Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê binçabv kirin

11:56 - 7 Gulan 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li rojekê de li bajarê Pîranşarê de 4 welatiyên Kurd bi tendûtîjî û bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka raporên belavbûyî, roja Duşemî 17ê Banemerê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Selam Sultanî” yê xelkê gundê “Xurînc”, Mihemed Muradî” yê xelkê gundê “Bêgoz”ê, “Someye Qadirî” ku xweîşka “Muhsin Qasirî” yê girtiyê siyasî ye xelkê gundê “Gesgesk”ê û “Husên Bayezîdî” yê xelkê bajarê Pîranşarê, li mala wan de bi reftarên hovane û bi tundûtîjiyê ve û bê hebûna ti belgeyeke yasayî, binçav kirine.

Herwisa li çendê rojên derbasbûyî de jî Nûciwanekeî temen 16 salî yê bi navê “Mobîn Şêxepûr” ê kurê “Resûl” ê xelkê gundê “Qumqela”yê ser bi bajarê Mihabadê, piştî banghêjkirin bo îdareya Îîtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye binçavkirin.

Li heftiya derbasbûyî de welatiyekî Kurd ê bi navê “Hadî Yûsifpûr” ku endamê “Mekteb Qur`an”ê ye ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve li mala wî de û li nav tirs û hawara malbatê de bi reftareke tundutîjî binçav kirine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî, cihê ragirtin û rewşa wan 6 binçavkiriyên Kurd, ti zanyariyek li ber dest nîne.