Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ bi zarokên nav şoreşê re civiya

10:41 - 14 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Birêz Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi zarokên nav şoreşê û ciwanên malbatên PDKÎ re civiya.

 Li gor zanyariyên “Kurdistanmedia”yê, Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ, roja yekşemiyê 21’ê Gelawêjê a 1397’an, civîneke berfireh bi beşdariya tevahiya ciwanên malbatên vê partiyê ji bo birêz “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî ê PDKÎ pêk anî. Di civînê de beşek ji endamên Desteya Kargêrriyê, Navenda Siyasî, kadrên Dezgeha Rêkxistinê, tevahiya ciwanên malbatên PDKÎ, kadr û pêşmergeyan beşdar bûn.

Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ girîngtirîn pirs û mijarên pêwendîdarî rewşa niha a Îran û Rojhilatê Kurdistanê, weke xebata PDKÎ û berdewamiya tevgerên Rasanê, piralîbûna xebatê, çalakiyên berdewam li navxweya Kurdistanê, erk û tekoşîna ciwanan di vê rûpela hestyar a gelê me de ji beşdarbûyan re vegotin.

Hicrî amaje da guhertin û pêşhatên siyasî ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û kirîza aborî a Îranê, berdewamî û berfirehbûna meşên nerazîtiyê ên vî xelkê ku ji rejîmê û siyasetên wê aciz bûne, dorpêçên nû ên Amerîkayê bo ser rejîma Îranê, bandora vê rewşê li ser tevgera rizgariya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di hemû waran de şirove kir.

Got jî ku di encama vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina etomî a naskirî bi Bercamê de û ji ber dorpêçên zêdetir ji bo ser Îranê, di sê mehên derbasbûyî de nirxa pereyê Îranê pêncî ji sedî daketiye. Tekez jî kir ku wezîrê Kar ê Îranê ragihandiye dibe ku ji ber van dorpêçan, zêdetirî milyonek kesên din li Îranê bêkar bimînin. Hicrî herwisa da xuyakirin ku “Asta bêkarî û hejariyê bi awayekî berçav li Îranê bilind bûne û li gora berpirsên rejîmê, tevî vê rewşa xerab jî, zêdetirî 9 milyard Doralan ji pereyên hikûmetê hatine dizîn û ne xuya ne. Xwepêşandan û meşên nerazîtiyê li piraniya bajar û bajarokên Îranê bi rê ve diçin û rejîm rastî kirîza rewatiyê hatiye. Tevî ku rejîm sloganên mezin jî hildide, lê nikare pirsgirêkên navxwe û derve çareser bike. Di rewşeke weha de, rejîm naçar e bo mana deshilata xwe ya dîktatorî, mercên Amerîkayê qebûl bike, û serî ji bo ghotûbêjan bitewîne. Di her haletî de, Îran nikare vegere berî rewşa dorpêçan, û di rastî de şiyana bersivandina xwestek û daxwaziyên xelkê nine, û nerazîbûnên xelkî  di asta giştî de berdewam zêde dibin, lewra bi liberçavgiretina hemû van fakteran, destpêka rûxana Komara Îslamî dest pê kiriye. Îran û di çarçoveya Îranê de jî Rojhilata Kurdistanê ji qonaxeke hestiyar re derbaz dibe.

Di rewşeke weha de, dibe ku Rojhilata kurdistanê bibe hêzeke bibandor, da ku bikare li pêşeroja siyasî ya Îranê de xwedîpêgeh û bandora xwe hebe. PDKÎ erkeke giran hilgirtiye, û hewcehî bi hevkarî û xebateke hemû aliyane heye.

Rasana Rojhilat jî ku bi pêkve girêdana xebata çiya û bajar dest pê kiriye, di heyama sê salên borî de, asoyeke rohntir û bandoreke berçav derheq vegeşîn û ber bi pêşveçûna xebata rizgarîxwaziya neteweya me pêk aniye.

Bajar wekî çeqa û navenda xebatê, pêşmerge himbêz kiriye, û çiya û bajar wekî du stûnên girîng ên xebatê yek girtine, û tekoşîn dikin bo serbestî û rizgariya nîştiman. Tevlîbûna bi sedan lawên azadîxwaz û welatparêz bo nav refên pêşmergeyên PDKÎ berhema berdewamiya hereketa Rasanê ye.

Di beşa dawiyê de, navbirî ragehand: “Civaka Rojhilata Kurdistanê çavnihêriyeke zêdetir ji we heye, û guhertin bilez diçin pêş, û asoya xebatê û gihîştina bi armancên neteweyî ji  her demî zelaltir e.”

Wî herwisa got: “Hewce ye ku ciwanên me, bi girîngî ve piroseya xwednin û xwe pêgehandinê û asta hişyariya xwe û rewşenbîriya xwe bilind bikin. Hûn pêşeroja gelê me ne, û dibe ku hûn di piraktîkê de, di karên hizbî de çalak bin. PDKÎ bi girîngî ve li we dinihêre, û derfeta hewce ji bo perwerdehî û pê separtia kar û erkên hizbî di organan de, li gora şarezayî û şiyanên we, ji we re pêk aniye”.

Di dawiyê de ciwanên beşdar di civînê de, boçûna xwe derheq basa Lêpirsyarê Giştî pêşkêş kirin, û Lêpirsyarê Giştî jî bersiva boçûn û pêşniyar û rexneyên wan da.