Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina zêringiran li heftiya 2ê de jî berdewam bû

12:06 - 7 Gulan 2024

Li bajarên Têhran, Tewrêz û Meşhedê de mangiurtina zêringiran gihîşte heftiya 2ê û roja Dûşemiyê jî berdewam bû û rêjîmê deriyê dukanên zêringiran li bajarê Meşhedê, cûş kirin.

Zêringiran rija Dûşemî 17ê Banemerê, li çendîn bajarên Îranê bi taybet li Têhran, Tewrêz û Meşhedê de ji heftiyek berî niha ve bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember biryara nû ya rêjîmê bo zêdekirina bac û kontrolkirina zêdetir a bazara kirîn û firtina zêr û herwisa dirafê biyanî, dest avêtine mangirtinê û dukan û bazarên xwe daxistine.

Herwisa li çendîn bajarên din ê wek bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê li taxa Ferhengiyan a wî bajarî de jî zêringiran bo çend rojan dukanên xwe yên zêringirî daxistin û tevlî mangirtinê bûn.

Hêzên tepeserker ên rêjîmê li kiryareke hovane de li bajarê Meşhedê, deriyê dukanên zêringirên nerazî bi alava cûşkirinê girêdan.

Rêjîma Îranê bi armanca talankirina zêdetir a zêringiran, dixwaze hemû darayiya zêringiran li sîstemeke giştî de tomar bike û bi sepandina baca zêdetir û kontrola hemû kirîn û firotinên li wan dukanan, dirafeke zêdetir li jêr navê bac ji wan bistîne û ew yeka nerizayetiya micid a zêringiran li pey xwe aniye.

Li vê derheqê de Sendîkaya Zêringiran huşdarî dabû ku hekî ew biryara rêjîmê neyê hilveşandin, mangirtina zêringiran dê demdirêjtir û berfirehtir bibe.