Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên endamên PDKÎ di bajarên Kurdistanê de bi boneya 25`ê Gelawêjê dom dikin

19:22 - 15 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endam û “Pêşmergên Bajar” yên PDKΠ ji ber nêzîkbûna salroja 25`ê Gelawêjê, salroja avakirina PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên tebilîxî lidar xistin, û 73.mîn salroja avakirina hizbê bilind ragirtin.

Endam û alîgirên PDKÎ di navxwey welat de, bi boneya salroja 25`ê Gelawêjê li bajarên wekî Bane, Pîranşar û Mehabadê bi belavkirina tirakt û postêrên taybet bi 25`ê Gelawêjê çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Li gundê Şînawê a girêdayî bajarê Pîranşarê endamên PDKÎ pilakarteke taybet bi 25`ê Gelawêjê li ser riya çûnejorê a vî gundî hildan, û bi vê boneyê teqeya keyfxweşiyê kirin.

Herwisa “Pêşmegên Bajar” meşek di nav şeqamên serekî yên bajarê Pîranşar û Konexanê û qada Mihemedhewraz û devera Zergtinê bi rê ve birin, û tiraktên hizbê yên bi vê boneyê ve, di nav xelkê de belav kirin û di berdewamiya kar û çalakiyên vê desteya “Pêşmergên Bajar” de hişdarî dane caş û xwefiroşan, da ku dest ji vî kar û kiriyarên xirab yên xwe bikişînin, û bêne himbêza gel, û herwisa xelkê van deveran jî pêşwazî ji vî karê “Pêşmergên Bajar” kirin.

Di berdewamiya kar û çalakiyên endamên PDKÎ de,  ew deverên bajarê Bane, ku çalakiyên teblîxî tê de hatine encamdan wiha ne:

Kolana Demame, Usmanava, Gulistan û Bilwara mamosta Hêmin.

Ji aliyekî din ve li bajarê Mehabadê jî çalakiyên berfireh yên tebilîxî lidar xistibûn, ku wiha ne:  

Parka Millet, Parka Perestar, Meydançeya Hesenzade, Mirdûşûrxane, Şeqama Bîme, Erdên Şaredariyê, Şehreka Karmendan, Azadigan, Baxçê Şayigan, Berê Şîlanan, Qada Mela Camî, Girê Qazî û şeqama Qazîmihemed.