Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê du wezîrên Tirkiyê ceza kirin

11:56 - 2 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê seba destbiserkirina qeşeyekî xwe, biryar da ku du wezîran ceza bike.

Amerîkayê roja Çarşemiyê ragehand ku biryar daye Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê yê Tirkiyê bi sedema rolekê ku di destbiserkirina qeşekî Amerîkayî de hebûne, ceza bike.

Silêman Soylo Wezîrê Navxwe û Ebdulhemîd Gul wezîrê Dadê ji aliyê Amerîkayê ve hatine tohmetbarkirina ku roleke sereke di destbiserkirin û ragirtina “Andrew Branson” de hebûne. Tirkiyê jî ragehandiye ku “Andrew Branson” ajantî kiriye, û dest di kiryarên terorîstî de hebûye.

“Sarah Huckabee Sanders” berdevka Koşka Spî jî ragehand: Ez guman dikim ku ew qeşeyê Amerîkayî li jêr serederiya zalimane, û ne cihê qebûlkirinê ji aliyê Tirkiyê ve bûye.

Wezîrê Xizînedariya Amerîkayê jî di daxuyaniyekê de ragehand: Destbiserkrina zalimane ya qeşe “Andrew Branson” û dirêjiya dadgehîkirina wî ji aliyê berpirsên Tirk ve ne cihê qebûlkirinê ye.

Di çarçoveya cezakirina van du wezîrên Tirkiyê de, perê wan du wezîran hate bilokekirin, û navê wan jî kete nava rêzbendekê de, ku navê wê rêzbenda binpêkarên mafê mirovan e. Ew qeşe 21 meh in ku di girtîgehê de ye.

Erdoxan serkomarê Tirkiyê di axavtinên tund de helwest girt ku Tirkiye di biyavê serbixweyiya dadwerî de li hemberî Amerîkayê de paşve navekêşe.

“Andrew Branson” ji 20 sal berî niha ve di Tirkiyê de dijî, û tohmetabr e bi vê ku alîkariya girûprkê kiriye ku ku di sala 2016`an de, dest di derbeya leşkerî de hebûye, lê wî qeşeyî ew tohmet ret kiriye. Tê gotin ku hekî tohmetên li ser wî bêne selimandin, ewê bi 35 salan hepsê bê mehkûmkirin.