Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî riya azadiya Kurdistanê li bajarê Şinoyê çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Sêşemî li ser Çarşemî, rêkevkta 16`ê Gelawêja 1397`an, xwedêjêrazî “Kerîm Bayezîdî” bavê şehîd “Xalid Bayezîdî” bi sedema nesaxiyê li bajarê Şinoyê çû ser dilovaniya xwe.
Termê navbirî di nav girseya xelkê de li goristana “Feqî Şalî” a Sînganê bi axê hate spartin.
Xwedêjêrazî “Kerîm Bayezîdî” kesekî nîştimanperwer bû , û navbirî şanazî bi rêbaza şehîd “Xalid” dikir, û heyanî dawîn henaseya xwe emegdarê rêbaza kurê xwe bû.
Şehîd “Xalid Bayezîd” li sala 1356`an li Sînganê ji dayîk bûye, û navbirî endamekî çalak yê PDKÎ bû, ku di rêkevta 24`ê Xermanana 1376`an li bajarê Urmiyê ji aliyê celladên rejîmê ve tê îdamkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navibrî û xwe şirîkê va xema wan dizane.