Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya Ber ba

19:44 - 21 Hezîran 2018

Kerîm Perwîzî

Nasnameya hevbeş ku xelkê erdnîgariyeke siyasî, xwe pê didin nasîn, yan pênaseya wan e li hemberî xelkê din, faktera herî girîng a domandina pêkvejiyanê ye, ku xwarbûna vê fakterê, gellek bingehan dixe metirsiyê de. Li ser erdekê ku tê de dijîn, xelkê cîhanê bona pêkvejiyanê hewcehiya wan bi îdarekirin û birêveçûna yasayê hebûye, û di vê pêxemê de jî, bona vê ku deshilatek hebe ku yasayekê bi cih bike, yan yasayeke bicîhkirî bi rê ve bibe, bona vê dewlet hatiye çêkirin, û sînorên xakî û avî ên deshilata dewletê jî, welat pêk aniye. Di nava her welatekê de jî xelkê akincî ê vî welatî yan nasnameyeke hevbeş hene, yan deshilateke cihgirtî hewl dide ku nasnameyeke hevpar ava bike, da ku bi awayê hestpênekirî (bi bê haylixwebûn), xelk yasayan cîbicî bike.

Di erdnîgariya siyasî wekî Îranê de jî, deshilatan hewl daye ku nasnameyeke hevpar bo xelkê nava vê erdnîgariyê ava bikin. Lewra dibêjim çê bikin, jiber ku erdnîgariya siyasî ya Îranê ew taybetmendiya nine, ku hemû xelkê wê, bi awayê xwezayî nasnameyeke wekhev ya hevpar wan hebe, belku welatek e bi hebûna xelkê cuda ku çend nasnameyî ne.

 Ew çend nasnameyiya xelkê di Îranê bûye sedema pêkhatina kêşeyan ji bo deshilatdarên welat. (lewra nabêjim deshilatdarên navend, jiber ku navendbûn bi deshilata cihgirtî nine, bi taybetî di Îranê de, deshilat deshilateke nerewa ye, lewra taybetmendiya navendbûnê nadê, belku pênaseya deshilata dasepayî  baştir dinasîne).

Her deshilatekê hewcehî heye ku biryaran guhdarî bike, û serî jê re bitewîne, lê deshilata dasepayî di Îranê de li ber çend nasnameyîbûna xelkê, ew poan tunebûye, û xelk serî bo biryaran natewînin.

Li ber vê kêşeyê hewleke zaf dane, ku nasnameyeke hevpar ya destçêkirî di Îranê de ava bikin, û bi nav rewşenbîr, û siyasî û deshilatdar, di heyama nêzîk bi sedsalekê de, hewl dane, ku Îranîbûnê pênase bikin, û yek nasnameyî bi xelkê Îranê ve xûya be. Bo vî karê xwe jî hemû bingeh û fakterên baş ên ferhengî ên neteweyên din ( ji dîtingeha xwe ve baş)dizî ne, û kinceke farsî kirine ber de, û fakterên din ên neteweyan bi paşvemayî zanîne, û bi vî rengî viyane ku bi dizî, deskarî, û sivikatiyê, nasnameyên din bihelînin û nasnameya destçêkirî ya Îranî bi ser xelkê de bisepînin.  

Ew rewta dîrokî heya niha jî serkevtî nebûye, û şikest xwariye, û niha zêdetir ji hemû demekê, netewe di Îranê de, li pey taybetmendiya xwe de ne, û Îranîbûnek ku pênaseya dadperwerane û wekhev bibexşe hemû xelkê, heya niha pêk nehatiye.

 Îranîbûn serdemekê dikare nasnameya hevpar hebe, ku hemû neteweyan bi yek çavî bibîne, û çi yek ji wan bi ser yên din de nehê sepandin, û bi baştir nezane ji yê din, û hemû wek yek di deshilata cihgirtî de beşdar bin, hekî, ne wisa be, tu yek ji wan nasnameya bizorî qebûl nakin. Îranîbûn dibe ku federalîzma dilxwazane û çend neteweyîbûna erdnîgariya siyasî ya Îran tê de hatibe cihkirin.