Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêkirina dorpêçên giran yên Amerîkayê yên li ser rejîma Îranê

20:00 - 6 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li nêzîkî destpêkirina dorpêçên nû yên Amerîkayê de ye, ku berpirsên Amerîkayê wan dorpêçan, wekî piştşikandina  rejîmê bi nav dikin.

Li gora raporta “Dengê Amerîkayê”beşa yekem ya dorpêçan, Îro Duşemî 15`ê Gelawêja 1397`an, dest pê dike,ev beşa dorpêçên nû yên Amerîkayê, beşa kirîn û firotina Dolar, kanzayên binirx û kompaniya û pîşesaziya tirombêlsaziyê li xwe digire.

Ev çalakiyên ku dorpêç dixîne ser bi vî rengî ne:

Kirîn û mi`amilekirina bi perê Dolarê Amerîkayê.

Mi`amile û bazirganîkirina digel rejîma Îranê bi mifahwergirtin ji zêr û kanzayên  binirx yên din.

Firotin, wergirtin yan veguhastinên rasterast, yan nerasterast yên girafît, kanzayên weke almînyom û pola, kewirê rejû, û herwisa bernameyên kampiyoterî ku di bihêzkirina pîşe de mifah jê tê wergirtin.

Her cure çalakiyên derheqê mi`amilekirin û bazriganîkirinên mezin yên bi perê Îranê, û herwisa sermayedanîna bi riyalê Îranê li bankên derve de.

Her cure mi`amileyên firotin yan jî radestkirina qerên rejîma Îranê.

Veguhastin û bazirganîkirina tişt û alavên ku di pîşesaziya tirombêlan de mihaf jê tê wergirtin.

Di rêkevta 18`ê Banermera 1397`an de, Amerîka, ji Bercamê vekişiya û “Dunald Trump” serkomarê Amerîkayê  birayra  zivirandina dorpêçan bo ser rejîma Îranê vajo kir û wezaretên Derve  û Xezînedariyê jî wezîfedar kirin ji bo danîna hemû ev dorpêçên ku bi sedema Bercamê hatibûne rakirin.

Biryar e ku 15`ê Gelawêjê beşek ji van dorpêçan û dorpêçên din jî heyanî 13`ê Xezelwerê ji nû ve bixine ser rejîma Îranê.