Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsra`îlê berdewam binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê bombebaran dike

13:16 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Îsra`îlê binkeyeke din ya rejîma Îranê ya di parêzgeha Heleb a Sûriyê de bombebaran kir.

Li gorî nûçegihaniyên rejîma Sûriyê, spêdeya roja Duşemî rêkevta 16`ê Tîrhema 2018`an, Îsra`îlê binkeyeke din ya hêza esmanî ya li bakûrê balafirxaneya “El-Enerîb” ya ser bi parêzgeha Helebê bombebaran kir.

Li gorî nûçeyên ku hatine belav kirin, ev êrîşa Îsra`îlê êrîşeke mûşekî bûye, û di encama vê êrîşê de jî, vê balafirxaneyê xesareke zêde dîtiye. 

Hêjayî basê ye ku, artêşa Îsra`îlê, di heyama hefteya derbazbûyî de jî, 3 binkeyên leşkerî yên din yên rejîma Îranê di Sûriyê de bombebaran kiribûn, û li gorî raporên artêşa Îsra`îlê, di heyama mehên derbazbûyî de van dehan binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên di Sûriyê de bombebaran kirine.

Dewleta Îsra`îlê nêzîkbûna hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ji bo sînorên xwe metirsîdar dizane, û ji aliyekî din ve jî rejîma Îranê di Sûriyê de hewl dide,  bi avakirina binkeyên leşkerî,  hêzên xwe nêzîkî sînorên Îsra`îlê bike, da ku bi hêsanî piştevaniya girûpên terorîstî bike, û her bi vê sedemê ye jî, artêşa Îsra`îlê bi awayeke berdewam binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê bombebaran dike.