Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanderekî Spaha Pasdaran alîkarîkirina rejîma xwe bi Husyiyan re eşkere kir

19:37 - 8 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Êrîşa 3`ê Gelawêjê ya ji aliyê “Husyên”Yemenê” ve bo ser neftkêşa Si`ûdiyayê bi destûra rejîma Îslamî ya Îranê hatiye encamdan.

Roja Sêşemî rêkevta 16`ê Gelawêjê, “Nasir Şe`ibanî” fermanderê Spaha Pasdaran, di gotûbêja digel Ajansa Nûçegihaniya “Fars” a girêdayî  Spaha Pasdaran de, piştevaniya rejîma xwe ji Husiyan neveşart, û ragehand:  “Wan ji Yemeniyan re gotine ku li vê neftkêşa “Si`ûdiyayê” bixin, û ewan jî lê xistine”.

Di beşeke din a axavtinên xwe de gotiye ku: Spaha Pasdaran bi nûnerayetiya rejîma Îslamî a Îranê, piştevaniya “Husyên”Yemenê dike.

Heyamek piştî belavbûna axavitnên “Nasir Şe`ibanî”, Ajansa Nûçegihaniya “Fars”ê bilez ev axavtinên navbirî li malpera xwe vêde birin.

Heriwsa li gorî raporteke vaşartî a saziya NY, ku li rêkevta 8`ê Gelawêjê belav bûye, belgeyeke nû li ser alîkarîkirina Husiyên Yemenê ji aliyê rejîma Îranê ve eşkere bûye.

Di raporta karnasên Şêvra Ewlehiyê a NY de hatiye: “Em li ser vê baweriyê ne ku şandina mûşekên balistîk û alavên şer yên din, piştî dorpêçên çek û teqemeniyan yên li ser Îranê ji sala 2015`an ve, ji bo Yemenê dom hebûye.

Heriwsa di beşeke din a vê raportê de hatiye ku: “Ev çekên ku çekdarên “Husyên” Yemenê bi kar tînin, ji aliyê karnasan ve lêkolîn li ser van hatine encamdan, û ev yeka derketiye holê,  ku ev çekane digel çekên navûdeng yên ku ji aliyê Rejîma Îranê ve tên dirûstkirin tu cudahiyek tuneye”.

Hemû evane di demekê de ne ku rayedarên rejîma Îranê bi berdewamî, hebûna pêwendiyên wan digel “Hûsyên” Yemenê red dikin.