Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Poz bilindiya desthildarên Komara Îslamî erdê girt

18:42 - 12 Adar 2024

N. Hesen Mukerem

 

Herçawan ku behs dikin di sedsala 17`an a Zayînî de dema ku Wiam Harwi gera xwînê di nav laş de peyda kir û ji cîhanê re ragihand ku dil mîna pompekê ye û bi alîkariya çend boriyan yan heman demaran xwînê pal dide hûndrî laşê mirov de.

Xelkê wê serdemê ev tişta bi gelek ecêb didîtin û henekên xwe pê dikirin û li hember wê gotinê de rawestan û nedikarîn bawerî bi amûrek wiha bînin.

Lê, îro piştî vê ku zanista fîzyolojiyê berfireh bûye xelkê hinek amûrên din peydakirine ku gelek hûrtir û baştir li dil dixebitin, û bêguman kesên zana û pispor berdewam tiştê ji vê yekê ecêbitir di nav laş de peyda dikin ku dibe li cîhanê veşartî bin.

Niha desthilatdarên Spaha Pasdaran jî li hêz û hişyariya netewe û xelkê Îranê ecêb girtî mane ji ber ku bawer nedikirin ku dê bersivek wiha li şanoya hilbartinan de bidin wan.

Husên Selamî fermanderê giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst di axavtinek xwe de ji xelkê re got her kes dibe bibe goriyê Spaha Pasdaran û Spaha Pasdaran nabe goriyê ti kesî.

Yan Elî Xamineyî ku berdewam gotinên xelkê nerazî dibhîstin ku naxwazin di şanoya hilbijartinan de beşdarî bikin û rewatiyê nadin bi cinayetên Spaha terorîst û jê natirsin.

Lê, Elî Xamineyî rêberê Welî yê Feqî ku xwe nûnerê Xwedê dihesibîne û dibêje peyam ji îlahiyat bo min tên û bi bihîstina gotinên nerazî yên xelkê Îranê dubare bi tundî û bi baweriyek tam got hûn çi beşdariya hilbijartinan bikin çi nekin emê her serbikevin.

Lê xelkê cesaret û hêza xwe nîşan dan şanoya hilbijartinan baykutkirin, bi taybet li bajarên Kurdistanê ku em di cesaret dikarin bibêjin tenê kesên ser bi rejîmê beşdarî kirin û sandiqên dengdanê vala bûn.

Rejîma mirovkuj û hov dubare bi poz bilindî û derevan asta beşdariya xelkê ji sedî 41 ragihandin lê ya rastî ji sedî 10 e û heta ev asta beşdariya xelkê di şanyoa hilbijartinan de ku rejîmê raginadiye dîsan liçav hilbijartinên berê pir kêm e û şikestek mezin e bo rejîmê û xûya kir ku êdî xelkê Îranê bi tevahî hemû neteweyên li Îranê hişyar bûne û derevên destlhatdarên rejîmê û hilbijartanên nedemokratîk yên Îranê qebûl nakin û daxwaza guherîna tevahiya rêjîmê dikin.

Herçend ku kesên girêdayî bi rejîmê bi fêl, gefxwarin ji malbatan û afrandina rikeberiyê dinavbera neteweyên bê maf de hewl dan ku xelkê neçar bikin ku beşdar bibin, lê xelkê bi cesart û bi yekdengiya seranserî bi beşdarî nekirina di piroseya dengdanê de bersiwek tund û bihêz dan bi pozbilindiya desthildatdarên rejîmê. Desthilardar û berpirsên Spaha Pasdaran a terorîst ti carî bawer nedikirin ku dê xelk wiha yekgirtî û bihêz li hember wan bisekinin û poza van erdê bixin.