Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Silêman Keleşî: “Rêjîma Îranê bi vî away dixweze raste rast û neraste rast Herêma Kurdistanê tehdîd bike û bigavişîne heta xwast û armancên van cî bi cî bike”

10:48 - 17 Hezîran 2023

Me digel rêzadar Silêman Keleşî li derheq veguhastina çek û cebelxaneyan ji aliyê Spaha Pasdaran a Îranê bo Herêmên sînoyî yên di navbera Rojhilatê Kurdistanû û Hermêna Kurdistanê hevpeyvîn pêk anî û navbirî di vê barê de got: “Kişandina hêz û cebelixanê li aliyê Komara îslamiya Îranê bo ser sînorê Herêma Kurdistanê, dikare gelek armancê wê hebin.”

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

P: Rêzdar Silêman Keleşî di heyamên borî de me nûçeyên kişandina hêz û cebelxaneyan ji aliyê Spaha Pasdaran ve bo sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bihîstin bi nerîna we çima Komara Îslamî tevî vê ku dibîne partiyên kurdî yên Rojhilat ti tevgerek tinîn lê dixwaze êrîşî ser wan bike?

B: Pêş hemû tiştekî da sipas bo ked û xebata we û hêviya serkeftinê bo we dixwezim.

Pêş wê hindê ku bersiva pirsa we bidim, dixwezim bêjim ku partiyên Rojhelatê Kurdistanê Xêncî tevgera çekdarî li hemû barê din de bi awayekî aktîv tevger hene. Bo nimûne, li Şoreş û serhildana Jin, Jiyan, Azadî, dijî Komara Îslamiya Îranê de Patiyên Kurd yên Rojhelat neqiş û rolê rêberiyê li Kurdistanê de hebûn û vê yekê bandor li ser hemû Îranê jî hebû.

li ser pirsa kişandina hêz û cebirxanê li aliyê Komara îslamiya Îranê bo ser sînorê Herêma Kurdistanê, dikare gelek armancê wê hebin. Yekek li armancên vê ev yeka ye ku wisa nîşan bide û bêje xelkê Îranê dev ji wê raperîn û şoreşê berdin û Îran ji aliyê dijminên derwey wek Îsraîl û Amerîka bi rê û havkariya hêz û partiyên Rojhelat ve li xeter û tehdîdê de ye û bi vî away bîr û hizra xelkê Îranê li ser şoreşa Jin, Jjiya, Azadî, rê derêxe û bera wê bide derwey sînorê Îranê. Ya duyem: Rêjîma Îranê bi vî away dixweze raste rast û neraste rast Herêma Kurdistanê tehdîd bike û bigavişîne heta xwast û armancên van cî bi cî bike. Yekek li xwast û armancên van jî çek û bêbandor kirina hêz û partiyên Kurd ên Rojhelat in ku li wê Herêmê de niştecih in.

Ya sêyem: Karbidestên Îranê bi vî karî dixwezin hêz û dewletên herêmî û navnetewey biceribînin kanê helwêst û gotinên van yê çi bin û ev jî gorî van helwêst û gotinan kar û armancên xwe bibe pêş. Her wisa dikar gelek armancên din jî hebin.

P: Rêzdar Silêman Spaha Pasdaran her çend berê jî êrîşên mûşekî û dronan li ser kampên penaberan kiriye hûn bêjin dubare vê kiryarê encam bide û rastî ti bertekên navnetewî nebe?

B: Di heqîqetê de, Komara Îslamiya Îranê, çi pirensîpên exlaqî, mirovî û navneteweî ber çav nagire û naparêz e, ji ber vê yekê jî dikare hemû karekî dijî pirensîpên navneteweyî û mirovî bike, her wek heta niha kiriye. Lê, çi bertek û reakstion navnetewey yê hebin, di heqîqetê de rejîma Îran li dirêjahiya temenê xwe de nîşan daye ku li helwêst û bertekên gazinde û mehkum kirinê natirse û qîmetekê nade van. Komara Îslamî tenê ziman zorê û helwêstê emelî ditirse. Heta niha jî civaka navnetewey jî reaktioneke tund û emelî li dijî van kiriyarên rejîma Îranê nebûye. Her bo nimûne demekê pêş niha de terorîstê xwe yên girtî li welatê Ewrupayê de ber çavê dinyayê û civaka navnetewey di gel hindek girtiyên sivîl yên bêtawan yên Eurupayê guhartin û bi bê vê ku di gel helwêsteke berçav ya civaka navnetewey rû bi rû bibe. Ji ber vê yekê her hêz û welatek berjewendiyên xwe diparêzin. Nabe em Kurd çi dema ser vê bingehê siyasetê bikin. Civaka navnetewey û zilhêz dinyayê yê vê demê helwêstê bona pêşîgirtin li karê Îranê bikin kû berjewendiyên van bixwezin. Lewma jî her dem îmkanê hindê heye ku Komara Îslamî bi her away êrîş bike ser kampê penaberên Rojhelat li Herêma Kurdistanê.

P:  Rêzdar Keleşî bi nerîna we dibe Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta hebûna penabrên kurd ên Rojhilat li Herêma Kurdistanê vê parça Kurdistanê tevlî şer û nearamiyan bike an dibe mebesta wê tûjkirina kurdan li dijî hev du be?

B: Komara îslamî Îranê çi dema naxweze aramî li Hde hebe, lewma aramiya Herêmê bi qazancê xwe nizane. Her wek dibînin kudera deverê destê van hatibe ne raramî, şer û dijberiyê çê dike: Bo nimune li Lobnan, Suryê, Yemenê û bi xasmay li Iraqê û Herêma Kurdistanê. Ewa ku dixwezin Kurdan bîne hemberî hev du, ev ne siyaseteke nû ya dagirkerên Kurdistanê ye, belkî her dema bizavên Kurdî çê bûne û xebat kirin e, hertim dewletên dagirker xwastine Kurdan bîne hemberî hev du, da ku dijî yektir şer bikin, êdî ev çi şer li nav parçeyek Kurdistanê de be û çi jî kurdê du parçan bîne hember hev du û şerê kurd bi Kurd saz bikin, mixabin mînak û nimûneyê van yên wiha pir in ku naxwazim wirda behs bikim.

P: Rêzdar Silêman Keleşî bi nerîna we eger Spaha Pasdaran bi hinceta partiyên kurd yên Rojhilat êrîşî ser Herêma Kurdistanê bike, Hevalbendiya Herêmê ya di gel Amerîka û welatên ewrupayê dê bertek nîşan bidin û rê lê bigirin?

B: Ya rastî bertek û helwêsta Hevbendiya parastina Herêmê bi rêberiya Amerîka, zêdetir girêday bi du tiştan e, ya yekem girêday bi wê yekê ye ku Îran dê bi çi away êrîşî ser Herêmê û kampê penaberên Rojhelat bike. Eger Îran her wek heta niha êrîş kiriye û her wisa bike, ez bawer nakim ku Hevbendî bertekeke ku heta niha kirî li wê zêdetir bike. Lê, ya duyem bi dîtina zor girînge, ev yeka ye ku ev êrîşa çiqasî dijî berjewendiya Hevbendî û Amerîka ye. Gelek caran Hevbendiyek behane û hegerekê digere ku welatekî tenbî û ceza bike. Li ser tiştekî zor piçuk bertekeke tund û emelî digrin, car û bar jî çavê xwe digrin û piresîpên xwe binpê dikin û bertek û helwêstê nagrin. Ez ewê jî bêjim ku ev Hevbendî tenê êrîşa Îranê li ser Herêma Kurdistanê wek delîl û faktor nîşan bide bo bertek û helwêsta xwe, lê delîla nepenî û eslî ya vê helwêstê piştgîriya Îranê li Rusiyayê li şerê navbera Ukraniya û Rusya be. Îran dikare bêje Hevbendiyê ez çî din piştgîriya Rusyayê nakim û hûn jî bêdeng bin ez bikarim êrîşî kampê neyarê xwe li Herêma Kurdistanê bikim. Meqseda min ewe ku tenê tiştên em dibîn û dibihîsin ninin ku rol dilîsin, li bertek û helwêstê Hevbendî û dewletan de.

P: Rêzdar Silêman Keleşî dawîn pirsa me ye, hûn bêjin ev hemû nakokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de destê Spaha Pasdaran tê hebe?

B: Her dizanin hikumetên pêşîn ên Iraqê heta ji navçûna Sedam Husên jî li destê Erebê Sune meseb de bûn. Lê, her çend piraniya xelkê Iraqê misilmanên Şîe meseb in û xwe gelek nêzîkî rejîma Îranê dizanin. Wê gavê sê koçkeyê hêzê yên diyar li Iraqê heye, wek Kurd, Erebê Sune û Şîe her wisa hindek hêndek hêzên din ên piçuke netewey û Olî. Ev hêzane jî di gel hev yekgirtî ninin. Ji vê yekê jî belê Spaha Pasdaran û rejîma Îranê tewawiyeta xwe li wî zirofa navxwe ya de Iraqê mifa wergirtiye û kariye bandora xwe li rêveberiya wî welatî bike û heta hêz û rêkxistinên çekdarî yên girêday xwe pêk bîne. Dîsan dibêjim rejîma Îran yekek li amil û sebebên ne aramiya Iraqê û pêk nehatina Herêma Kurdistanê û Bexdadê ye.