Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê berdewam dikin

19:29 - 2 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Di doma çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di rojên derbazbûyî de, xelkê deverên Şino û yên derdorê careke din bi dîtina pêşmergên Kurdistanê şad bûn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di rojên derbazbûyî de desteyek ji pêşmergên Kurdistanê ji bo çendemîn car, di berdewamiya meşên teşkîlatî û siyasî û leşkerî yên xwe de, çûne devera Şino û derdora wê, û ev yek jî bû sedema kêfxweşiya xelkê vê deverê.

Ev serdana pêşmergeyên Kurdistanê, digel pêşwaziya germ ya xelkê berbirû bû, û herwisa çend demjmêran dom kir, û Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi awayekî serkevtî erk û wezîfeya xwe encam dan, û piştre ev dever bi cih hêlan, û bi selametiya tewaw ve çalakiyên xwe di deverên din de domandin.