Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di roja cîhanî ya Azadiya Nerînan de jî ragihandina Rojhilat her di nav sînoran de ye!

00:57 - 23 Nîsan 2024

Eskender Ceiferî

 

Roja 3ê Gulanê, roja cîhanî ya Azadiya Nerînan, nêzîk dibe lê rengek nû ji bo azadîxwazên Kurdistan û Îranê tê de nayê dîtin.

Ev rêjîm jî, wek rêjîma berê li ser tepisandina Kurdan û bi taybet sînordarkirina ragihandina Kurdî berdewam e.

Dayîn û standina zanyariyan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, kontrolkirî û qedexe ne. Rêjîma dagirkar a faşîstên Tehranê ya di bin siya axundên Cemaranê de jî weke rejîma şahê Farsan, her û her azadiya welatiyan û nerînan kontrol û sînordar dike.

Dibe ku rojnanevanek ji ber belavkirina nûçeya girtina kesekî yan jî zanyariyên li ser darvekirina kesekî, bi salan bê girtin. Li wir fîltêra zanyariyan heye ku divê di berjewendiya rêjîma dagirkar de bin. Li gor benda 12 ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku ji aliye Neteweyên Yekbûyî ve di 10'ê berfanbara 1948'an de hate pejirandin, ti kesek nabe ji ber sedemên weke jiyana arizî, malbat xanî an jî ragihandinê, rastî ziyanê bê. Îran jî, yek ji wajokerên wê danezanê ye, lê belê ti xaleke wê bicî nake.

Li wî welatî, qet ne Zertiştiyan ne Behayiyan û ne jî Yarsanan mafê derxistina tenê belavokekê jî nîn in. Rêjîm, hem van kêmîneyan û hem jî kêmîneyên ku di yasaya bingehîn a rêjîma Îranê de navê wan hatiye, difetisîne û bi merca ku zanyariyên wan di berjewendiya rêjîmê de bin, rê didin wan ku weşanê bikin.

Ev jî yasayên exlaq û azadiyan binpê dike ku li gora wê yasayê, Mafê her kesî yê azadiya ji bo raman, wijdan û olê heye. Eger jî di asta cîhanî de tê gotin ku Mafê her mirovî heye ku bixwe bi serbestî û azadî tevlî jiyana çandî ya civakî bibe, lê li Îranê eger ew mirov girêdayî ola Îslamê nebe, jê re pir dijwar çê dibe ku beşdarî karûbarên ragihandinî bibe.

Li gor xala 731 ya Yasaya Cezayên Îslamî li Îranê, her rojname, malper yan ragihandinek ku zanyariyeke li dijî rêjîmê belav bike û partî û aliyên dijberên Komara Îslamî bikarin li dijî berpirsên rêjîmê mifahê ji wan zanyariyan bistînin, wê demê ew malper yan sazî tê cezakirin ku wan zanyariyan belav dike. Kesê ku bi vê tometê tê darezandin bi dayîna pere ji şeş milyon Tumenan heya çendîn salan girtinê tê sizakirin. Herwisa xalên 747 û 748’an yên yasaya sizayên rêjîma navbirî, amaje dike ku eger kesê tometbar bi belavkirina zanyariyên li dijî rêjîmê, karmendê dewletê be, dibe ku tevî dûrxistina wî ji kar, rastî girtinê yan jî derbeyên qamçiyê bê.

Tevahiya saziyên ragihandinê yên çapkirî li Îranê, çi yên dewletê û çi jî yên dervey desthilatê, divê derfeta çalakiyê ji wezareta Çanda Îslamî bistînin. Ew di dema standina derfetê de hin belgeyan wajo dikin ku tê de amaje dike daxwazker nabe ti çalakiyekê li dijî rêjîma Îranê pêk bîne ku bikare di berjewendiya partiyên dijber de be.

Li Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê jî, tenê dewlet dikare xwediya têlêvizyonan be. Xelk yan xwediyên sermaye û simyanan jî dikarin çend demjimêran ji bo programekê ji xwe re bikirin. Lê mafê wan yê avakirina TV û radyoyan tine ye. Ew tenê dikarin belavokan bi wergirtina derfetê ji dewletê çap bikin.

Beriya niha Mehdî Kerûbî berendamê serkomariya çend gerran, Elî Muteherî parlamenter û hin kesên din dixwastin derfeta avakirina radyo û têlêvizyonê bistînin. Lê tevahiya wan daxwaziyan hatine redkirin. Sedem jî ev e ku rêveberiya saziya têlêvizyona wî welatî ku weke Deng û Rengê rêjîma dagirkar a faşîstên Tehranê tê binavkirin, di bin çavdêriya rasterast ya Elî Xamineyî rêberê rêjîma Komara Îslamî de ye. Bi vî rengî jî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, tenê Xamineyî xwediyê radyo û têlêvizyonan e.

Rêjîmê bi hemû şiyana xwe, hêza xwe ji bo jinavbirina dengên nerazî bi kar aniye û weke çanda ku Xumeynî avakerê rêjîmê ji wan re daniye, ew jî her û her di vê rêbaza çewt û gemar de berdewam in.

Ew ragihandinkar û rojnameyên ku li gor yasaya bingehîn a rêjîmê, binpêkarî encam dane, di yek ji van sê dadgehan de dikarin bêne dadgehîkirin yan darezandin: Eger rêveberên saziyan li hemberî wan gilî kiribin, li Dadgeha Çapemeniyê têne darezandin.

Eger li gora ku ew dibêjin, ewlehiya netewî aloz kiribe, li Dadgeha Çand û Ragihandinê têne darezandin. Eger jî Xumeynî avakerê rêjîma Komara Îslamî yan jî Elî Xamineyî rêberê niha yê vê rêjîma gemar rexne kiribin, li Dadgeha Şoreşa Îslamî têne darezandin. Sedem jî ev e ku li vî welatî mafê kesî nîn e wan du kesan rexne bike.

Bi kurtî, li wir tenê mafê azadiya nerînan, ji bo rêjîmê heye ku dikare li dijî dijberên xwe her tiştî bêje. Lê ti dengek cuda û ciyawaz, nikare li hemberî rêjîmê bilind be.