Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê civiyan

19:59 - 8 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, dawî rewşa siyasî a Kurdistan û Îranê, di civînekê de gengeşe kirin, û li ser çend xalên siyasî biryar dan.

Roja Sêşemî rêkevta 15`ê Gelawêja 1397`an, li binkeya Navend Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, bi amadebûna nûnerên hemû aliyên pêkhînerê Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, 8`emîn civîna vê navendê lidar xistin.

Di destpêka vê civînê de, Kamil Nûranîferd berpirsê Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistan Îranê, axavtinek pêşkêş kir, û piştre ji aliyê nûnerên hêzên siyasî ve, bas ji çalakiyên vê navendê di vê heyamê de kirin, û pêdaçûn bi ser kar û bernameyên xwe de kirin, û bas ji xet, û kar û bernameyên xwe yên bê  kirin, û çend xal ji bo baştirkirina karên vê navendê pesend kirin.

Di beşeke din a karê vê civînê de, sedem û pêşhatên siyasî yên rojeva Îranê û Kurdistanê nirxandin, û di vê beşê de hemû aliyên siyasî yên beşdar bi awayekî hûr mijara xwepêşandanên bajarên Îranê, rewşa kirîza aboriya Îranê, siyasetên Amerîkayê yên derheqê rejîma Îranê, bandorên vê rewşa nû li ser tevgera rizgarîxwazî a gelê Kurd di Kurdistan a Îranê de gengeşe kirin.

Di vê civînê de bi piştgirêdana bi gotara herifînê, ku gotara Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê ye, li ser nemana sîstema Komara Îslamî a Îranê tekez kirin, û hemû piroje û bername û bedîlsaziyên din ji bo vê gotarê, çi ji derve û çi jî di navxwe de red kirin, û piştevanî ji xwasta guherîna bingehîn û hevxebatiya digel neraziyan û xwepêşandanên seranserê Îranê wekî wezîfeya Navenda Hevkariyê dane zanîn.

Di doma vê civînê de, pirojeya “KODAR Û PJAK”ê ku di heyamên borî de belav kirine, wekî pirojeyeke nerast û neteba digel ruha tevgera gelê Kurd û hevterîb digel berjewendiyên sîstema Komara Îslamî a Îranê dane zanîn.

Her di vê derheqê de, bi xwendin û şiroveya dirust li ser rewşa Kurdistanê, şiroveya wezîfe û bernameya karê Kurdistan û tevgera vê kirin, û amadebûn û yekrêziya tevgera gelê me bi bîr anîn.

Di berdewamiya guherînên bîr û boçûnan, û axavtina li ser karên pêşeroja vê navendê, roja 28`ê Gelawêjê ku salroja biryara cîhada “Xomêynî li dijî gelê Kurd e, wekî roja xweragiriya neteweyî û yek ji rûpelên tijî ji şermezarî û rûreşî  a dîktatoriya Tehranê û tijî serbilindiya dîrokî a xweragirî a gelê me tekez li ser hate kirin, û hindek bername ji bo bîranîna vê boneyê xistin ber destûra karê pêşeroja Navenda Hevkariyê.

Her di vê civînê de, çendîn gotar û basên girîng ji aliyên siyasî ve bas li ser hatin kirin, û tekez kirin li ser bingeha bi hev re karkirin, û ji yektir fêmkirin û sazana giştî.

Navenda Hewkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê