Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma çewtekar a Îranê soz daye ku lihevkirina berê ya navkî bi rê ve bibe

11:21 - 8 Gulan 2024

“Rafael Grossi” yê birêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî piştî danûstandin û kombûn digel berpirsên rêjîmê daye zanîn ku digel berpirsê Wizeya navkiya Îranê lihev kirine ku sozên berê bi rê ve bibin.

“Rafael Grossi” li civîna rojnamevaniyê de li tenîşta konferansa zanist û teknokojiya navkî li bajarê Îsfehanê de gotiye biryar nîne ku ti lihevkirineke nû li navbera Ajansê û Îranê de bê wajokirin û tekezî kir ku çendîn pêşniyar bo encamdanê, dane Îranê û nûnerên her du aliyan mijûlê şirovekirina pêngavên ji her 2 aliayn ve ne.

Herwisa  “Rafael Grossi” îşare kiriye ku rêjîma Îranê û Ajansê lihev kirine ku sozên berê yên wajokirî li navbera her du aliyan her wek berê bêne birêvebirin û hevkarî li vê çarçoveyê de berdewam be.

Tevê ku rêjîma Îranê sozên xwe yên berê dubare kirine lê piraniya karnasan li vê derheqê de huşdarî dane ku sozên rêjîma Îranê çewt in û cihê baweriyê nînin.

Rêjîma Îranê tevî hemû sozên xwe ku bi tevahî bi çewt derketine, li derveyê çarçoveya lihevkirina navkî ya Bercamê, beranmeya xwe ya navkî geşe pê da û bi hemû awayekê jî dixwaze vê bernameyê berfirehtir û pêşkevtîtir bike û bê îzna Ajansê qas û tiratiya meyandina Uraniyomê zêdekiriye û alavên santrîfiyûj ên “IR6” li çendîn binkeyên navkî de danîne ku niha bernameya navkiya rêjîma Îranê bûye gef li ser ewlehî û aramiya cîhanê.