Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend kesayetiyên Rojavaya Kurdistanê serdana PDKÎ kirin

19:58 - 6 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Di hevdîtina di navbera şanda Kurdistana Rojava û heyeta Desteya Kargêrî ya PDKÎ de, dawîn rewşa dever, Îran û Kurdistanê hate nirxandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî rêkevta 15`ê Gelawêja 1397`an, komek ji kesayetiyên siyasî û akadmîk yên Kurdistana Rojava bi serperestiya rêzdar “Mistefa Îbrahîm” serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kirin, û ji aliyê rêzdar “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û hejmarek ji endamên rêberiya PDKÎ ve pêşwazî ji van hate kirin.

Di vê civîna dostane de li ser rewşa Kurd bi giştî û Kurdistana Rojava û Rojhilat  û rewşa piraktîk a mafxwazî a Kurdistanê, guherînên bîr û bûçûnan hate kirin, û herwisa li ser xebata Kurdistana Rojhilat û serîhildana civatên xelkê Îranê yên li dijî rejîma komara Îslamî ya Îranê û sefera rêzdar Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bo Amerîkayê, çend pirs li navbirî hatne kirin.

Her di vê derheqê de jî, rêzdar “Mistefa Hicrî” bersiva pirsên wan da, û herwisa îşare bi kirîzan jî kir ku di warê siyasî û aborî de rejîm digel de rûbirû bûye, û got ku ev xwepêşandanane encama siyasetên şaş yên rêberên komara Îslamî a Îranê ne, û civaka navdewletî jî ji ber hebûna hêzên rejîma Tehranê, hest bi nebûna ewlehiyê di Rojhilata Navîn de dike, bêguman civaka navneteweyî îznê nadin, û her ji ber vê rewşê jî givaşan dixin ser vê rejîmê, û fêmkirina me ji vê eva ye ku rejîm nikare li hemberî van kirîzan û givaşên navneteweyî de bisekine, û di encamê de jî wê teslîmê Amerîka û hevalbendan be.

Di dawiya vê mijarê de jî, “rêzdar “Mistefa Îbrahîm” spasiya rêzdar “Mistefa Hicrî” kir ji bo pêşkêşkirina  basên siyasî û bersivdana bi pirsan û herwisa destxweşî ji pêşwazîkirina heyeta PDKÎ kir.