Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên rejîmê yên xapînok, guherîn bo nerazîbûnên giştî

18:05 - 6 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Hevdem digel berdewamiya nerazîbûnên cemawerî, li bajarên Îranê de, Komara Îslamî dest kiriye bi komeke çalakiyên xapînok bi armanca jirêderxisina meşên nerazîbûnê, lê nerazîbûnên xelkî di rojên borî de, hemû cendekê rejîmê kirin armanc.

 Şeva borî bo cara pêncem bû ku li çendîn bajarên biçûk û mezin ên Îranê de, wekî Tehran, Kerec, Qum, Şîraz, Qehderîcan, Ebher, û Kazirûnê meşên nerazîbûnê serbarê hebûna rewşa ya ranegehandî, bi rê ve çû, ku di hinek bajarên de jî şer û pevçûn rû dan.

Li gora dawî raportên pêwendîdar herçend rejîmê hewl da ku ji riya qutkirina elekterîkê û înternetê ve, rêgir be ji gehandina dawî zanyariyan, û nûçeyan di van bajar û naveçeyan de, lê dîsan şikest xwar, û xelk bigurrtir ji caran diruşma rûxandinê dan, ew jî li van bajaran de ku bi salan e rejîm hewl dide wan bajaran her di bindestiyê de ragire, wekî bajarê Qum ku wekî paytexta mezhebî ya rejîmê tê hesibandin. 

Ew bûyer hevdem in digel komeke hewlên nezok ên bandên rejîmê bona siwarbûna bi ser şîpelên nerizayetiyan, û kuntrolkirina rewşa jidestçûyî ya wan. Her di vê derheqê de Xatemî serokê banda bi nav reformxwaz ku heya duh îzna axavtin û derketinê ji wan hatibû standin, bona aramkirina rewşê û wekî emraza li ber destê Weliyê Feqîh anîn nav leyîzê, û navbirî rû li endamên banda xwe ragehand: “Heya wê demê ku reform zindî ye, cihek bi navê rûxanê tune ye!”.

Herwisa bona vê ku neçe ser pirsa rastîn û xwesteka xelkê, ku herifandina rejîmê ye, gotiye ku: “Hinek kes dixwazin wisa nîşan bidin, ku ew bûyer tawan û guneha reformxwazan e, lê ez radigehînim ku bi tewahî ez berevaniyê ji Komara Îslamî dikim, û min jêve ye ku dibe em reformhilgir bin!.”   

Herwisa Sadiq Zîbakelam ku wekî teorîsyenê “reforman” di Îranê de tê naskirin, di axavtineke bi vî rengî de gotiye: “Tenê riya gihîştina bi demokrasiyê, di nava sîstema Komara Îslamî de ye!, û mezintirîn kêşeya me, lawaziya civaka medenî ye!”.

Çalakeke siyasî di navxwe ya welat, di vê derheqê de bi “Kurdistanmedia”yê ragehandiye, ku ew hewla banda Xatemî û Rûhanî hevdem e digel rûmalkirina nûçeyên meşên nerazîbûnê ji aliyê malpera û kanalên telegramî ên eniya tundrev ku dixwazin wisa nîşan bidin, ku ew bûyer nîşana “Înqilabî” tevnegeriyana dewleta reformê ye, û nerasterast dixwazin vê fikrê bixin nava xelkê de, ku hekî emê “Înqilabî” li ser kar bûnaya, tu yek ji van astengiyan nedihatin pêş.

Ew çalakê siyasî di vê derheqê de dibêje: “Di vê rastayê de bona vê ku wisa nîşan bidin ku kêşe mijûl in çareser dibin, û wan gendelkar destnîşan kirine, û êdî xelk dikare herin malên xwe de, biryar dan e ku çend mohreyên şewitî û yek ji wan Ehmed Îraqçî cihgirê pêşîn ê karûbarê erzên banka navendî, û karsazê yek ji cihgirên serkomar û çar çalakên erzî destbiser bikin, û vê diholê bikutin ku eva hemû kêşe û arîşeyek çareser dibin!.”   

Yan di hewleke din ya nezok û cihê şermê de, rejîmê bi mifahwergirtina berevajî ji rewşa jiyana erdhejlêdayiyên navçeya Serpêla Zehaw, bi bankên Kirmaşanê ragehandiye ku bi derkirina bexşnameyan qewlê dana wameke zêde bidin, da ku bo heyamekê jî be, vê kerb û kîna vî xelkê bêzarbûyî vemirînin.