Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûnên kedkarên hêla hesin a Tirawêrs dome heye

19:17 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanemdia: Kedkarên hêla hesin a Tirawêrs, ji bo cara çendê ye ev dest diavêje civînên nerazîbûnan.

Kedkarên Kompaniya Tirawêrs, li çendîn bajaran de bi boneya wernegirtina heqdest û  bêbersivmana daxwazên xwe, civînên nerazîbûnê lidar xistine.

Li gorî rapora nûçegihaniya “ÎLNA”yê, ev kedkarane roja Yekşemî 7`ê Gelawêja 1397`an, li bajarên weke Nîşabûr, Sebziwar, Kaşmer, Zencan û çendîn bajarên din bi sedema paremana heqdestê sê mehî yê karê xwe, û nûnekirina bîmeyên wan nerazîbûna xwe nîşan dane.

Nerazîbûnên kedkarên vê kompaniyayê li 28`ê Pûşpera îsal de dest pê kiriye, û hindek ji kedkarên vê kompaniyayê bas ji vê dikin, ku heta niha nîşandana van nerazîbûnan bê encam bûye.

Nîşandana  nerazîbûnên kedkarên hêla hesin li deverên weke Hormozgan, Îslamşehr a Tehranê, Kerec, Loristan, Azerbaycan, Zagros, Şahrûd, Damexan û Simnan, beşek in ji van nerazîbûnên kedkariyê yên kompaniya Tirawêrs ku di rojên derbazbûyî de bi rê ve çûne.

Hevdem di hemen rojê de, xelkê bajarê Eseloye jî bi sedema zêdebûna asta betaliyê  di bajarê van de, dest avêtine civînên nerazîbûnan.

Nerazîbûnên xelkê Eselûye yên derheqê betaliyê, di demekê de ne ku, ev bajara li devereke girîng a aborî de hilketiye, û mezintirîn pirojeya “Parsa Cinûbî” di vî bajarî de çalakiyan dike, lê bi sebeba siyasetên şaş yên birêveber û berpirsên rejîmê derheqê derfetên kar, û kirêkarên kompaniyayan, ji xelkê xwecihî mifahê wernagirin.