Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Eshpigel”: Desthilata rejîma Îranê di metirsiyê de ye

17:02 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Malpera Almanî ya “Eshpigel” di mijareke xwe de bi nirxandina rewşa xelkê Îran digel desthilata rejîma Îranê, rewşa Îranê metirsîdar daye zanîn.

Malpera belavoka Almanî ya “Eshpigel” di mijara xwe ya bi navê, “li bereberê germê de” (der astanêyê germazedigî), bi lêkolîna li ser rewşa Îran û kirîza hebûna kêmaviyê, berfirehbûna gendelî û rikeberiya desthilata rejîma Îranê digel Amerîkayê, pêşeroja vê rejîmê û xelkê Îranê di metirsiyê de daye zanîn.

 Di vê mijarê de îşare bi gef û axavtinên berpirsên leşkerî û siyasî yên rejîma Îranê hate kirin, ku li ser hemû pirsgirêkên jîngeh û aborî  û siyasî ku tûşî xelkê Îranê bûne, tekez dikin li ser destêwerdanên welatên rojavayî bi taybet Amerîka û Îsra`îl û ev welatên ku bi sedemên kirîzan  bi nav dibin.

Herwisa li ser kirîza avê di Îranê de, di vê mijarê de hatiye ku, serbarê guherînkariyên herêman li jîngeha Îran û kêmbarînê, bernameyên şaş yên rejîma Îranê derheqê beşên çandiniyê de, hevparkirina av û qutkirina rûbaran û dirustkirina bendavan, bûne sedemên serekî  yên kêmaviyê di Îranê de, û piraniya deverên Îranê bi hebûna milyonan kesî digel kirîzan rûbirû bûne, û jiyaneke nebaş  hene.

Bi awayê giştî di vê mijara malpera “Eshpileg” de bas ji vê hatiye kirin ku, kirîzên di nav Îranê de, di hemû warî de, destê rejîmê tê de ye, û sedema vê ku xelkê Îranê nerazîbûnên xwe nîşan bidin li hemberî xemsariyên berpirsên rejîma Îranê, û ji aliyekî din ve jî îşare bi givaşên cîhanî yên li ser vê rejîmê bi taybet ji aliyê Amerîkayê ve kiriye ku pêşeroja desthilata vê rejîmê metirsîdar daye zanîn, û îşare jî kiriye ku berdewambûna vê rewşê, rejîmê digel herifînê rûbirû dike.