hêza bi gotina hikûmetê di bin rêveberiya giştî de ye, lê ev jî her fermanê ji Elî Xamineyî rêberê rejîmê verdigire û di tepeserkirin û tundûtîjiya li ser welatiyan weke girtin, îşkencekirin û azardana welatiyan bitaybet jinan de dest hebûye û heye, lê herçawan ku min di bersiva pirsa pêş de bas kir, hemû navendên leşkerî û ewlehî yên Komara Îslamî di qetlkirin û îşkencekirin û girirtina welatiyan de û şerê pîskolojiya li ser malbatan de dest hebûne, lê navê Saziya Besîc û Spaha Pasdaran pir xuya bû û berpirsên wan rastî dorpêçên navnetewî hatin, û rejîm roj  bi rojê ji aliyên welatên Ewropî û Civaka Navnteweyî ve rastî astengiyan hatiye û heta roja Çarşemî 23ê Sermaweza 1401an a Rojî, li civîna Saziya Neteweyên Yekbûyî de, bi 29 dengên erê, biryara derxistina Komara Îslamiya Îranê li Komîsyona Pêgeha Jinê, bi sedema tepeserkirina xwenîşanderên Îranê hat pejrandin û niha jî Komara Îslamî ji bo xwe derbaskirina ber bestên wiha yên Civaka Navnetewî, ji Saziya Sehfa (FERACA)yê dixwaze derkeve pêş.

P: Gelo çima Îran ewqas li ser hicaba bizorê ya jinan tekezî dike?

B: Ji aliyekê armanceke din a Komara Îslamî eve ku bi ferzkirina hicaba bi zorê li ser jinê, eva be ku hicabê ji xwe re weke sembol û modeleke jiyana Îslamiya modern û civakeke berevajiyê civaka li heqîqeta azadiya takkesî biafirîne û ev kesê ku li gorî vê jiyanê tevnegere weke dijberê vê rejîmê hesab dike.

Ji aliyek din ve jî, Komara Îslamiya Îranê tevî wan hemû berxwedan û tekoşîna ku di kolan, zîndanan de, gel ji xwe nîşan daye hîn jî naxwaze vê yekê bipejirîne ku şoreşek di nav dilê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de pişkiviye û êdî nema gel û bitaybet jinên ku hertim rastî serkutkirin, destdirêjî û îşkenceyan û hicaba zorê hatine vê yekê qebûl nakin û herwisa Komara Îslamî baş dizane ger gel di mijara hicaba zorê de pêngaveke baş bihavêje, vê demê Komara Îslamî sengera xwe ya herî sereke ji dest dide, di wir de em dibînin ku Komara Îslamî di nav tirs û xûfeke mezin de ye, ji ber vê jî li ser hicaba zorê tekezî dike û di hemû qadan de hemû hêzên xwe yên serkutker seferber kiriye û herwisa Komara Îslamî vê jî baş dizane ger jin azad bibe dê di rêveberiya civak û welat de roleke girîng hebe ji berku jin xwediyê hêzeke birêvebirina civakeke demokratîk e, lewra Komara Îslamî bi hemû hewla xwe dixwaze bi hinceta hicabê, jinê sînûrdar bike da ku xwe keseke kêm di civakê de bizane.