Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo” ji bo encamdana danûstandinan digel rejîma Îranê şert û merc danîn

13:16 - 1 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, bi armanca pêkanîna civînan digel rejîma Tehranê, çendîn şert diyarî kirin.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê, çend demjmêran pêş vê ku “Donald Trump” amadebûna xwe ji bo pêkanîna civînê digel rayadarên rejîma Îranê nîşan bide, çendîn pêşmerc ji bo wan diyarî kirin. 

Navbirî êvariya roja Duşemî 8`ê Gelawêja 1397`an, di gotûbêja digel nûçegihaniya “CNBC” de ragehand ku: Her çavan ku me di demên berê de ragehandibû, serkomarê Amerîkayê bi armanca çareserkirina  pirsgirêk û arîşeyan daxwaza pêkanîna danûstandinan digel rayedarên rejîma Îranê kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê di gotûbêjekê de bas ji vê kiribû ku, hekî rayedarên rejîma Îranê soz bidin ku reftarên xwe digel xelkê biguhere û dest ji reftarên xirab yên xwe bikêşin, û ji bo girêbesteke rasteqîne derheqê dawîanîn bi çalakiyên navikî yên xwe amadehiya xwe nîşan bidin, wê demê dikarin bêne bo ser maseya gotûbêjê.

“Mike Pompeo”  nêzîkî du mehan berî niha, di yekem axavtinên xwe de, weke Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, 12 merc ji bo rejîma Îranê diyarî kiribû, û ragehandibû ku her demekê rejîma Îranê pêbend bi van mercan be, wê demê dorpêçên ser vê rejîmê jî wê bi dawî bên.

Amerîka hewl dide da ku berevajiyê lihevkirinnameya Bercamê, lihevkirinnameyeke hemû alî  digel rejîma Îranê pêk bîne ku ji bilî bernameya navikî, rejîm pirojeyên mûşekên balistîk, û herwisa siyaseta destêwerdana xwe di nav karûbarên welatên deverê de bisekinîne.