Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê yekem pêngav ji bo vexwarina jehrê rakir

18:04 - 14 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Tevî daxwaza Xamineyî a ji bo redkirina pirojeyasaya dijî alîkarîdana terorîstan û spîkirina pere, Şêvra Nobedar a rejîmê, nivîsa sererastkirina vê pirojeyasayê pesend kir.

Roja Şemî 20`ê Gelawêjê (11`ê Tebaxê) di civîneke rojnamevanî de “Ebaselî Kedxodayî” berdevkê Şêvra Nobedar, ragehand ku: “Pirojeyasaya sererasrkirinê ya “FATF” di civîna Şêvra Nobedar de xistine ber bas û bi sedema nebûna dijberiya vê pirojeyasayê digel yasaya şer`i û Îslamê hate pesend kirin”.

Fermandariya Spaha Pasdaran, nûnerên binajoxwaz yên li mecils û yên Hizbullahê dijî pesendkirina  pirojeyasaya “FATF” in, û ev wisa dizanin ku beşdariya Komara Îslamî a Îranê di vê konvansiyonê de, egera bi terorîst naskirina Spaha Pasdaranê zêdetir dike, û li hembrî vê de jî, dewlet û Wezareta Derve ya rejîmê ragehandibû ku, di egera pesendkirina vê pirojeyasayê de, navê Komara Îslamî a Îranê di rêzbenda reş a spîkirina pere a girûpa taybet a Çavdêr ya Malî de cih bigire.

 “Elî Xamineyî” rêberê rejîma Îranê, di 30`ê Cozerdana 1397`an de, dema civîna digel nûnerên mecilsê de, ji wan daxwaz kiribû ku di cihê pesendkirina pirojeyasaya “FATF” de biryarekê pesend bikin ku di berjewendiya komara Îslamî ya Îranê be.

Berê jî “FATF” li meha Rezbera 1397`an de muhlet dabû komara Îslamî ya Îranê, û ragehandibû ku: Hekî ev pirojeyasaya bê pesendkirin, ev rejîma rûbirûyî rewşeke neguncav dibe,  ku bandoreke xirab bo ser sermayedanîn û aboriya wî welatî dibe.

Çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne ku, pesendkirina  bi neçarî a pirojeyasaya “FATF” ji aliyê Şêvra Nobedar a rejîmê ve, zêdetir bi armanca dirustkirina bawerî û hewl ji bo berdewamiya Ewropayê, û mana Ewropayê û herwisa piştevanîkirina li Bercamê ye.