Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara sêdare a Îranê

16:44 - 7 Gulan 2018

Hesen Tebîre

Dema behsa komara sêdarê tê kirin, ku ez bawerim ne navekî xerîb e, bitaybetî di nav neteweya kurd de, renge di hizrê takekes de çend pirsiyarên girîng û bê bersiv di vî warî de derkevin holê:
-Gelo çima di vê serdemê de, ku cezayê îdamê nêzîkî nîv sede ye ku ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî û 142 welatan helweşiyaye, an hatiye rawestandin, komara Îslamî heya vî astî tekezê li ser sizaya îdamê dike, û sal bi salê rêjeya wê zêdetir dike?
Gelo ti bijardeyên din ji bo cîbecîkirina sizaya tawanbaran ma tuneye?
-Gelo Rijîmek ku xwe tawanbar e bi xwînriştin û terorê, Spaha Pasdaran a wî welatî bi mezintirîn tacir û bazarganê madeyên hişber di cîhanê de tê nasîn, yan di warê polîtîkayê de siyaseta kevin û qirêj a Îdamê li dijî gel û neteweyên bindest li îranê da bi nav û hêceta ewlehî û reforma civakê bi rê ve dibe, çima ev yasa tawanên berpirs û endamên payebilind ên wê bi xwe ve nagire?
Xomeynî pêş damezirandina Komara Îslamî soza vê yekê bi neteweyên Îranê û Kurd dabû ku di hikûmeta nû a bi nav Îslamî de ku mafê hemû deng û bawerên cuda parastî dibe, “tu berpirsekî mafê vê yekê nine, bi navê parastin û yekparçeyiya axa Îranê azadiyên rewa ji gel û neteweyên ku di Îranê de dijîn bistîne”.

Piştî vê ku wî bi xapandin, piropagandayên bê esl û esas deshilat bi dest xist, wate hikumet damezirand, kuştin û îdam, çewisandin, desteserkirin di Rojhilata Kurdistanê de bi awayekî zêde dest pê kir.

Xomeynî damezirînerê Komara Îslamî di axaftinên xwe de bi eşkere dianî ziman ku me bi tu awayî dilê reformkirinan nine, û her kesek tûşî şaştiya be hemberî nizamê, emê ceza bikin, îdam jî yek ji wan cezayan bû. Her zû xûya bû ev soz û dawayên Xomeynî pêş deshilatê bi kurdan, ku pêdivî bi piştevaniya wan bi mebesta bidestxistina deshilatê dabû, ne tenê cêbecî nebûn belkû berevajî derketin, û ji bilî derev û piropagandeyan tiştek din diyar nebû.

Xomeynî hest bi metirsiyê dikir jiber ku daxwaza Kurdan, gelên Îranê ji bo avakirina dewletek demokratîk û sekolar wate mafê netewa Kurd û ên din bû.

Lê Xomêynî bi tundî û bi zora hêz hemberî wê rawesta. Wî pêşbînî dikir bi guhdarîkirina deng û hizir, û efkarên azad û cuda wê zirar bigihîje temenê hikûmeta wî, û ditirsiya çarnûsa wan wek Rejîma Şahenşahî lê were, lewma bi serkut û îdamê bersiva ciwanên xwîngerm ên neteweperest û azadîxwaz ên Kurd da, da ku bibe ders û îbret, anku pêşî ji belavbûna hizira neteweyî bigire, û eva pê baştirîn bijarde bû ji bo dirêjepêdana deshilata xwe.

Her wek hûn agehdar in piraniya tawanên Îranê ku derheqê Kurdan de kir, di dema êrîşên wan bo ser dever û bajêrên Kurdan bûye, sivîlên ku êxsîr û bi birîndarî dest wan diketin, bê ti dadgehek û parêzerek di 5 deqeyan de bi fermana Xomeynî û darûdestên wî dihatin Îdamkirin, di demekî de mafê her kesek wate tohmetbarekî/ê ye di dadgeheke serbixwe anku bê layen li gorî yasa lêkolîn lê were kirin, lê di sîstema Komara Îsalamî de tiştek bi vê wateyê tuneye, tewawê saziyên hikumetê ji şexsê rêber fermanê werdigirin û cîbecî dikin.

Hêjayî gotinê ye Xomeynî di sala 1358 (1979)ê da bi fermî destûra şer li dijî Kurdan ragehand, artêş û Spaha Pasdaran bi fermana wî û rêveberiya Xelxalî ê cinayetkar û xwînmêj bi awayekî hovane bi hemû curên çekan bi tometên “mofsêd fêl erz” û dijayetîkirin Xwedê û pêxember, û alîkarî bi Hizba Demokrat re, êrîşî Kurdistanê kirin, û her kesek bi saxî an birîndarî bêyî hukmê desteserkirinê, li jêr îşkencê biryara man û nemanê li ser cîbicî dibû, her çend amarek deqîq di ber dest nîne lê tê texmînkirin di wan cînayetan de 80 kes ku 3ê ji wan jêr 18 saliyê (wate 12,15,17)salî bûn, li sineyê hatin gûllebarankirin.

Xomeynî bi rohnî piştevaniya cînayetên xelxalî dikir, û ew kes wek nûnerê xwe bi navê dadwerê îdamê şandibû Kurdîstanê, piştî Sine û Merîwanê, Mihabad jî rastî êrîşên xelxalî hatin, bajêr bi tewawî hatibû milîtarîzekirin, kûçe û kolan pirr bûn ji posterên nivîsî ji bo tirsndin û cînayetên nû li dijî Kurdan.

Ev siyasetên xwe yên dijî mirovane û qirêj di Mihebadê de jî bi rê ve birin, li Mihabadê 59 lavên Kurd bêyî sûç, bi destê dadwerê îdamê bi kom hatin gûllebarankirin, ev jî yek ji belgeyên ku nîşanderê hovîtiya komara sêdarê bû.

Têbînî: Di navbera sala 1358 heta 1370`î di encama wan êrîşên Îranê li ser axa Kurdistanê 832 kes bi hêceta alîkariya partiyên Kurdî û tometên wek “mofsido fêl erz” û dijminên xwedê hatin gullebarankirin.

Eger em bi hûrî lê binêrin, tewaw ew diz û kûjer, gendelî û bê rewiştî di kok û esasa rijîmê de peyda dibe, û hikumetê bi rê ve dibin, her berpirsekî nizamê bêyî wan sifetan be, wê post û pile û payeyên xwe ji dest bide, û eger jî xwediyê wan taybetmendiyan be, wê payeyên bilindtir wek xelat werbigire.

Kûjer û gendelên wek Ce`ifer Sehrarûdî, Se`îd Mortezewî, Tûsî û Mucteba Xamineyî...hwd, çendîn serkirde û dijberên xwe teror kirin, û hem jî pereyekî bê hejmar dizîn, û gellek zarok û zîndaniyên siyasî li girtîgeh û mekteban de rastî bê exlaqî û bêrewiştiya wan hatin.

Hesen Rûhanî jî wek Xomeynî xwe bi kesek Reformxwaz nav dibir, û di bangeşeyên helbijartinan ji bo posta serokatiyê de ji bo kişan û xapandina xelkê ser sendoqê dengdananê gellek sozên wek valakirin zîndanan ji girtiyên siyasî û betalkirina yasaya cezaya îdaman û …hwd dan.

Wî bi mebesta bicîhanîna armancên Xomenyî tevî vê ku îdam nesekinandin, û rêjeya girtinan bi hêcetên siyasî kêm nekirin, belkû gotinên wî hemû berevajî derketin, û rêjeya îdamê di 15 salên dawiyê de gihîşte 3 hezar kesan. Her di destpêka hatina wî bo ser hukm di sala 1391`an de 814 kes hatin darvekirin.

Tevî vê ku nêzîkî 40 sal in bi ser karesatên sala 1358`an re derbas dibin, lê xuya bû ku peywendî bi bûyerên îro ve hene. Eşkire ye ku ew tenê despêkek ji bo serkûta bêdawî û daîma neteweya Kurd bû, ew berdewam li ser binpêkirina mafê mirovahî, siyasî û çandî ê Kurdan tekez dikin. Xwendekar û çalakvanên siyasî û sivîl berdewam rastî desteserkirin, êrîş û gefan dibin. Tenê ewa îro li hikumeta Rûhanî de guhertiye, şêweya îdamê ji gullebarankirinê ve bo kindirê ye.

Her wek me amaje pê kir, rêxistina lêborîna navdewletî di Roja 12.04.2018`an di raporta salane a xwe de, derheqê bikaranîna cezayê îdama welatiyan diyar kir:
124 welatan bikaranîna sizayê îdamê li welatên xwe de helveşandine, û di sala derbasbûyî de tenê li 23`ê welatan ev hikme cîbicî bûye. Di raportê da hatiye ku di sala 2017`an de, 507 welatî li Îranê hatine îdamkirin, ku zêdetir e ji nîvê wan kesane ku li cîhanê hatine bidarvekirin.