Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr.Mihemed Zeyno: “Çerxa borî ne ya me bû, ew ya miletê Afrika û asiya dûr û hin miletê Ewropa bû”

10:19 - 3 Hezîran 2023

Me di gel Dr. Mihemed Zeyno li bara Peymannama Lozanê hevpeyvîn pêk anî navbirî got: “Belê sed sal derbas bûn, sed salên xwînî û tundî û hewildana qirkirina gelê kurd û tunekirina hebûna kurdan.”

Hevpeyvîn: Hesen Mukerem

P: Dr Mihemed Zeyno piştî sed salan Peymana Lozanê feydeyê Kurdan çi ye vê peymanê bibîrt tînin ûKurd vê peymanê çawa fêm dikin?

B: Di serî de, spasiya we dikim û ji xwendevanên rojnamê re silavan rê dikim.

Belê sed sal derbas bûn, sed salên xwînî û tundî û hewildana qirkirina gelê kurd û tunekirina hebûna kurdan.

Diyare çi sûda kurdan di xalên vê peymanê de ne bûn, berovajî wê, ev peyman ji me kurdan re bû xişim û bêtara herî mezin.

Wê rê li ber hovîtiya rejîmên dagirker vekir ku her şêwe zordarî bi kar bînin da ku hebûna kurdan ya madî ne mîn e.

Piştî demeke kurt, di salên 1924 - 1925 û pêv e gelê kurd tûşî hemleyên leşkerî hat, çi aliyê dewleta Turkan ve be an jî ji aliyê dewleta îngiltera li Îraqê be.

Bi her şêweyî serhildana kurdan pûç û xeniqandin.

Di saya xalên vê peymana Lozanê de çavên xwe damiran din û guhên xwe girtin.

Serhildana Şêx Seîdê Pîran di salên bîstan de û serhildanên Barzaniyan di salên sihan de, tê wê wateyê ku gelê kurd ji dijî vê peymanê rabû ye û xalên wê ne pejirandiye.

Rewşenbîriya kurd û tevgera siyasî ya kurd sedsala peymana Lozanê bi bîr tînin, ne wek şahî û serkeftin, lê wek karesat dibînin.

Em vê peymanê bi bîr tînin, wekî em ji rayedarên dewletên mezin re û ji ronakbîrên wan re dibêjin:

De ka werin, bi rengekî ji rengan ne heqiya hikûmatên we serast bikin.

Wekî li cîhanê meletek heye û mafê wî heye. Wekî kurd hebûn û wê her hebin.

P:  Dr. Mihemed Zeyno li gorî nirxandina tu dikî, sedsala ku em tê de derbas dibin, ji bo Kurdan careke din derfeta wê yekê heye ku welatekî serbixwe were avakirin, an jî divê ji bo her perçeyek li gorî stratîjiya xwe xebatên cûda werin kirin?

B: Diyare sînorên dewletan ne daîmin, her sedsalekê ew sînor tên rûxandin û guhartin.

Dewletên hildiweşin û hin din li şûna wan tên damezirandin. Ev yasa çerxa felekê ye, diger e û dizivir e.

Her carê li quncekî dunyayê paldide û bêhna xwe berdide. Sedsala bîstan bû tarî û pîs bû bo me kurdan. Sedsala bîstan bû qernê tune kirina kurdan.

Çerxa borî ne ya me bû, ew ya miletê Afrika û asiya dûr û hin miletê Ewropa bû.

Li wan deveran bi dehan dewlet ava bûn, li wan herêman sîstema kolonyalîst Îngilîz û Fransî têk çû.

Di avabûna dewletan de para me kurdan,ne bû. Ji ber sedemên cuda, çi navxweyî û çi derveyî vîna me bin, em bê par man. Li gor min, raman û armanc û xebata ji bo dewleta kurdî, bi carekê ji hiş û bîr û rojeva kurdan derçû.

Heger mirovekî kurd behsa dewleteke kurdî kiriba, cew wek bêhişan dinasîn. Sedsalin me perçe bûna Kurdistanê wek qedereke xwezayî didît. Mercên damezirandina dewleta kurdî di dema niha de evin:

1- aramiya navxweyî

2- daxweza dewleta kurdî bibe armanca sereke di ramana û lebata gel de.

3- hewildana dîplomatîk bi welatên xwedî hêz re.

Bo min, motika dewleta kurdî îro roj li başûrî Kurdistanê kemiliye û di rojên dahatu de ew dibe armanc û bingeha dewleta Kurdistanê. Helbet hêviya serxwebûna Kurdistanê di hişê kurdan de dimîn e û pûç nabe.

Ew daxwez piştî rêverundumê hê bêtir bilind bû û rîşalên xwe berdannav hinavê gelê kurd. Ta ku em di xeyalan de nejîn, ta ku em xewnan ne firoşin, ta ku em Realität Kurdistanê bidin ber çavan, pêwîst e sîstema " gav bi gav " bê te rêkirin.

Ev sîstem tê wê wateyê ku di her beşekî bexwedana destkeftan pêk bînin. Ev bû sed sal rîşalên tevna civakî hatiye birîn.

Sed salin kurd ji hev cuda bûn e. Sed salin em di sînorên dewletan eyan de dijîn.

Heger di salên borîn de tevna civakî sist û qels bibû, di van bîst - sîh salên dawî de û bi saya pêşketina teknolojîyê ew sînor hatin qedandin û careke din gel bîr bi hev hat.

Heger hat û tevgera azadîxwez ya gelê Kurd bikanîba sîwanek bo xwe dirustkira, mîna encumaba netewî, wê gelek bi sûd ba.

P: Dr. Li gorî yasa navnetewî 100 saliya Peymana navnetewî çi wateyê dide?

 B: Ez bi xwe ne parêzerim ta ku hûrgilîyên yasaya navdewletî ronî bikim.

Lê dostên me, parêzer dibêji, çi demeke eyan ji bo peymana Lozanê re nîn e. Ew kesê dibêje ku piştî sedsalî ev peyman betal dibe .... ne raste.

P: Dr. Mihemd Zeyno vê carê piraniya aliyên Kurdî di civîna sedsaliya Lozanê de amade bûn bi nerîna we ev yeka dikare bibe cihê vê ku pirsgirêkên di navbera kurdan de kêm bike an êdî kurd bo piştevanî û yekbûna giştî pêngavan havêjin?

B: Wê meclisa zaliman gelek xirabî bi kurdan kir. Dîrok dide xuyakirin ku piştî serketina Turkan di şerê li dijî Yûnan de, mixabin bi alîkariya kurdan, peymana Sevrê bê wate ma.

Ji ber hindê rayedarên dewleta tur dikanîn bi hêsanî kurdan ji danústandina dûrxin û bi aliyên cudan re karê xwe rê kin.

Di ean salan de hê gelê kurd ji bin rëşî û tariya sedê salan a dewleta Osmanîyan rizgar ne bibû.

Ramana netewî ne kemilî bû, tevgereke çalak peyda ne bibû, kesatiyeke kurd berz û bi hêz lu kanîba kurdan li dor xwe bicivîn e diyar ne bû.

Ramana olî îslamî serdest bû û bi bandur bû.

Beruvajî turkan û ereban, gelê kurd gelek,li şûn,ma bû û nikanî bû xwe ji qeyd û bendên " biratya misilmanan " a xapînok rizgar bikira .

Ev xal û hin mercên dîtir rê li ber têkbirina peymana Sevrê bibra û bi hêsanî rê li ber peymana Lozanê vekirina.

P: Dr. Mihemed Zeyno li gorî pênaseya Viyana ya li ser peymanên navdewletî "Vienna Convention on the Law of Treaties (VCLT)", peymana Lozan dikare encamên peymana Sevrê betal bike yan jî na?

B: Realîteya gelek kurd dide diyarkirin ku gel yeke û li ba heve, yek helwest û yek armance.

Em şad in bi serkeftiyan, cem xemgînin bi têkçûnan. Êşa Mihabadê a Qamişloyê ye. Derdê Sine ê Efrînê ye Axîna Serhedê ya Cizîrê ye

Şahî û dîlana Hewlêr û Silêmaniyê ya Kobanê û Makoyê ye. Di şahoyan de, di şînan de gel bi hev re ye. Çi nakokiyên kûr di nav gel de nînin

Tenê maye tevgerên siyasî bên ba hev û li ser hin xalan li hev bikin. Di civîna hevbeş de nakokî kêm dibin, pirs çareser dibin, rewş aram dibe.

Helbet, hêviya me ew ku tevgera azadîxwez ya gelê Kurd herdem li xalên berhevhatinê bigerin û berjewendîya Kurdistanê, wek welatekî yekgirtî bi parêzin.

Sedsala borî ya perçebûnê û şerê navxweyî û têkçûna netewî bû. De bila Sedsala bîstan û yekan bibe pêvajoya çareserî û yekrêzî û damezrandina Dewleta Kurdistanê be.